Emîne Şenyaşar careke din îfade da

Emîne Şenyaşar a berxwedêr cara 15'an îfade da.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Îro roja 400'î ya çalakiyê bû.

Bi sedema lêpirsîna "heqaretê" dayik Emîne Şenyaşar serê sibehê bi parêzerê xwe li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê careke din îfade da. Li gorî agahiyan, lêpirsîn bi îdîaya ku dayik Şenyaşar "heqaret" li wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildizi kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Emîne Şenyaşar piştî îfadeyê hate ber edliyeyê û tevî Ferît Şenyaşar çalakiya xwe dewam kir.