Dûran Kalkan qala Uçlu û Guler kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala çarçoveya karê pirtûka 'Vejîna li Welatê Rojê' ya Saît Uçlu û Îrfan Guler kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê yên li Sêwereg, Hîlwan, Dîlok û Îzmîrê Îrfan Guler (Adil Ûrfa) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) kir, ku herdu şoreşgeran li Rojava ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

Kalkan di destpêkê de bi bîr xist ku Guler û Pîr ji Rihayê bûn û got, "Vê yekê ji bo çi dibêjim? Ji ber ku li ser Rêber Apo nivîsîn. Ji bo nivîsandina li ser Rêber Apo bêguman pêwîstî bi lêkolînekê û naskirinekê heye. Yanî Rihayîbûna van hevalan avantajek bû, me ev yek bi wan re nîqaş kir. Li gel taybetmendiyên xwe yên Kurdbûn û Kurdistanîbûnê taybetmendiyên Rihayî bûnê jî hebû. Di vê mijarê de serwer bûn. Xwe ji bo vê wezîfeyê deyndar didîtin. Gotin, divê em vê yekê binivîsînin û ev wezîfe û berpirsyarî dan ser xwe.

Her wiha her du hevrê xwedî taybetmendiyên xweser jî bûn. Hevalê Saît nivîskar, wêjevan, helbestvan bû. Ji zindanê û pê ve dinivîsand. Her ku firsend didît bi şêweyên cuda dinivîsand, xwe bi nivîsandinê îfade dikir. Em zanin ku hevrê Îrfan jî ji Sêweregê ye. Tevlî berxwedana Hîlwan û Sêweregê bû. Yanî cihê xwe di nava berxwedana lehengiyê ya meşa azadiyê ya mezin de girtibû. Hevaltiya çekê bi Mehmet Karasûngûran, Mehmet Sevgatan, Cûma Takan, Salîh Kandalan re kiribû. Li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû tovên azadiyê şîn bû û bi xwe jî tevlî vê yekê bûbû. Weke berdêla vê yekê jî bi dehan salan li zindanê mabû. Yanî yek ji wan kesan bû ku baş nas dikir. Lewma dikarîbû ew pêvajo baş îfade bikira. Bi giranî bi vî rengî hate nirxandin, di vê mijarê de bi daxwaz bûn. Wêrekî, bawerî û hêz dan û bi ser xistin."

PLAN Û PÊŞNÛMEYA DESTPÊKÊ Û NAVEROKA WÊ

Dûran Kalkan anî ziman ku bi bihara sala 2015'an de wan bi rêveberiyê re li dibistana wêjeyê civînek li dar xistin û got, "Beşek ji hevalên li qada karên îdeolojîk jî tevlî bûn. Komek ji hevalên ji girtîgehê derketin jî tevlî bûn. Ji rêveberiyê jî hevalê Fûat, Mûzaffer, komek ji hevalan em tevlî bûbûn. Çend rojan me nîqaş kir, li ser rê û rêbazên kar. Pêşnûmeya destpêkê bi vî rengî hate amadekirin. Bi giranî tiştên bêne kirin hatin diyarkirin. Me nikarîbû êdî ew bikira. Me digot ku ew heval dikarin bikin. Hevalê Fûat di vê mijarê de teşwîq dikir. Lewma destpêkê pêşnûmeyek hate amadekirin. Li ser vê yekê amadekarî hate kirin."

Dûran Kalklan bi dewamî got, "Yanî wê çi tê de hebe, çarçove wê çawa be? Bêguman wê qala Rêber Apo, têkoşîna wî û têkoşîna ku ew pêşengiyê jê re dike bihata kirin. Li gorî vê yekê tiştên diviyabû esas bihatina girtin me ew nîqaş kir, plan kir û qeyd kir. Plansaziyeke girîng hate amadekirin. Yên ku tevlî bûn jî gelekî îqna bûn. Ji xwe bawer kirin ku dikarin vî karî bikin. Dikare bê gotin ku ya zehmet bi ser hate xistin. Di nava hevalên ku dikarîbûn vî karî bikin kar hate dabeşkirin. Wê bibûya rêze pirtûk.

ROMANA PARTIYÊ: VEJÎNA LI WELATÊ ROJÊ

Me jê re got Romana Partiyê, lê belê bi fermî me navê Vejîna li Welatê Rojê lê kir. Li gorî vê yekê me plana 7 pirtûkên bingehîn kir. Ji destpêkirina Rêbertî heta partîbûn, berxwedan, gerîla û serhildanên gel wê qala vê pêvajoyê bihata kirin. Beşek me bi vî rengî plan kir.

Di beşa duyemîn de jî ji salên 1990'î û pê ve têkoşîna gerîla û serhildanên gel ên li eyaletên Kurdistanê hemû wê di nava hev de bihata dayin. Me plan kir ku ji bo nivîsandina pirtûka her eyaletê du beş bêne amadekirin.

