'Em dikarin bi her kesê ku li gorî helwestnameyê ne, bibin hevpar'

Parêzer Kolûman anî ziman pêwîst e hemû saziyên Elewiyan li dijî pergala ku Elewiyan marjînal û asîmîle dike bên cem hev û belgeyeke helwestê biweşînin. Kolûman got ku ew dikarin bi her kesê ku li gorî vê belgeya helwestê nêzîk bibin re tevbigerin.

Parêzer Kolûman destnîşan kir ku divê Elewî di nava xwe de têgihiştin û rêxistinbûneke hevpar pêk bînin û pêwîst e li gorî armanca hevpar belgeya helwestê çêbikin.

Ji ber polîtîkayên cudaxwaz û marjînalkirinê yên dewleta Tirk, yek ji kesimên ku heta îro rastî komkujî, asîmîlasyon û zextan tên Elewî ne. Elewiyên ku nahêlin bawerî û ayînên xwe bi azadî bînin ziman, bi salan e di bin nîrê pêkhateya dewleta Tirk-Sunnî de dijîn. Beriya her hilbijartinên giştî rêxistinên Elewî ji aliyê partiyên desthilatdar û muxalefetê ve tên ziyaretkirin û soz tên dayîn, encax hevdîtineke din wê di hilbijartinan de be.

Delegeyê Desteya Bilind a Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Parêzer Cafer Kolûman têkildarî asta rêxistinbûna Elewiyan û polîtîkaya Elewîtiyê ya dewletê axivî.

Parêzer Kolûman anî ziman  Elewî ji serdema kevnar ve ji civakeke rêxistinkirî hatine û bi bîr xist ku tenê di encama zextên li ser nasnameyên wan ên olî de naveroka Elewîtiyê hat valakirin û nirxên wê tune hatin hesibandin.

Kolûman her wiha diyar kir, wexta ku Elewî di dema dewletên Selçûqî û Osmanî de dikaribûn di nava xwe de xweser bijîn, bi ragihandina komarê re Mustafa Kemal Ataturk sozên ku dabûn Elewiyan bi cih neanî û ev çand tune hesiband.

ELEWÎ BÊ RÊXISTIN KIRIN

Parêzer Kolûman da xuyakirin ku ji ber kêmbûna şerîetê û pêşketina laîktiyê Qanûna Tekiye û Zaviyeyan hatiye derxistin, lê bi vê yekê navendên baweriyê yên Elewiyan hatin girtin û wiha axaftina xwe domand: “Bi derxistina vê qanûnê re baweriya Elewîtiyê rastî gelek heqaretan hat. Her wiha bi avakirina Midûriyeta Karên Diyanetê şikandina duyemîn di nava Elewiyan de çêkir. Ji aliyekî ve dema ku meqamê Şêyxulîslamtiyê hate redkirin, ji aliyê din ve karên diyanetê hat damezrandin û ji bilî Sunnîtiyê hemû baweriyên din tune hatin hesibandin. Piştî Komkujiya Koçgirî û Dêrsimê naveroka çanda ocaxê hat valakirin û Elewî bê rêxistin kirin. Mixabin ev rewş her ku diçe kûrtir dibe.”

BAWERIYA ELEWÎTIYÊ XETERNAK TÊ DÎTIN

Di berdewamê de Parêzer Kolûman anî ziman ku nasnameya baweriyê ya Elewiyan ji aliyê wan bi xwe  ve hatiye paşguhkirin û got, “Baweriya Elewîtiyê baweriyek e ku nirx dide pêkhateya pir nasnameyî, jin, zarok û xwezayê. Ji ber vê sedemê li gorî baweriya yek Xwedayî xeternak hatin dîtin. Naveroka vê baweriyê vala kirin û hewl dan ku li gorî xwe re şêweyekê bidinê. Ji ber ku komar di rojên destpêkê yên damezrandina xwe de li ser Tirkan û Sunnîtiyê hat avakirin. Baweriya Elewîtiya ku weke xeter dihat dîtin, bi demê re naveroka wê ji aliyê dewletê ve hat valakirin. Elewiyan bi vê armancê modela rêxistinbûyîna xwe ya baweriyê pêş xistin. Bi taybetî jî piştî Komkujiya Sêwasê ya 1993’an, Elewiyan kumê xwe danîn ber xwe û biryar dan ku divê xwe birêxistin bikin. Ev rêxistinbûyîn hê jî dewam dike."

SOZÊN HILBIJARTINÊ

Parêzer Kolûman di beşek din a nirxandinên xwe de got ku hikûmetên Tirkiyeyê tenê di hilbijartinan de têkildarê pirsgirêka Elewiyan soz didin, lê piştre ev soz hatin jibîrkirin. Kolûman ev tişt parve kir: “Di her hilbijartinê de bi me re hevdîtin tên kirin. Mînak ji havîna 2020’an û vir ve ji hezarî zêdetir cemevî re mufetîş hatine şandin û hevdîtin tên kirin. Gotin ku daxwazên me çi ne û ew ê piştgiriyê bidin me. Lê bi pêkanîna vê yekê re, weke ku xêrek kiribin nêzîk dibin. Em dibînin ku ew van hemûyan li ser bingehek bi beranberî pêk tînin. Hewl didin di hilbijartinên pêş de piştgiriyê ji Elewiyan bigirin. Lê Elewî di vê mijarê de xwedî ezmûn in. Elewî van hewldanan weke pêngavên siyasî dibînin. Ji ber vê yekê ew li dijî bûna hevalbend in. Ger desthilatdariya siyasî berjewendiyên Elewiyan binirxîne, divê qîmetê bide nasname û navendên me yên baweriyê.”

DIVÊ BELGEYA HELWESTÊ YA ELEWIYAN HEBE

Parêzer Kolûman destnîşan kir ku divê Elewî di nava xwe de têgihiştin û rêxistinbûneke hevpar pêk bînin. Kolûman destnîşan kir ku divê di çarçoveya armanca hevpar de bibin yek û belgeya helwestê çêbikin.

Kolûman di derbarê belgeya helwesta hevpar de ev xal rêz kir:

● Li gundên Elewiyan avakirina mizgeftan bê rawestandin.

● Cihên pîroz ên hecê, bi taybetî jî perestgeha Hecî Bektaş-î Velî, ji civaka Elewî re bên vegerandin.

● Serokatiya Karên Diyanetê demildest bê betalkirin, li şûna wê Desteya Karên Diyanetê ya Bilind bê damezrandin û bibe avadaniyeke sivîl.

● Otela Madîmak a li Sêwasê ji Wezareta Çand û Tûrîzmê bê girtin û bikin 'Muzeya Şermê'.

● Divê dersên olî yên mecbûrî bên rakirin.

Parêzer Kolûman diyar kir ku pêwîst e hemû saziyên Elewiyan li dijî vê pergala ku Elewiyan biçûk dixîne û asîmîle dike, li hev bicivin û neçare belgeyeke helwestê ya ku ji van xalên li jor pêk hatiye  biweşînin; her wiha dikarin bi her kesê ku li gorî vê belgeya helwestê nêzîk bibin re tevbigerin.