''Em naxwazin xebera mirinê ji girtîgehan were'

Nobeta Adaletê ya li Wanê ya di roja 13'an de li Baroya Wanê didome. Xizma girtiyan Behîce Subay got, ''Em naxwazin xebara mirinê ji girtîgehan were.''

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ên nayên berdan û girtiyên cezayên wan qediyane û nayên berdan li Baroya Wanê di roja 13’emîn de berdewam dike. Îro rêveberên Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê serdana malbatan kirin û piştevaniyê kirin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Mûrat Atabay axivî û da zanîn ku ew piştevaniya malbatan dikin û li ser girtiyan jî hiqûqek dijminane tê sepandin û xwest dewlet demildest dev ji vê hiqûqa dijminane berde. 

Dayika girtî Îrfan Subay, Behîce Subay jî axivî û diyar kir ku lawê wê bi cezayê girankirî yê heta hetayê hatiye cezakirin û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û wiha got: “Lawê min 17 salî bû û bi hêcetên siyasî hat girtin. Heft sal in di zindanê de ye. Li gel ku delîlek berbiçav jî derbarê lawê min de nîne dîsa jî girtin û cezakirin. Ez tenê ne ji bo lawê xwe ji bo tevahiya girtiyên siyasî di çalakiyê de me ku werin berdan. Divê tevahiya gelê Kurd li ber vê zilmê rabin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Êdî em naxwazin xebera mirina girtiyan bibihîzin. Em dixwazin girtî werin berdan.”