Elmanyayê darizandina 3 çeteyên DAÎŞ’ê asteng kir

Sê çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Elmanyayê yên di destê QSD’ê de biribûn Elmanyayê. Derket holê ku rêveberiya Berlînê nehiştiye ku ev çete werin darizandin.

Kovara nûçeyan a Elmanyayê Der Spîegel îro li ser malpera xwe nûçeyek weşand û diyar kir ku endamên DAÎŞ’ê Yûnûs Emre Sakarya, Mûhammed Zammar û Ogûz G. ên di nav destê hêzên YPG û QSD’ê de aliyê saziya îstîxbaratê ya DYE’yê FBI hatine lêpirsîn.

Di lêpirsînan de van çeteyên DAÎŞ’ê derbarê êrîşên terorê agahiyên girîng dan û rêveberiya DYE ji bo van hemwelatiyên Elmanyayê têkilî bi hikumeta Elmanyayê re danî.

Li gorî nûçeyê rêveberiya DYE’yê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymanek çêkiriye, ev çeteyên DAÎŞ’ê ji ser Başûrê Kurdistanê birine Elmanyayê û biryar daye ku wan darizîne. DYE ji bo vî tiştî jî bi rêveberiya Berlînê re rûniştiye.

Li gorî îddîaya Der Spîegel hikumeta federal a di bin serokwezîriya Angela Merkel de berê ji bo anîna Mûhammed Haydar Zammar  û Yûnûs Emre Sakarya gotiye erê lê piştre dev jê berdaye. Di heman nûçeyê de hate diyarkirin ku li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 74 çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Elmanyayê hene.

HER SÊ JÎ ENDAMÊN GIRÎNG ÊN DAÎŞ’Ê NE

Yûnûs Emre Sakarya li Tirkiyeyê tevî polîsên tevgera taybet û leşkeran bûbûn şîrket, çek û malzemeyên leşkerî ji DAÎŞ’ê re dişand.Sakarya ji Kolnê tevî nav çeteyan bû û beşdarî êrîşa terorî ya li dijî Konsolosxaneya DYE’yê ya li Bangaziyê bûbû.

Mûhammed Haydar Zammar jî yek ji koma êrîşa terorî ya di 11’ê Îlona 2001’an de ye ya ku li DYE’yê pêk hatibû.

Ogûz G. ê ku di Cotmeha 2017’an de di dema rizgariya Reqayê de hatibû girtin, agahiyên veşartî dabû QSD’ê û bi vê agahiyê re pêşiya êrîşeke terorî ya li Elmanyayê hatibû girtin.

Nûçeyên derbarê mikurhatin û çalakiyên terorê yên her sê çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Elmanyayê ne berê jî di ANF’ê de hatibû weşandin.