'Em gelekî nêzî Reqayê bûne, ji fînalê re kêm maye'

Berdevka Odeya Çalakiyan a QSD'ê Ehmed û yek ji fermandarên Eniya Rojhilatê Kobanê gotin, ew gelekî nêzî Reqayê bûne û ji fînalê re kêm maye.

Fermandarên Jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku operasyona Reqayê bi rê ve dibin, rewşa dawî ya li herêmê ji ANF'ê re nirxandin.

Berdevka Odeya Çalakiyan a QSD'ê Cîhan Şêx Ehmed û yek ji fermandarên pêngavê Klara Kobanê, li gundê Bedr ê li nêzî bajarokê Hamrat Nasrayê hatin ce hev û destnîşan kirin, ku ew li Reqayê nêzî fînalê bûne û ew ê mizgîniyê bidin.

'DOR A REQAYÊ YE'

Bajarê Hamrat Nasra yê li bakurê Reqayê ye, piştî şerekî dijwar ê sê rojan hate rizgarkirin. Berdevka QSD'ê Cîhan Şêx Ehmed piştî rojekê serdana bajarokê Hamrat Nasra kir û şervanên odeya çalakiyê yên bajarok rizgar kirin, pîroz kir. 

Şêx Ehmed li vê derê ji ajansa me re axivî û got, "Pêngava Xezeba Firatê di 5'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir. Em niha di qonaxa çaremîn de ne. Di nava vê demê de bi sedan gund, bi dehan navçe û bajarok û bi sedan gundik tevî bi sed hezaran gundiyan hatin rizgarkirin. Di encama têkoşîneke zehmet û watedar de, hêzên me xwe gihandin ber deriyê Reqayê. Bêguman berdêlên gelekî giran û bi wate hatin dayin.

Piştî şerê sê rojan, rizgarkirina bajarokê Hamrat Nasra moraleke mezin da gelê me û şervanên me. Piştî vî bajarokî, dor êdî ya navenda bajarê Reqayê ye."

BÎLANÇO

Ehmed bibîr xist, qonaxa çaremîn a pêngavê, piştî navbereke kin di 9'ê Gulanê de ji nû ve hate destpêkirin û bîlançoya 15 rojan a pêngavê eşkere kir. Ehmed anî ziman, hêzên wan ji aliyê rojava û rojhilat ve gelekî bi pêş ve çûn û li ser bîlançoya 15 rojan ev agahî da:

"Hêzên me ji eniyên rojhilat û rojava ve bi pêş ve çûn û gelek serketin bi dest xistin. Destketiya herî mezin a vê qonaxê ji bo me ew e, ku windahiyên me kêm e. Ev serketineke mezin e. Di nava 15 rojên bihurî de me qadek ji 656 kîlometreçargoşeyî rizgar kir. Di nava vî cihê hatiye rizgarkirin de 30 gund û 76 gundik hene. Di şerê 15 rojên dawî de 190 çete hatin kuştin. Termê 76 ji wan li herêmên di destê hêzên me de ne man. 12 çete jî ji aliyê hêzên me ve dîl hatin girtin."

Ehmed diyar kir, dewleta Tirk bi êrîşa li Qereçoxê re xwest pêşî li pêngava Xezeba Firatê bigire û destnîşan kir, ku wan bi biryardarî û bi israr pêngav dewam kirine û bi vî rengî pêşî li vê armanca dewleta Tirk girtine. Ehmed wiha dewam kir: "Me gavên dîrokî avêtin û em hê jî davêjin. Me ya ne pêkan bû, bi ser xist. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk êrîşî me kir. Êrîşa li Qereçoxê mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Armanca êrîşa li Qereçoxê, pêşîgirtina li pêngava Reqayê bû. Têkbirina vê pêngavê bû. Lê belê ji wan nehat ku pêşî li me bigirin. Me soza dan gelê xwe bi cih anî û hê jî bi cih tînin. Me xwe gihandin ber deriyê Reqayê. Êdî berê me li navenda bajarê Reqayê ye. Ji vî cihê em niha lê daxivin, Reqa tê dîtin. Di navbera vir û Reqayê de tenê gundek ma. Û em bi 8 kîlometreyan dûr in.

Heta ku em soza me daye gelê xwe bi cih bînin û ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê biçikînin, em ê nesekinin. Ez dibêjim, ew roj nêz in."

