El Zaîdî: Çeteyên Tirk divê ji welatê me derkevin

Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mûstafa El Zaîdî got, "Divê Tirkiye û çeteyên wan ji welatê me derkevin. Yekane armanca Erdogan, dagirkerî ye. Em jî mîna Kurdan li ber xwe didin."

Li ser rewşa Lîbyayê, ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike, wm bi Wezîrê Tenduristiyê yê berê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve û  Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mûstafa El Zaîdî re axivîn.

'YA KU LI LÎBYAYÊ DIQEWIME KOMPLOYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YE'

Dr. El Zaîdî diyar kir ku rewşa niha ya li Lîbyayê parçeyek ji rewşa giştî ye û got, "Hêzên herêmî û navneteweyî di çarçoveya berjewendiyên xwe de şerekî mezin li gelê Lîbyayê ferz dikin. Lê di vir de tengav bûne. Ev hewldanên wan dibe ku tenê bi kêrî parçebûna herêmê bê, lê wekî din bi kêrî kesî nayê. Ya ku niha dixwazin bikin ev e; gel li hemberî hev bide şerkirin, parçekirin û herêma ku xistine vê rewşê, bikin ku ji wan re bê hiştin. Pêwîste ev yek bi rengekî eşkere bê gotin; bûyerên li Lîbyayê diqewimin komploya hêzê navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ji sala 2011'an ve -di serî de NATO- li gel hêzên herêmî dijminatiyê li gel dikin û komployê dimeşînin. Ne tenê NATO, her wiha gelek hêzên li derveyî NATO'yê jî bi rengê hewayî, bejahî û deryayî 8 sal in Lîbyayê dikin hedef."

Dr. Zaîdî ragihand ku şerê li Lîbyayê bi destê hêzên derve hatiye derxistin û got, "Ji ber ku hêzên rojavayî dixwazin hêza xwe nîşan bidin û ferz bikin. Dema ku Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê xwest pirsgirêkê çareser bike, dewletên rojavayî dewletên xwe yên şer weke amûrekê xistin nava Lîbyayê."

'TIRKIYE BI RÊYA ÇETEYAN DIKEVE NAVA WELATÊ ME'

El Zaîdî destnîşan kir ku yek ji van amûran jî Tirkiye ye û wiha dewam kir: "Enqere bi hêza xwe ya hewayî, deryayî û bejahî kete nava Lîbyayê. Qîma xwe bi vê jî neanî, bi hezaran kesên ku tê gotin Sûriyeyî ne, bi navê artêşa Tirkiyeyê anîn Lîbyayê. Kî dibin bila bibin, ji ku tên bila bên, nasnameya xwe ji ku dibe bila bibe, ew êdî endamên artêşa Tirk in û em bi vî rengî dibînin. Hilweşandin û komkujiyên ku bi destê wan komên çete li Sûriye û Iraqê kir, niha dixwazin heman tiştî li Lîbyayê jî bike. Em zanin ku kê DAÎŞ xist nava Sûriye û Iraqê. Ma ne bi rêya MÎT a Tirk ketin wan welatan. Em baş zanin ku îstîxbarata Tirk rê li ber wan vekir. Ev yek bi belgeyan piştrast bûye.

Ya ku niha li Lîbyayê dikin, berjewendiyên xwe, hêzên xwe yên leşkerî û desthilatdariya Birayên Misilman ferz dikin û dixwazin şer bi vî rengî bimeşînin. Van hemûyan jî bi agahî û piştgiriya dewletên navneteweyî dikin."

'EM JÎ MÎNA TEVGERA KURD LI BER XWE DIDIN'

Dr. El Zaîdî anî ziman ku Tirkiyeyê bi agahiya DYE'yê amûrên xwe yên hewayî, deryayî û bejahî xiste nava Lîbyayê û got, "Em vê yekê weke dewama komploya herêmî û navneteweyî dibînin ku ji sala 2011'an ve dewam dike. Rola Tevgera Neteweyî ya Lîbyayê ew e ku li ber vê yekê rabe û li ber xwe bide. Em; ku parçeyek ji tevgera welatparêz û neteweyî ya Lîbyayê ne, mîna tevgerên neteweyî yên Kurd ji bo welatê xwe li ber xwe didin. Saziyên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine amadekirin hemû, ji bo dewamkirina şerê li Lîbyayê ye û ji bo vê armancê jî şer û lîstikên qirêj tên meşandin. Ev hêzên dagirker dixwazin dewlemendiya Lîbyayê hemû bidizin. Her kes zane ku Lîbya ji aliyê çavkaniyên binê erdê ve bi taybetî petrolê, welatekî gelekî dewlemend e. Lê belê gel niha di asta xelayê de ye, birçî hatiye hiştin."

