'Em ê heta serketinê şer bikin'

Gerîlayan diyar kirin ku hesabê artêşa Tirk li bin guhê berxwedanê ket û gotin, "Em ê heta serketinê şer bikin. Em ê bi ser dijmin ve biçin."

Gerîlayan destnîşan kirin ku dewleta Tirk, li gel seferberkirina derfetên xwe hemûyan jî nekarî berxwedana gerîla têk bibe û gotin, wê çalakiyên xwe yên encamgir dewam bikin.

Gerîlayan ji ANF'ê re qala berxwedana mezin kirin. Gerîlaya YJA Starê Bişeng Cûdî diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên berfireh ên 23'ê Nîsana 2021'ê dest pê kirin, dewam dikin û gerîla bi îradeyeke mezin li ber van êrişan rabûne.

Bişeng Cûdî bal kişand ser pêşengiya Bawer, Delal û Ronahiyan a berxwedana destanî ya li qada Cîloyê Biçûk a Zapê û got, "Her wiha Ertûş, Viyan, Gulistan, Delal, Berwelat li dijî êrişên dijmin bi rengekî mezin li ber xwe dan, şer kirin. Bİ taybetî hevalên Delal û Viyan rê nedan mêtingeran, li dijî Kobrayan şer kirin. Li Zendûrayê li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî berxwedan bi ser ket. Li qadên Werxelê, Tepê Sor û Tabûra Ereban ên Avaşînê taktîkên gerîla yên serdema nû hatin nîşandan. Dijmin bi balafir, helîkopter, obus, hawan, katyûşa û çekên din ên giran êriş dikir, herî kêm 4-5 balafirên keşfê li herêmê digerand. Tevî vê yekê jî hevalên me bi tîmên biçûk û veşartî çalakiyên encamgir lidar xistin. Gerîla nîşan da ku dijmin wê nikaribe bi hêsanî bikeve xaka Kurdistanê û ji bo vê jî berdêl çi be amade ye ku bide."

GERÎLAYAN ÇALAKIYÊN ENCAMGIR LI DAR XISTIN

Gerîlaya YJA Starê Destîna Tolhildan diyar kir ku dewleta Tirk plana wê yekê dikir ku bi çekên ji teknolojî û kîmyasalê karibe gerîla biqedîne, lê belê hunera çalakiyê û berxwedana dîrokî ya gerîla dijmin şoq kir.

Destîna Tolhildan got, "Mîna dijmin îdîa kir ku wê çend rojan Avaşînê kontrol bike. Hevalên me bi mehan di tuenlên şer de şer kirin, bi tîmên biçûk çalakiyên mezin kirin. Şerê li herêma Zagrosê bû malê dîrokê. Li Şehîd Mûnzûr ji 5 baskan ve bi ser dijmin ve çûn û çek rakirin. Çalakiyên encamgir ên gerîla wê dewam bikin."

ŞERÊ HETA SERKETINÊ

Gerîlayê HPG'ê Xemgîn Bîrhat jî diyar kir ku dewleta Tirk derfetên xwe hemû seferber kiriye û got, "Artêşa Tirk bi teknîka xwe nikare îradeya gerîla teslîm bigire, nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigire. Em ji îdeolojî û felsefeya Rêber Apo bawer dikin, bi vî rengî şer dikin. Gerîla ji bo gel û axa Kurdistanê şer dike. Ne tenê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê heta serketinê şer bikin. Em ê bi ser dijmin ve biçin."