Hevalan jî eşkere kirin; Hevrê Saît çend caran li ser Amara nêrîn eşkere kir. 7 beş bû, wê 7 pirtûk bûya, 7 hevalan berpirsyarî dan ser xwe. Ya rast hevalek, du heval wê piştgirî bidan her hevalî. Bi vî rengî komîsyon, yekîne hatin avakirin. Berpirsyariya esasî ya van hevalan bû. Me wezîfe dabeş kir. Bi hevalên ku xwe dan ber nivîsandinê, me nîqaş kir. Ji ber ku hevrê Îrfan jî perwerde dîtibû di meha Çileyê de, xwedî danheviyeke girîng bû. Dibe ku ewqas tişt nenivîsî bû, di wê astê de bê tecrûbe bû. Lê belê hêzeke xwe ya nivîsandinê jî hebû. Eger li ser bixebitiya bi wê danheviyê wê encameke girîng biafiranda. Hevrê Saît ji xwe amade bû, xwedî tecrûbe bû. Hevalên din jî nivîsandin. Hevalê Bawer, hevalê Hayrî, hevalên Esat û Bêrîvan. Me hîn temam nekirine. Di nava hevalên wiha bi daxwaz de me kar dabeş kir."

ÇÛN BAKUR Û TIRKIYEYÊ

Piştî dabeşkirina kar, me dest bi karê lêkolîn, komkirina belge û agahiyên nû kir. Hevrê Saît, hevrê Îrfan çûn Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Hevalê Îrfan ji Stenbolê heta Bazîdê çû her devera ku Rêber Apo çû, lê xebitî, li kîjan malê ma, li ku civîn çêkir, bi kê re hevdîtin kir? Bi cîhaza qeydkirinê, kamera û wêneyan li van deveran geriya. Bajar bi bajar, tax bi tax, mal bi mal geriya. Wêne kişand, belge kom kir, agahî kom kir. Hevrê Saît bi hefteyan, bi mehan li Amarayê ma. Li tevahiya Rihayê geriya. Yên wê demê sax bûn, gelek bûn. Di demeke krîtîk de me dest bi vî karî kir. Ji her kesî agahî wergirt. Li ser Rêbertî, dîroka Amara, li ser dîroka malbata Rêbertî agahî, belgeyên berfireh wergirt, lêkolîn kir.

Me ev hemû kom kir, gihand hev. Hevalên din jî li deverên cuda kom kirin. Li Rojava jî kirin, li Lubnanê jî, li çiyê jî. Arşîveke mezin derkete holê. Ji bilî arşîva me ya giştî ya rêxistinê, arşîveke wêjeyê afirî. Di asteke krîtîk de bi rastî jî karekî gelekî hesas û giran hate kirin. Dema ku arşîveke bi vî rengî hate afirandin hem danhevî çêbû hem jî êdî derfetên nivîsandinê li ser wê arşîvê hate bidestxistin. Piştre jî nivîsandinê dest pê kir."

ŞOREŞEKE MEZIN A WÊJEYÊ DIKARE PÊK WERE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ya zehmet bi ser hate xistin, bingeh hate danîn û wiha dewam kir, "Ji bo wêjeya Kurd, ji bo wêjeya vejîn û berxwedana Kurd hîm hate danîn. Kêmasî nîne? Bêguman hene. Yanî çi ji aliyê romanê ve çi jî ji aliyê têkiliyên analîzê ve gelek derfet hene. Ji niha ve mirov dikare gelek xusûsan diyar bikin. Danhevî di nav de gelek e. Lewma gelekî hîndekar e, gelekî şîrovekar e. Dibe ku ji aliyê analîza ruhî, hestî ve lawaz bê dîtin, lê belê ev destpêkeke û di destpêkan de lawaziyên bi vî rengî dibe ku hebin. Ya girîng ew ku destpêk hebe, gava destpêkê bê avêtin. Ya zehmet bi ser hate xistin. Ne tenê ji bo pirtûkên beşa duyemîn, ji bo pêşvebirina wêjeya Kurd ên azad li ser xeta azadiya jinê ya civakê hîmên bingehîn hatin danîn. Yanî her kes dikare tiştên gelekî kûr binivîsîne. Şoreşeke mezin a wêjeyê dikare pêk were. Ev pêşketin dikare bibe. Wêjevanên nû û gelekî kûr dikare li Kurdistanê biafirîne.

Karê ku bi pêşengiya herdu hevrêyên me yên şehîd hate kirin, destpêkeke mezin îfade dike. Yanî em dikarin vê bêjin; aliyê zehmet ê kar ji aliyê van hevrêyan ve bi cih hate anîn. Berxwedana ku Kurd û civaka Kurd azad bike, Rêbertî û pêşengê wê, lehengên wê û sekna wê ya lehengî îfafde kirin. Pênase kirin, destnîşan kirin. Karê ji vê û pê ve gelekî hêsan e. Bêguman karê ku ji niha û pê ve bê kirin divê bi kûrbûneke mezin be. Divê hevdu temam bike. Lewma di wêjeya nû ya Kurd de tevkariya van hevrêyan wê hebe.

Bi rêya pirtûkên xwe tevkarî hem li wêjeya şoreşê hem jî li wêjeya Kurd kirin. Berhemên ku li pey xwe hiştine wê li nava nifşan bigere û bêguman wê bêne bîranîn, wê ji bîr neçin."