'Em naxwazin ku vê êşê bikişînin'

Malbata girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan (67) got, "Em naxwazin vê êşê bikişînin" û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiya Nobeda Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş tê lidarxistin.

Ji ber polîtîkaya tecrîd û êşkenceyê ya dewleta Tirk a li ser girtiyan, dema dawî gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ku bi tena serê xwe nikarin li girtîgehê bijîn, ne têne dermankirin ne jî têne berdan.

Li aliyê din ji bo berdana girtiyên nexweş li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 'Nobeda Edaletê' dewam dikin. Çalakiyên ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin zêde dibin û malbat bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin çalakiyên ji bo xwedîderketina li girtiyan.

Îbrahîm Alkan ê 67 salî ku ji 'Doza KCK'ê 6 sal û 7 meh ceza lê hatiye birîn û 3 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dîlgirtî ye, gelek nexweşiyên mîna diyabet, dil, tansiyon, şekir, kolesterol û prostat pê re hene.

EGER EM DEST BIDIN HEV, DIKARIN JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNIN

Hevsera Alkan Dilşah Alkan diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş divê her kes dengê xwe bilind bike û destnîşan kir ku ew naxwazin girtî li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest bidin.

Alkan bang li her kesî kir bi taybetî jî dayikan kir ku piştgiriyê bidin wan û got, "Eger em destê xwe bidin hev, em ê karibin nexweşên xwe ji girtîgehê derxînin. Em daxwaza edalet, aştî û azadiyê dikin. Gelek nexweşiyên hevserê min hene. Nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê pê re hene. Rojê 4 derziyên însulîn li hevserê min tê xistin. Em naxwazin ku hevserê min bi van nexweşiyan li girtîgehê bimîne.

Têkildarî nexweşiyan gelek raporên xwe hene. Me ev rapor ran dozgeriyê lê belê qebûl nekirin. Her tişt di destê wan de ye. Ew bi rewşa nexweşên me baş zanin, lê belê destûrê nadin bêne berdan. Heta ku em sax bin em ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet, aştî û azadiyê dewam bikin. Ya wê çareyekê ji me re bibînin ya jî em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin."

BILA MIROVEKÎ DIN JIYANA XWE JI DEST NEDE

Bûka malbata Alkan Pinar Alkan jî got, "Heta niha gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Em weke malbata girtiyekî nexweş naxwazin vê êşê bikişînin. Berxwedana ji bo berdana girtiyên nexweş hate destpêkirin wê dewam bike. Ji bo ev berxwedan bi ser bikeve dayik, ewlad, bûk wê heta edaletê dest ji Nobeda Edaletê bernedin.

Ji bo Nobeda Edaletê em li benda gelê xwe ne û piştgiriya her kesî dixwazin. Ji ber ku her rojê ocaxeke tê tefandin. Kes vê naxwaze. Em vê naxwazin, ewladek, hevserek, dayikek, bavek bila dilê wan neşewite. Bêedaletiya tê kirin wê heta ku derê be? Ya rast em piştgiriyeke têrker ji gel nabînin. Ji vê derê bang li tevahiya gel dikim. Bila her kes piştgiriyê bide vê nobedê. Bila her roj mirovek nemire, bila ocaxek nevemire."