Emîne Şenyaşar bang li jinan kir: Werin ber edliyê

Emîna Şenyaşar ku malbata wê ji hêla AKP'yiyan ve hatî qetikirin bang li jinan kir û got,''Werin ber edliyê, zilma li ser me bibînin.''

14'ê hezîrana 2018'an  xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişê malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku di êrişê de hevjîn û 2 kurên xwe winda kir û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li dijî vê zilma li wan hat kirin bi daxwaza edaletê di 9'ê adara 2021'an de li ber Ediyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeta di roja 338'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku duh ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê pêşiya edliyeyê îro bi sûtûmala ku Dayikên Şemiyê jê re çêkiribûn hat pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. 
 
Emîne Şenyaşar, diyar kir ku Nobeda Edaletê di bin "zilmê" de berdewam dike û ev bang kir: "Di serî de hemû parlamenterên jin bila jin bên pêşiya Edliyeya Rihayê û zilma li ser me bibînin. Kesên ku zarokên min kuştine ji xwe re li derve digerin. Saleke li pêşiya Edliyeya Rihayê me. Bila kurê min bê berdan, êdî bes e. Em jî dixwazin biçin malê. Ez li vir li benda kurê xwe me. Berî ku bimirim dixwazim wî bibînin. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim. Gelo Erdogan nizane ku sucê zarokên min nîne? Zarokên Emîne û Erdogan hene. Agahî ji êşa ku salek e ez dikişînim tuneye? Herkes dizane ku zarokên min bêguneh hatin kuştin. 4 demsal e ez li vir im. Êdî nikarim vê zilmê bilbigirim. Ev dewleteke çawa ye? Ev edaleteke çawa ye?"