'Em ê bi rastiya jin a azad, tecrîdê têk bibin'

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî got, "Heta ku komplo bê beralîkirin em ê şer bikin. Em ê bi rastiya jin a azad, tecrîdê têk bibin."

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivî.

Rûken Jîrkî destnîşan kir ku komploya dewletên emperyalîst bi ser neket, ji ber ku mirovahiyê careke din ronahî dît û nehiştin ku bi hêsanî bê tarîkirin.

Rûken Jîrkî bi bîr xist ku komplo ketiye sala 24'an û got, "Em niha bi rastiya tecrîdê re rû bi rû ne. Dewletên emperyalîst hem bi rêya tecrîdê hem jî bi êrişên li ser tevgera azadiyê hewl didin komployoê bi ser bixînin. Rêberê me bi berxwedana xwe ya bi 23 salan, ku her roj di kesayetiya xwe de 40 carî şoreşê dike û bi Modernîteya Demokratîk tecrîd pûç kir. Komplo di her demê de ji aliyê hêzên komploger ve bi êrişên li ser tevgera azadiyê hate dewamkirin. Ya rast ev êriş her roj, her saetê dewam kir. Ev êriş ne tenê di salvegera komployê de hatin kirin. Lê belê rojên ku komplo hate kirin timî ji bo êrişan bi taybetî hatin diyarkirin. Mînak di 10'ê Sibata 2021'ê de li dijî qada me ya Garê ji aliyê endamê NATO'yê dewleta Tirk ve êrişeke dagirkeriyê hate kirin. Lê belê gerîlayên fedaiyên Rêber Apo ev êriş beralî kirin. Nehiştin ku bi ser bikeve. Çawa hat, bi wî rengî çûn.

Piştre meha Nîsanê li Werxelê, Mamreşo, Zendûra û qadên meyên din dest bi êrişan kirin. Berxwedaneke bêhempa li dijî êrişan hate nîşandan. Gelo di kîjan serdema dîrokê de hatiye dîtin, 4, 5 an jî 6 ciwanan li dijî artêşeke mezin a NATO'yê bi mehan li dijî çekên kîmyewî li ber xwe dane. Her cûre bombeyên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiyê hatin bikaranîn. Êrişên hovane, qetilkirin û kuştinên kiryar nediyar li gelê Kurd rewa hatin dîtin. Lê belê tevî her tiştî jî rastiya ku di felsefeya Rêberê me de hate destnîşankirin, li nava gelê Kurd belav bû. Me ti carî serî netewand. Tevî her tiştî me li ber xwe dan û em ê li ber xwe bidin. Em ê ti carî nehêlin ku komplo bi ser bikeve, heta ku komployê beralî bikin em ê şer bikin û berxwedana xwe dewam bikin."

Rûken Jîrkî destnîşan kir ku şerê wan şerê hilanîna tolê ji sîstema koletiyê ye û got, "Rastiya jinê ya pêşeng wê tecrîdê bişikîne û tevnên jiyana azad li gel Rojê bihûnînin."