'BERÊ ME LI NAVENDA BAJÊR E'

Ji fermandarên eniya rojhilat Klara Kobanê jî anî ziman, ku bi şev û bi roj ew ber bi navenda bajêr ve diçin û diyar kir, ji aliyê siyasî û leşkerî ve gelek wateyên vê yekê hene.

Kobanê ragihandi rizgarkirina bajarokê Hamrat Nasra ji aliyê stratejîk ve DAIŞ têk biriye û destnîşan kir, ku di nava 15 rojên dawî yên pêngavê de wan dîtine, hêza DAIŞ'ê ya ku şerekî xurt bike, nemaye.

Klara Kobanê got, "Şerê 15 rojan nîşan dide, ku hêzeke cidî ya şer a DAIŞ'ê nemaye. Lê belê bi gelek rêbaz û taktîkên cuda êrîşkariya xwe didomîne. Mînak, bi taybetî taktîka çandina mayînan bi kar tîne. Her wiha wesayîtên bombebarkirî bi kar tîne. Tevî vê yekê, li Tebqayê û di qonaxa 4. de bi giranî êrîşên bi xwekujên bombe li xwe pêçandibûn, dike. Hê duh 7 ji van êrîşkarên bombeyî li gundê Baranê hewl dan êrîşî sê nuqteyên hêzên me bikin. Hêzên me ji ber hişyarî û tecrûbeya xwe ya taktîka şer, di van êrîşan de ti windahî nedan. Her heft çeteyên bombe li xwe pêçandibûn ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin.

Ji aliyê me ve, li hin cihan em nêzî sînorê navenda bajêr bûne. Li hin cihan di navbera me û bajêr de 2 kîlometre, li hin cihan jî 5 kîlometre hene.

Li xeta em bi pêş ve diçin, tenê gundek maye. Ew jî gundê bi navê Semra ye, ku parçeyek ji bajêr e."

'SERKETINA ME YA HERÎ MEZIN, RIZGARKIRINA SIVÎLAN E'

Kobanê destnîşan kir, ku her tim karê wan ê sereke rizgarkirina sivîlan û birina cihên ewle ye û wiha dewam kir: "Di hemû qonaxê pêngava me de, karê me yê sereke rizgarkirina sivîlan e. Di vê qonaxê de jî em bi heman rengî tevgeriyan. Di qonaxa çaremîn a pêngavê de ku ji nû ve hate destpêkirin, me tevî gund û gundikan bi deh hezaran sivîl rizgar kir. Em vê yekê weke serketineke gelekî mezin dibînin. Lê belê serketina me ya herî mezin jî wê rizgarkirina mal, gund û bajarê Reqayê be."

'EM Ê TOLA JINAN HILÎNIN'

Klara Kobanê diyar kir, dema wan dest bi pêngava rizgarkirinê kir, wan çend armancên bingehîn danîn ber xwe.

Kobanê destnîşan kir, ku armanca wan hilanîna tola jinên Êzidî ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku DAIŞ'ê bi fermana Şengalê re jinên Êzidî yên êsîr girt, li Reqayê di bazara koleyan de firot. Me got, 'Em ê tola van jinan hilînin'. Niha jî em gav bi gav bi pêş ve diçin û tola wan hiltînin. Bi hêrs û hilanîna tola van jinan em ber bi Reqayê ve dimeşin. Bêguman ne tenê ev, em tola hemû jinên ku DAIŞ wan weke kole dibîne, hiltînin.

Armanceke me ya din a girîng, paqijkirina axa Sûriyeyê ji DAIŞ'ê û çeteyên din ên mîna wê ye. Bi vê armancê em ber bi Reqayê ve dimeşin."

'EM Ê MIZGÎNIYÊ BIDIN'

Kobanê anî ziman, ku ew gav bi gav nêzî qonaxa dawî ya pêngavê dibin û got, "Ev yek jî qonaxa pêngava navenda bajarê Reqayê ye. Ji ber vê yekê, armanca me ya ji niha û pê ve navenda bajarê Reqayê ye. Em ê bi xurtî bi ser bikevin. Ji ber ku em bi îrade, bawerî û biryardarî vê didomînin. Dikarim bêjim ku em di asta dawî de ne. Em dikarin mizgîniya asta fînalê ya li Reqayê bidin."