BI DÎMEN

'Em dixwazin sîstemeke ku gel yekser tevlî dibe, bafirînin'

Endamên komîteya amadekar qala Eniya Demokrasiya Gel kirin û gotin, ew dixwazin hemû cihêrengiyan li hev bicivînin û sîstemeke ku gel yekser tevlî dibe, bafirînin."

Endamên komîteya amadekar û berdevkê Eniya Demokrasiya Gel dan xuyakirin, ku armanca wan avakirina sîstemeke wekhev, azadîparêz û demokratîk e.

Berdevk û rêveberan dan zanîn, Eniya Demokrasiya Gel demeke dirêj amakariyên damezrandinê dikir û wê di dema pêş de jî kongreya xwe pêk bîne. Berdevk û rêveberan destnîşan kirin, ku krîzên heyî yên li Başûrê Kurdistanê krîzên bingehîn ên sîstemê ne û gotin, mejiyê heyî yê siyasî, têra çareserkirina van krîzan nake.

EM ŞEXS Û CIVAKA DEMOKRATÎK ESAS DIGIRIN

Berdevkê Eniya Demokrasiya Gel (EDG) Dr. Mihemed Keyanî anî ziman, ku di rewşa heyî de li Başûrê Kurdistanê ji gelek aliyan ve krîz hene û destnîşan kişan kir, ku sedema bingehîn a vê yekê krîza siyasî ye. Dr. Keyanî diyar kir, bi sîstema heyî û mejiyê siyasî yê ku berjewendiyên gel esas nagire re pirsgirêk nikarin bên çareserkirin.

Dr. Keyanî da zanîn, ew dixwazin bi zîhniyeteke nû, daxwaz û pêdiviyên gel esas bigirin û pirsgirêk û krîzên heyî çareser bikin. Dr. Keyanî got, "Bi zîhniyet û sîstemeke xwe dispêre şexs û civaka demokratîk, ev pirsgirêk dikarin çareser bibin. Lewma em ê vê esas bigirin" û destnîşan kir, ku cudahiya bingehîn a navbera wan û partî-rêxistinbûyînên heyî, ev e.

Dr. Keyanî di dewama axaftina xwe de got, "Demokrasî ne ew e ku gel serê 4-5 salan carekê biçe ser sindoqan. Bi ya me, demokrasî ew e ku gel ji her alî ve di her kêliyê de bi vîna xwe tevlî rêveberiyê bibe. Sîstema rastî ya demokratîk ev e. Girîng e hemû qadên kar karibin xwe bi rengekî azad bi rêxistin bikin. Divê sendîka hebin. Pêwîstî bi rêxistinbûyînên karibin mafên mirovan biparêzin, heye. Eger pêşmerge parastinê dikin, divê mafên wan jî werin parastin." Dr. Keyanî bal kişand ser nêzîkatiya gel a li tevgera wan û destnîşan kir, ku nêzîkatiya gel gelekî erênî ye.

VÎNA GEL ESAS E

Dr. Keyanî da xuyakirin, ku karê esasî wê ji niha û pê ve ji aliyê Eniyê ve were meşandin û bibîr xist, ku gel di rewşe heyî de di nava şert û mercên gelekî giran de dijî, nema dikare xwe li sîstema heyî rabigire û diyar kir, ev yek jî pêwîstiya bi sîstema ji aliyê wan ve tê destnîşankirin, radixe pêş çavan.

Dr. Keyanî got, "Halbûkî di sîstema me de rewş berevajî vê ye. Gel xwe parçeyek ji sîstemê, xwediyê sîstemê dibîne û li gorî wê mafên xwe diparêze" û bi vî rengî qala taybetmendiya bingehîn a Eniyê kir: "Em ne partiyeke siyasî ne. Em xwe bi awayê eniyê bi rêxistin dikin. Lewma di nava vê eniyê de partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, şexsiyet, sendîka jî dikarin cih bigirin. Ev sîstem dikare hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Ji ber hemû cihêrengî, çand û bawermendên cuda dikarin bi vî rengî bi hev re bijîn û hurmetê nîşanî mafên hev bidin."

Endamê komîteya amadekar Dr. Kamûran Berwarî jî da xuyakirin ku Eniya Demokrasiya Gel rêxistinbûneke siyasî ye û ji ber ku bawer dikin, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi eniyeke bi vî rengî ya demokrasiyê heye, ji rêxistinkirina partiyeke ji rêzê wêdetir wan avakirina tevgereke bi vîr engî esas girtine. Dr. Berwarî qala cudahiya vê eniyê ji partiyên siyasî kir: "Partî xwe dispêre îdeolojiyekê û mirovên ji îdeolojiyên cuda nikarin di nav de cih bigirin. Lê belê di nava eniyê de, gelek rêxistinbûnên ji hev cuda dikarin cih bigirin."

DERÎ LI HER KESÎ VEKIRÎ YE

Dr. Berwarî da xuyakirin, ku pîvanên wan ên bingehîn wekhevî, azadî û edalet e û got, "Bêguman me ji nişka ve ev tevger bi rêxistin nekirin. Ev demeke dirêj e xebatên di vî warî de tên meşandin. Bi taybetî piştî rûdana krîzên civakî, aborî û siyasî yên li herêma Başûrê Kurdistanê gelek derdor li hev civiyan û di encamê de pêwîstiya bi rêxistinbûneke bi vî rengî derket holê." Dr. Berwarî diyar kir, hêz bi rêxistinbûnê dibe û got, "Dema mirov dibin hêz, dikarin guhertinê pêk bînin. Em jî bi vê eniyê dixwazin vê yekê bikin."

Dr. Berwarî da zanîn, Eniya hatiye ragihandin li hemberî ti hêzê nehatiye kirin û wiha dewam kir: "Bileks, deriyê vê eniyê li her kesî vekirî ye. Her kesên ji Kurdistan û her devera Iraqê dikarin cihê xwe di nava vê eniyê de bigire. Rêxistinbûneke vekirî ye. Ez bawerim wê ev enî bi tevlîbûna azadî û demokrasîxwazan re, di çareserkirina rewşa heyî û pirsgirêkan de, roleke girîng bilîze."

JIN NEBIN, KRÎZ JÎ ÇARESER NABIN

Ji endamên komîteya amadekar Şîrîn Mûrad diyar kir, EDG a bi pîvanên wekhevî, edalet û azadiyê tevdigere, wê di dema pêş de bi tevlîbûneke xurt berfireh bibe û destnîşan kir, tevgerek xwe dispêre gel û hêza xwe ji gel digire, wê ji sedî sed bi pêş ve biçe.

Şîrîn Mûrad bal kişand ser rola jinan a di nava vê rêxistinbûnê de û destnîşan kir, bi tevlîbûneke çalak a jinan krîzên heyî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dikarin werin çareserkirin.

Mûrad di dewama axaftina xwe de got, "Jin wê di vî karê eniyê de bi rola pêşengiyê rabin. Ji xwe di çareserkirina pirsgirêkên civakî û siyasî yên li herêma me û cîhanê, jin roleke mezin dilîzin. Bêyî pêşengiya jinan, çareseriya pirsgirêkan nepêkan e. Pirsgirêkên edalet û wekheviyê bi tenê bi mêran çareser nabe. Lewma divê jin li herêma me hîn bêhtir derkevin pêş.

...