Ebdî: Em ê hêzeke leşkerî ava bikin ya ku wê bibe garantiya Sûriyeyê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî  diyar kir ku ew ê dest bi veavakirinê bikin û bal kişand ser vî tiştî ku wê bingeha hêzeke leşkerî deynin a ku wê bibe garantiya Sûriyeyê.

Li Fermandariya QSD’ê ya li Hesekê bi tevlêbûna 600 delegeyan, pêkhateyên QSD’ê bi slogana ‘Ji qedandina terorê ber bi pêkanîna îstîkrarê’ civîneke salane li dar dixin.

DI ROJEVA CIVÎNÊ DE ÇI HEYE?

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di civînê de axivî û got “Piştî me û Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê serkeftin bi dest xistin, îro em civîna salane ya QSD`ê bi rê ve dibin. Civîn ji bo nirxandina serkeftinên leşkerî û siyasî ku hatine bidestxistin her wiha nirxandina kêm û kurtiyên da ku em bingehên oparasyonên leşkerî yên pêngava bê deynin, ango piştî têkçûna DAÎŞ`ê, mîsogeriya aramî û ewlehiya li hemû herêmên Sûriyeyê pêk were be."

Mezlûm Ebdî wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev civîn wê bingeha avakirina hêzeke leşkerî û garantiya Sûriyeke azad û hevgirtî be, em îro bi şerê gefan li pêşeroja me dixwe rû bi rû dimînin. Di serî de şerê li dijî DAÎŞ`ê ku hêj israra wêrankirina vî welatî dike, em li vir dibêjin pêngava nû zehmet û çetin e, nexasim ku şaneyên DAÎŞ li herêmê û herêmên niştecih hene, lewma rojeva sereke ya vê kombûnê, şerê li dijî DAIŞ`ê ye."

Mezlûm Ebdî îşaret bi berxwedana li dijî DAÎŞ`ê kir û wiha anî ziman: "Di heman demê de em Koalîsyona Navdewletî teşwîq dikin ku beşdarî şerê li dijî DAÎŞ`ê bibin, da ku serkeftin pêk were."

GEFÊN TIRKIYEYÊ TÊKBIRINA DAÎŞ’Ê ASTENG DIKE

Ebdî got: "Me berê jî tekez kiribû ku êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bandoreke neyînî li şerê Hêzên Sûriya Demokratî yên li dijî DAÎŞ`ê kirin, her wiha gefên Tirkiyê li ser hêzên me planên hêzên me û hêzên kaolîsyona Navdewletî yên têkbirina DAÎŞ`ê asteng dikin. Em li vir bi hevkariya bi DYE`yê re hemû hewldanên diyalogan bi dewleta Tirk re dikin,  der barê mîsogeriya aramiya herêmê li hevkirinên pêşekî hene, ku ew jî diyarkirina nuqteyên li ser sînor e û dê ji oprasyonê re erênî be."

EFRÎN JI BO ME GIRÎNG E

Mezlûm Ebdî têkildarî vegera şêniyên Efrînê jî wiha axivî:"Ji bo serketina proseya aştîya navbera me û Tirkiyeyê de, Efrîn gaveke girîng e, ji ber vegera şêniyên ji xalên bingehîn in û bêyî wê ne pêkan e li Sûriyeyê aştî pêk were."

Ebdî bang li hikumeta rejîma Sûriyê jî kir û got: “Di vê civînê de em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re dan û standinan bikin her wiha çareseriya siyasî li ser bingeha îtrafa bi Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk û îtîrafa bi mafên rewa yên gelên Kurd ên li Sûriyê be."

Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser jinûveavakirina sazûmaniya hêzên leşkerî û wiha anî ziman: "Me dest bi jinûveavakirina sazmûmaniya Hêzên Sûriya Demokratîk kiriye, me di vê qadê de gelêk serkeftin bi dest xistine, her wiha li hemû herêman me dest bi avakirian meclisên leşkerî kiriye û hêzên pisporane amade kirine. Îro jî di vê civînê de em ê proseya jinûveavakirina sazûmaniya Hêzên Sûriya Demokratîk bi mekanîzmaya avakirina meclisa giştî ku ji hemû meclisan re sîwan be, ava bikin."