'Em hemû PKK'î ne û em li her derê ne'

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel got: "PKK’ê em fêrî berxwedanê, jiyanê, însaniyetê kir. Em jî li ser vê fikrî dijîn. Em hemû PKK'î ne û em li her derê ne. Kes nikare rastiya PKK’ê bi lîsteya terorê veşêre."

Li civaka Êzidî 74 ferman rabûn û hemû jî bi armanca tunekirina vê baweriya kevnar bûn. Her fermanê bandoreke giran li jinan kir. Fermana 2014’an de bû birîna herî mezin ya jina Êzidî. Lê belê cudahiya vê fermanê ji fermanên din gelekî heye, ew jî guhartina ku jinê bi naskirina fikra PKK’ê ava kirine. Jinên Êzidî bi rêya vî fikrî ji nava çar dîwaran derket û herikîn qadên berxwedan û têkoşînê.

Jinên Êzidî dibêjin ku bi naskirina PKK’ê re fêmkirine ku jin çi ye, kî ye û çawa dikare civaka xwe bi berxwedanê biparêze. Yek ji wan jinên ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hêviya azadiyê ya windayî tê de dîtiye ji ANF'ê re axivî. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de qalê kir, bê PKK çawa nas kiriye û got, "Di sala 2014’an de dema ferman ku bi destê hemû dewletan li ser me pêk hat, me PKK nas kir. Em sipasiya wan dikin ku ew hatin bi hawara civaka me, ji çiyayên azad bê ku sînoran nas bikin çiyayên Şengalê parastin."

'FELSEFEYA PKK'Ê Û YA ÊZDATIYÊ WEKE HEV E'

Dayê Nema Bedel destnîşan kir ku felsefeya PKK’ê heman felsefeya baweriya Êzidyatî ye û wiha bilêv kir: "Felsefeya PKK’ê felsefeya insaniyetê ye, ya heqîqetê ye. Heman demê ramana Rêber Apo ji felsefeya Êzidyatî dûr nîne. Heta em dikarin bêjin  ku yek felsefe ye. Me jî bi yekgiritina herdû felsefeyan xwe bi rêxistin kir."

'EM HEMÛ PKK'Î NE'

Di dewama axaftina xwe de Neam Bedel teqez kir ku her kesekî xwe li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêxistin dike PKK ye. Neam Bedel wiha bilêv kir: "Dema destpêkê gêrîlayên HPG, YJA-STAR hatin Şengalê, li gel me man û ji mere qala fikir û felsefeya Rêber Apo kirin. Me jî xwe nêzî kir û em jî tevlê vê felsefeyê bûn. Me piştre li ser fikra Rêber Apo û PKK’ê  xwe perwerde kir. Her mirovekî xwe perwerde kir gerîlayeke. Bila kes nebêje em dûrî fikra PKK’ê ne. Di rastiyê de niha li Şengalê tu gerîla nîne. Lê belê em hemû bi fikra PKK’ê dijîn û xwe bi rêxistin dikin. Ji ber viya em hemû PKK’î ne."

'JIYANA GERILA BANDOR LI ME KIR'

Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Neam Bedel di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi rêbaz û şêwaza jiyana gerîlayên azadiyê bandor bûn û bi wan ve hatin girêdan û wiha dewam kir, "Berê pêşmerge li vir bû, dihatin xêrên me lê belê xwerina me nedixwarin. Em wek jin jî me li kolanan silav nedidan wan. Lê PKK rêxistineke mezine, raste destpêkê bi Kurdan destpêkir lê niha ya her kesî ye. Dema gerîla dihatin me bi hev re zarok, mezin û ciwan xwarin amade dikir, me bi hev re dixwar û me bi hev re jî xwarina xwe radikir. Me xwe nêzî gerîlayan kir ji ber ku hezkirina wan ji mirovatiyê re gelek e. Niha gelekî ji wan ji vir çûne û şehîd bûne. Em wan bi bîr tînin û sersaxî ji malbata wan re dixwazin. Yên ku şehîd nebûne jî em ji xwedê dûa dikin ku bên parastin. Ez bi şehadeta Heval Şîlan Guyî  gelekî bandor bûm. Lê belê em bi şehîdên xwe ve mezin dibin û serbilind in. Lê belê em bi vê jî dêşin. Eger ne ji wan be me îro nedikarîn li vir rûniştiban. Em ê heya dawiyê rêya wan bişopînin."

'EM JI PKK'Ê FÊRÎ BERXWEDANÊ BÛN'

Neam Bedel bal kişand li ser guhartina ku PKK’ê li ser jiyana  jina Êzidî kir û wiha pê de çû: “Jina Êzidî berê nedikarîn ji malê derketibana. Dema mêvan dihatin jin li aliyekî û zilam li aliyekî bûn. Lê dema PKK’ê hat guhertin gelekî mezin li Şengalê çêbûn. Çavên civaka Êzidî li cîhanê vebûn. Niha jin dikarin her karî bike, çek radike, xwe bi rêxistin dike û xwe perwerde dike. Kar ne eybe û tu eybekî wî nîne. Karkirin şeref e ji bo mirovan. Tu xwe rêxistin bikî malbata xwe  perwerde bikî karekî bi rûmet. Me gelek tişt ji PKK’ê rakir. Em fêrî berxwdanê bûn, perwerde, civakbûn û hezkirinê bûn. PKK fikrekî mirovî ye. Li dehan dewletan niha mirov xwe li ser fikra Rêber Apo xwe perwerde dike û pirtûkên Rêber Apo dixwînin."

'KESÊN KU PKK XISTINE LÎSTEYA TERORÊ, EW BI XWE TERORÎST IN'

Derbarê xistina PKK’ê li nava 'lîsteyê terorîst' Neam Bedel got ku yên ku terorîzmê diparêzi û bi xwe terorîstin, PKK xistina nava lîsteya terorê û got, "PKK’ê ne terorîste. Yên ku PKK’ê xistina nav lîsteyê terorîst ew bi xwe terorîstin. Hêzên komploger û faşîst PKK xistin 'lîsteya terorîst'. Ji ber ku PKK’ê hêzeke berxwedanê ye û tu car serê xwe ji kesekî re natewînin. PKK’ê edaletî diparast, neheqî qebûl nake.  Ew mafên xwe dixwezin."

'TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ERKA JINAN E'

Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Neam Bedel bi gotina 'azadiya Rêberê Gelê Kurd Azadiya hemû Jinan e' dawî li axaftina xwe anî: "Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya jina Êzidî ye, azadiya hemû jinên cîhanê ye. Her jineke li ku be xwedî hestên însanî ye lazim e ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe. Rêber Apo felsefeya azadiya jinê afirand û rê ji têkoşîna mirovatiyê re nîşan da. Em weke jinên Êzidî tu car gav paşda navêjin. Em ê heya dawî li ber xwe bidin û li hember hemû komployan rawastin."