'LÎBYA TI CARÎ NEKET BIN DESTHILATDARIYA OSMANIYAN'

Dr. El Zaîdî diyar kir ku berxwedana wan a li dijî vê dagirkerî û talankeriyê wê heta dawiyê dewam bike û got, "Dixwazim vê yekê bi rengekî vekirî bêjim; Ya ku niha Tirkiye li Lîbyayê dike, bi rengekî fermî dagirkerî ye. Ji xwe ne pêwîste ku ev yek bê şîrovekirin. Serokkomarê sîstema Tirkiyeyê dibêje, 'Lîbya mîrateya pêşiyên min e û li wir Tirk hene'. Ev jî dereweke mezin e. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê jî dibêje, 'Em hatine ji bo li Lîbyayê mayinde bibin'. Wezîrê Karên Derve yê tirkiyeyê dibêje, 'Lîbya parçeyek ji ewlekariya Tirkiyeyê ye'. Gelo van bi kîjan aqil û mantiqî dibêjin!

Dixwazim her kes vê yekê baş zanibe; Tirkiye ti carî li Lîbyayê bi cih nebûye. Osmanî ti carî li vir bi cih nebûye û Lîbyayiyan ti carî serdestiya Osmaniyan qebûl nekirine. Li parzemîna bakurê Efrîkayê, yên ku yekem raperîna çekdarî li dijî Osmaniyan dan destpêkirin û ew qebûl nekirin gelê Lîbyayê ye. Bila her kes bi vê zanibe û yên dixwazin hîn bibin jî bila li dîrokê binerin."

'DIVÊ ÇETEYÊN TIRKIYEYÊ JI WELÊT BÊN DERXISTIN'

Dr. El Zaîdî destnîşan kir ku krîz û pirsgirêkên li Lîbyayê bi Lîbyayiyan dikarin bên çareserkirin û wiha dewam kir; "Em nabêjin ku çareserî wê bi artêşê bibe, lê wê bi siyasî bibe. Tirkan û çeteyên wan Trablûs dagir kirin. Van çeteyan di heman demê de sivîl ji bo xwe weke mertalekê bi kar anîn. Artêşa me ya neteweyî nexwest xwîna sivîlan bê rijandin û bi vê fikarê tevgeriya. Bêguman çareseriya siyasî jî piştî ku çete hemû ji welêt hatin derxistin wê pêk were. Yanî ew çeteyên Sûriyeyî -mixabin dibêjim Sûriyeyê, lê belê hemû çete û leşkerên artêşa Tirk in- û hemû hêzên din ên biyanî piştî ku ji welêt hatin derxistin, hingî çareserî dikare pêk were. Piştî ku artêşa neteweyî li Trablûsê serwer bû, hingî li Lîbyayê pirsgirêk dikare çareser bibe. Ne pêwîste ku tenê bi hêza leşkerî bikeve herêmê, bi lihevkirinê jî dibe, rêyên çareseriyê hene û ev yek jî bi Lîbyayiyan dibe. Yanî bi çeteyên ji derve çareserî nabe, hebûna wan a li wir bi xwe pirsgirêk e. Pirsgirêk bi yekbûn û tifaqa hêzên Lîbyayî dibe."

Dr. El Zaîdî got, "Ev yek mafê herî xwezayî û mafdar ê me û gelê Lîbyayê ye. Ne Erdogan ne jî Trûmp divê kes hewl nede Lîbyayiyan bi rê ve bibe. Eger beşek ji Îxwaniyan li Lîbyayê be hingî bila derbasî qada siyasî bibin. Lê belê bila dest ji qetilkirina gel berdin, bila dest ji tundiyê û êrişên çekdarî berdin. Artêş jî artêşa neteweyî ye, artêşa şexsekî, eşîrekê yan jî qebîleyekê nîne. Artêş ji bo parastina tevahiya gelên welêt heye. Eger qala dewletê tê kirin, hingî dewletek bêyî artêşê nabe."

'EM BI KURDAN Û MÛXALÎFAN RE NE'

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî El Zaîdî got, "Bi navê Tevgera Neteweyî ya Giştî ya Lîbyayê dixwazim bêjim, ku em bi her partî û saziyên li dijî desthilatdariya Tirkiyeyê li ber xwe didin re ne."

El Zaîdî destnîşan kir ku ew bi gelê Kurd re ne û got, "Helwesta me berê jî bi vî rengî bû. Helwesta me û Ereban berê, di dema Cemal Avdil Nasir jî wiha bû. Kaddafî jî heman tişt anîbû ziman. Neteweya Kurd û neteweya Ereb birayên hev in. Em zanin ku heman biratiyê ji bo gelê Tirk jî dike. Neteweya Kurd neteweyeke bêguneh e. Lê belê divê bê zanîn ku ev asîmîlasyona li gelê Kurd tê kirin wê ti carî bi ser nekeve. Banga min li çepa Tirk e; Rê nedin êrişên li dijî mafên Kurdan, bi gelê Kurd re bin, ji ber ku Erdogan û desthilatdariya wî ti carî helwestekê ji bo berjewendiyên gelan nîşan nadin. Kurd li dijî tank, top û balafirên şer wê mafên xwe bi dest bixin."