Elmanê 80 salî li dadgehê dersa Ocalan û YPJ'ê da!

Aktivîsê aştiyê Claus Scheer ku ji bo alaya YPJ'ê hilda û pankarta 'Ji Ocalan re azadî'' rakiriye, hate darizandin, derseke dîrokî da dadgeha Munîhê û got, ''Beriya bi 40 salî ji bo azadiya Mandela min çi kiribe niha jî ji bo azadiya Ocalan dikim.''

Claus Scheer ê 80 salî, li Mûnîhê ya Elmanyayê pasîfîstekî naskirî ye. Scheer ku salên 80'yî li dijî biçekbûna Elmanyayê sekinî, tevlî nav çalakiyên dijî nîjatperestan bûyî û ji bo gelên çewisandî pêşengî ji çalakiyan kirî, 17'ê Sibata 2018'an di xwepêşandanên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de alaya YPJ'ê hildabû û pankarta ''Ji Ocalan re azadî'' rakiribû, ku li ser pankartê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû.

Aktivîstê Elman ji hêla yekîneyên ewlehiyê yên Mûnîhê ve hatibû sûcdarkirin ku ''propagandaya PKK'ê ya qedexe kiriye''. Danişîna pêşî ya doza skandal ku bi daxwaza dozgeriyê hatibû vekirin, li Dadgeha Îdarî ya Mûnîhê hate dîtin. Scheer ku parastina xwe ya pêşî kirî, derseke dîrokî da şandeya dadgehê ya ku ew didarizand û da dozger.

PIŞTEVANIYA LI YPJ'Ê NE SÛC E

Scheer got ti caran ne 'sûc' e ku alaya YPJ'ê were hildan, YPG û  YPJ'ê 2014'an bi hezaran Êzîdî ji dest çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirine. Aktivîstê Elman got li gel berxwedana birûmet a YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, ti caran hiqûqa navnetewî binpê nekiriye û bi domdarî wiha axivî:

''Berevajî vê, artêşa Tirk ku Efrîn dagir kirî hiqûqa navnetewî binpê kirine. Dozgerî bi hincetên kelevajî dibêje, bi alayên YPJ'ê propagandaya PKK'ê tê kirin û ev sûc e. Ev qedexe û lêpirsînên wiha, li ser mijara êrîşên Erdogan ê despot ên li ser Kurdan, ên li nav sînorên xwe û li Sûriyê û Iraqê wêrek dike.''

'TIŞTA KU MIN JI BO MANDELA KIRIN NIHA JÎ JI BO OCALAN DIKIM'

Scheer got hilgirtina pankarta ''ji Ocalan re azadî'' ne ''sûc'' û domand, ''Wezareta Navwe dibêje, tenê ew wêneyê Ocalan ê li ser zemîna zer qedexe ye. Lê Ocalan ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştî çareser bibe bi roleke kilîdê radibe. Qedexekirina wêneyên Ocalan û nexwetsina azadiya Ocalan, tê maneya redkirina çareseriyê.''

Scheer bi bîr xist beriya bi 40 salî ew tevlî nav xwepêşandanên dijî rejîma Apartheîdê ya Başûrê Efrîkayê bûye, daxwaza azadiya Neslon Mandela kiriye û domand, ''Wê demê min pankarta bi nivîsa ''Ji Mandela re azadî'' hildigirt, a bi wêneyê Mandela. Piştî 40 salî ez niha vê ji bo Ocalan dikim. Ez ê hemû mafên xwe yên yasayî bi kar bînim û azadiya Ocalan biparêzim.''

Scheer got ew çûye Kurdistanê, gundên Kurdistanê ku dewleta Tirk ew şewitandine dîtiye, li gel israra di şer de ya Erdogan a van salên dawî jî, Ocalan û PKK gelek caran bang ji bo aştî û çareseriyê kirine.

RAYEDARÊ DEWLETÊ: MIJAR OCALAN BE WÊNE SERBEST IN

Scheer piştî parastina xwe daxwaz kir ku doza ku li ser hatî vekirin were girtin, pisporekî ji Wezareta Navxwe ku li dadgehê fikra xwe got, diyar kir, ew YPJ'ê û YPG'ê mîna baskên PKK'ê nabînin, lê PKK alayên du rêxistinan jî mîna 'sembolên pêvek'' bi kar tînin. Rayedarê dewletê got divê li Elmanyayê sembolên YPG û YPJ'ê neyên qedexekirin û posterê Ocalan ji bilî rewşên awarte qedexe ne. Kesê pispor got, ''Heke mijar wêneyê şexsî yê Ocalan be, wêneyên Ocalan serbest in''.

Doz hate taloqkirin.