Elmanyayê festîvala çandê ya Êzîdiyan qedexe kir

Li bajarê Celle yê Elmanya îro plana wê hatibû kirin 1. Festîvala Çandê ya Êzîdîyan pêk were lê şaredariyê di kêlîka dawî de destûra ku dayî betal kir.

Şaredariyê her çendî têrnekariya parkê û fikara ewlehiyê ji xwe re kiribe hincet jî Hevserokê Mala Êzdiyan ê Celle Derwêş Duran ji ANF’ê re got, ‘’ev biryareke siyasî ye û ji hêla rêveberiya eyaletê ve hatiye standin.’’

Li Celle ya Elmanya ku gelek Êzîdî lê dijîn wê îro ji malxweyitiyeke girîng bikira. 1. Festîvala Çandê ya Êzîdiyan di serî de Êzidiyên Celle wêb i tevlêbûna hemû Êzidiyên Ewropa pêk bihata.

 Festîvala ku bi pêşengiya Navenda Yekîtiya Komaleyên Êzîdî (NAV-YEK), Meclîsên Jin ên Êzîdî, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ), Platforma Hunermendên Kurd ên Êzîdî (PHKÊ) û Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ve hatibû organîzekirin, armanc dikirin ku bawerî û çanda Êzîdiyan bigihînin mirovên din.

DESTÛRA KU ŞAREDARIYÊ DABÛ HATE BETALKIRIN

Ji bo festîvalê gelek hunermendên Kurd hatibûn vexwendin. Festîval di kêlîka dawî de ji hêla şaredariya Celle ve hate betalkirin. Şaredariya Celle ku yekîneyên wan berê destûr dabû, got, ‘’ji derveyî bajêr wê gelek kes werin, ev ê pirskgirêka parkê û ewlehiyê bîne. Ji bo vê jî haziriyên baş nehatine kirin’’

Endamê Komîteya Amedakar, Hevserokê Mala Êzîdiyan a Cella Derwêş Dûran li dijî vê biryarê helwest nîşan da û got, hinceta şaredariyê ne rast e û got, 10 û 20’ê Nîsanê du caran ew bi rayedarên şaredariyê re rûniştine û wiha got: ‘’Her du caran jî rayedara li serdana me nerîn û destûr dan. Wê demê tevdîrên me yên ji bo ewlehiyê û parkê qebûl kirin. Me got têra xwe cihê parkê me peyda kirin û bi sedan kes ji bo ewlehiyê me peywirdar kirine. Şaredariyê jî ev haziriyên me pejirandin.’’

POLÎS: BIRYAR JI HÊLA RÊVEBERIYA EYALETÊ VE HATIYE DAYIN

Derwêş Duran, hevdîtina bi Şaredarên Celle Dr. Jorg Nîgge re jî vegot û got: ‘’Birêz Nîgge diyar kir tiştekî ku were kirin nîn e, biryar ji hêla yekîneyên dî ve hatiye wergirtin û bi temamî siyasî ye.’’

Duran bal kişande ser hevdîtina bi rayedarên polîsan re jî û got, ‘’Wan bi rengekî vekirî ji me re gotin biryar ji hêla rêveberia Eyaletê ya Saksonyaya Jêr ve hatiye dayin’’

Duran got di demên dawî de Elmanya bûye parçeyek ji polîtîkaya dijî Rojava û Şengalê û got, ew ê li dijî vê biryare giliyê xwe bikin.

Wezareta Karê Navexweyî yê Elmanya beriya niha, 2’yê Adara 2017’an bi giştînameyeke ku eyaletan re şandî xwestibû ku ala û saziyên gelek partî û sazî û dezgên Kurd ên wekî PYD, YPG, YPJ, PCDK, PJAK, YXK ve NAV-DEM’ê werin qedexekirin.

Heman rojê çeteyên girêdayî PDK’ê êrîş biribûn herêma Xanesorê ya Şengalê ya di bin kontrola YBŞ/YJŞ’ê de. Piştre derketibû holê çekên ku çeteyên bi navê ‘’Pêşmergeyên Rojava’ bi kar anîn, malzemeyên leşkerî yên Elman bûn ku bi navê ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê’ dabûne PDK’ê.