Eksîk: Tayînkirina qeyûm nîşaneya dijminatiya li Kurdan e

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, tayînkirina qeyûman nîşaneya berbiçav a dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan e û destnîşan kir, wê vê bêhiqûqiyê tu carî qebûl nekin.

Hikumeta AKP'ê di 23'ê Adarê de li şaredariyên HDP'î yên Êlih, Farqîn, Lice, Egîl, Norşîn, Gokçebag û Halfelî qeyûm tayîn kir. Hevşaredar jî destgîr kir. Yek ji şaredariyên HDP'î ku qeyûm lê hate tayînkirin şaredariya bajaroka navendî ya Îdirê Halfelî ye. Hevşaredarê Halfeliyê Hasan Safa piştre hate girtin.

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir ku tayînkirina qeyûm bêhiqûqî ye. Parlamenter Eksîk destnîşan kir, ku desteserkirina îradeya gel nîşaneya berbiçav a dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan e.

Eksîk got, "Ne gelê me ne jî HDP vê bêhiqûqiyê qebûl nakin" û wiha dewam kir: "Ji ber ku ew îradeya gel temsîl nakin, bi zorê dest danîne ser îradeya gel. Mîna li tevahiya cîhanê şaredariyên me jî tevî gelê me li dijî vîrûsa koronayê têdikoşiyan, lê belê qeyûm li wan hate tayînkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî xweş li AKP'ê tê."

GELÊ ME WÊ HESABÊ VÊ DI HILBIJARTINÊ DE BIPIRSE

Eksîk ragihand, tayînkirina qeyûm di demeke wiha de cihê şermê ye û got, "Ji AKP'ê heye ku wê ti carî hesabê vê bêhiqûqiyê jê neyê pirsîn. Dema ku sindoqa hilbijartinê danîn ber gelê me gelê me wê bi rêya demokrasiyê bi rengê herî tund hesab jê bipirse, wê wan di sindoqê de bifetisîne. Gelê me wê ti carî vê dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan qebûl neke. Di dema şewbê de tayînkirina qeyûman li şaredariyên me û girtina hevşaredarên me nayê qebûlkirin."

Parlamenter Eksîk ragihand ku beriya niha li gelek şaredariyên HDP'î qeyûm hatin tayînkirin û got, "Bi şaredariyên di destê me de man me xizmetên xweş ji gelê xwe re dikir. Bi taybetî şaredariya me ya Halfelî di mijara xizmetê de şaredariyeke mînak bû. Şaredariya Halfelî berê di destê AKP'ê de bû. Di vê hilbijartinê de gelê me tercîha xwe li HDP'ê kir. AKP ku xizmetên HDP'ê yên li Halfeliyê dît, qeyûm li şaredariya me bi cih kir. Di demekê de ku gelên cîhanê li dijî vîrûsa koronayê piştgiriya hev dikin, AKP ji bo pêşî li alîgirên xwe veke dest danî ser şaredariya me."