Ekîn Wan li ser gora xwe hate bibîranîn

Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di şerê bi hêzên dewleta Tirk re şehîd bû, li Wanê li ser gora xwe hate bîranîn.

TJA’ê Kevser Elturk a di 10’ê Tebaxa 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wê ji aliyê leşkeran we hatibû teşhîrkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Merkez Îpekyolu Karşiyaka bi bîr anî. Gora Ekîn Wan berê ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû xerakirin.

Aktivîstên TJA, (MEBYA-DER), Meclîsa Dayîkên Şemiyê, HDP’ê û nûnerên DBP’ê a navçeyê tevlî bîranînê bûn.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Xanim Kaya diyar kir ku piştî şehadeta Ekîn Wan cenazeya wê hat êşkencekirin û teşhîrkirin û da zanîn ku êşkence di şexsê Ekîn Wan de li dijî hemû jinan hatiye kirin.

Hevseroka navçeya Rêya Armûşê Canan Ûzûnay anî ziman ku di nava şer de exlaq û hiqûq heye lê li ba Tirkiyeyê ev tişt tineye.

Ûzûnay destnîşan kir ku li dijî hemû êrîşan wê têkoşîna xwe her tim bidomînin.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehit Namirin", "Bijî berxwedena jinan" û bi qerenfîl danîna ser gora Ekîn Wan bi dawî bû.