Ehmed a YNK'î ji bo Diyar Xerîb sersaxî xwest

Berpirsyara Karên Derve ya Navenda YNK'ê Şahnaz Îbrahîm Ehmed ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb peyama sersaxiyê weşand.

Berpirsyara Karên Derve ya Navenda YNK'ê Şahnaz Îbrahîm Ehmed der barê şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) de, ku 5'ê Tîrmehê li Qendîlê ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'BI DESTÊ DIJMINÊ KURDAN Û NOKERAN ŞEHÎD BÛ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevalê Diyar Xerîb bi destê dijminên Kurdan û nokeran şehîd bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Hevalê Diyar Xerîb bi fedakariyeke mezin salên dûr û dirêj tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû. Sersaxiyê ji malbata wî, ji endamên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û gelê Kurd re dixwazim. Li pêşberî têkoşîn û karê hevalê Diyar Xerîb bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.

Hevalê Diyar Xerîb bi destê dijminên gelê Kurd û nokeran ve şehîd hate xistin. Vê yekê em gelekî êşand. Hevalê Diyar Xerîb ji bo parastina xaka Kurdistanê bi rûmeta xwe tevlî nava karwanê şehîdên nemir ên Kurdistanê bû. Hevalê Diyar Xerîb wê di hişê gelê Kurd de her zindî be.

Têkoşîna ku hevalê Diyar Xerîb di oxira wê de heta dawiyê têkoşiya wê her bidome. Silavan li hevalan hemûyan dikim."