‘Em keça xwe dixwazin, keça me bibînin‘

Çalakiya nobetê ya malbata Gulistan Dokû ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve li Dersimê winda bû û agahî jê nayên girtin, ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên hatin pêş avahiya edliyeyê wiha gotin: “Em keça xwe dixwazin, keça me bibînin.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dersimê Îbrahîm Kasûn û Nûrşat Yeşîl û endamên Platforma Jinan ên Dersimê serdana malbatê kirin.