Edîtora MA û xebatkara çapemeniyê ya HDP'ê hate destgîrkirin

Edîtora Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ziyan Karahan û xebatkarê çapemeniyê yê HDP'ê Vedat Dag hatin destgîrkirin.

Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Pişti qeyûm tayînî şaredariyan kirin, polîsan li gelek bajaran bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonên serdegirtina malan de Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamya (MA) Ziyan Karahan li malê binçavkirin. Polîsan bi ser mala Karahan de girtin û Karahan li malê binçavkirin. Parêzerê çûn hevdîtina Karahan bi hinceta hêjmara kesên hatine binçavkirin zêde ye, destûr nedan ku bi Karahan re hevdîtin bikin.

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk di serdegirtina avahiya HDP'ê ya Amedê de xebatkarê çapemeniyê yê HDP'ê Vedat Dag jî destgîr kirin.