Emîne Şenyaşar: Ev zilmeke çawa ye?

Emîne Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn kuştin di nobeta edaletê de ye diyar kir ku heta kurê wê yê girtî neyê berdan ew ê neçe malê û got “Ev zilmeke çawa ye?”

Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bûbû, çalakiya nobetê didomîne.

Malbat di destê sibehê de ji Sirûcê bi rê ketin, hatin Dadgeha Rihayê ya ku 50 kîlometre dûrî mala wan e. Malbat 183 roj in di çalakiya nobetê de ye.

Malbat şeş meh in çalakiya xwe didomîne û li qada ku wekî ‘Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê zanîn, bi dovîzên ‘Em bi tenê edaletê dixwazin’ vekirin.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku ew 6 meh in li ber dadgehê di nobeta edaletê de ne û got “Ez bi tenê edaletê dixwazim. Ev edaleteke çawa ye? Kurê min 3 sal û 3 meh din di hucreyeke yekkesî de ye. Ez dixwazim kurê min were berdan. Kesên ev qetlîam kirin, ji xwe re serbest digerin. Ev dewleteke çawa ye? Xwestin hemû malbata min bikujin lê kesên ev tişt kirin, bûn parlementer.”

Emîne Şenyaşar diyar kir ku nexweşiyên wê zêde bûne û got “Çavê min nabîne, dilê min tê guvaştin. Divê ez ji pêyê xwe emeliyat bibim. Lê heta ku kurê min neyê berdan ez tu tedawiyê qebûl nakim.”

Şenyaşar got “Ma qey wijdanê rêveberan tune? Ev zilmeke çawa ye? Wê heta ku derê bidome? Beriya ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. Li tu derê qetlîameke wisa nehate kirin. Dîmenên qetlîama li nexweşxaneyê vedişêrin. 6 meh in ez li vir im, heta ku kurê min neyê berdan ez naçim malê rûnanêm.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê jî ev peyam belav kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê qetlîam heye. Bi hincetên beredayî 3 sal in, me diştexilînin. Kesên qetlîamê dikin û kujeran diparêzin divê hesabê vî tiştî bidin.”