Dûran Kalkan: Hîn bêhtir rêxistinî, hîn bêhtir berxwedan

Kalkan: Dewleta Tirk bi êrişan û bi îxbara PDK'ê re pêşengên gel qetil dike û dixwaze gel bitirsîne, bitepisîne. Wê demê divê pêşeng jî xwe hîn baştir biparêzin. Berxwedan divê hîn bi rêxistinî û xurt be.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku yên li dijî DAÎŞ'ê ne divê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê jî bin ku ji aliyê zîhniyet, çalakî û jiyanê ve hevalbendê DAÎŞ'ê ye.

Dûran Kalkan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû û di destpêkê de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir.

Dûran Kalkan got, "Sîstema tecrîda girankirî dewam dike. Di vê mijarê de gelek sazî ketin dewrê. Qaşo wê guhertin çêbibûya, lê belê encamek jê derneket. Kes dengê xwe jî nake. Yanî kes nabêje; di vir de bêhiqûqî heye, qanûnên xwe jî bi cih nînin, edalet pêk nayê. Xuya ye sîstema serwer bi temamî razî ye. Tecrîda li Îmraliyê nîşan dide ku komploya navneteweyî çi ye, êrişa li ser Rêber Apo çawa êrişeke cîhanî ye. Bêguman ev yek jî nîşaneya sîstema qirker mêtinger a li ser gelê Kurd e."

'JI WAN BÊ WÊ BI RÊBER APO BIDIN GOTIN'

Kalkan bi dewamî got, "Deriyên Îmraliyê welê girtine ku dixwazin bêhnê li Rêber Apo biçikînin û bi navê wî Serokkomarê dewleta Tirk radibe diaxive, muxalefet diaxive, serokên partiyan diaxivin. Filan û bêvan nîqaş dike. Gelê Kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên wan jî bi mafdarî nerazîbûnê nîşan didin. Divê hîn bêhtir nîşan bidin. Ti aliyekî vê yê qebûlkirinê nîne. Beriya her tiştî li dijî exlaqê ye. Eger wê têkildarî Îmraliyê tiştek bibe, beriya her tiştî divê ew derî bêne vekirin. Hingî her kes wê gotina xwe bi xwe bêje. Ya ku bike wê bi xwe bike û bi berpirsyariya wê rabe. Bi vî rengî nayê kirin, lê qalê tê kirin. Eger bi rêya vê yekê li bendê ne ku wê karibin têkoşîna me ya li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê lawaz bikin, ev yek bendewariyeke vala ye, ti bandora xwe nîne. Rewşeke li dijî exlaqê ye. Ev mesele êdî gihîştiye wê astê. Tu yê rabe tecrîd bike û piştre bi navê wî biaxive. Ev bêçaretî ye!

Ev yek di heman demê de nîşan dide ku sîstema Îmraliyê sîstemeke çawa ya dîlgirtina siyasî ye. Tiştên wiha tenê li nava sîstema dîlgirtinê dibe. Nikarin bi Rêber Apo bidin gotin, radibin bi xwe dibêjin. Ji wan bê wê bidin gotin. Ji bo bidin gotin li Îmraliyê dîl digirin. Wê demê eşkere ye ku hiqûqa wan derew e. Armanca wan a siyasî heye. Statuyeke dîlgirtinê ya siyasî heye."

PÊŞÎ LI POLÎTÎKAYA ÎMHA, DARVEKIRIN Û RIZANDINÊ HATE GIRTIN

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ew di salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ne û got, "Em dikevin sala 24'an a komployê û têkoşîna li dijî komployê. Gelê me ji vê rojê re got 'Roja reş'. Rêber Apo got 'Qirkirina Kurdan'. Berxwedana dîrokî ya ku 23 sal in li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê tê meşandin silav dikim. Berxwedana Rêber Apo silav dikim. Şehîdên me yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir.

Bêyî 9'ê Cotmehê, komploya 15'ê Sibatê nikare bê pênasekirin. Komplo 9'ê Cotmehê bi armanca îmhakirina Rêber Apo ya bi rêbazên komplogeriyê hate destpêkirin. Ji ber ku nekarîn vê bi ser bixînin vê carê 15'ê Sibatê radestî dewleta Komara Tirkiyeyê hate kirin ji bo bê darvekirin û îmhakirin. 23 sal in li dijî vê îmhayê û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşîneke mezin tê meşandin. Yanî pêşî li îmhayê, darvekirinê û polîtîkaya rizandinê hate girtin. Vejîna Rêbertî ya Sêyemîn pêk hat. Vê yekê jî rastiya Rêbertî cîhanî kir, veguherand Rêberê bindestan hemûyan. Gav bi gav belav dibe û ji niha ve eşkere ye ku wê bibe bûyera herî mezin a sedsala 21'ê. Gihîşt asteke bi vî rengî."

'YÊN LI DIJÎ DAÎŞ'Ê NE, DIVÊ LI DIJÎ AKP-MHP'Ê JÎ BIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama bernameyê de têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê jî nirxand û got, "Têkoşîna lehengî ya ku 8 sal in li dijî DAÎŞ'ê tê meşandin silav dikim. Şehîdên vê têkoşînê bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. Di êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê de 121 şehîd hatin dayin, hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ew hêviya mirovahiyê, îrade û paşeroja mirovahiyê temsîl dikin. Ji bo mirovahiyê paşerojek destnîşan kirin. Ev rastî ye.

Hin hêz hene ku divê têkildarî DAÎŞ'ê tiştekî şênber destnîşan bikin. Divê bi vî rengî nemîne. Mînak DYE dibêje, piştî Ebû Bekir Bagdadî niha jî Abdullah Qardaş kuştine, yanî herdu lîder ji holê rakirine. Wê demê ev DAÎŞ ji ku derket? Divê ev yek baş bê pênasekirin. Di vê mijarê de tiştek nayê gotin. Têkilî bi hev re heye, piştgiriya hev dikin. Li ku derê li Ebûbekir Bagdadî û Abdullah Qardaş xistin? Li qada ku di bin serweriya dewleta Tirk de ye. Li ser sînorê Tirkiyeyê. Baş e di vir de berpirsyariya dewleta Tirk, berpirsyariya hikumeta AKP-MHP'ê nîne? Qet deng ji wan dernakeve. Vê carê jî gotin, zerarê dide têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê. Jê wêdetir tiştek tune. Bi vî rengî nabe.

Êrişa li ser Hesekê êrişeke ji rêzê ya li ser girtîgehekê nebû. Êrişa ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û dagirkirina wê derê bû. Bi hêzeke lawaz û amadekariyeke ji rêzê pêk nehat. Li pişt wê hêzên mezin hene. Xwe baş amade kiribûn. Wê li ku û çawa êriş bikin? Abdullah Qardaş yekser piştî êrişê hate kuştin. Herhal weke bersivdanekê bû.

Yê ku piştgiriyê dide van hemûyan hikumeta AKP-MHP'ê, dewleta Tirk e. Divê her kes vê bibîne. Êdî bes e! Yên ku dibêjin li dijî DAÎŞ'ê ne, eger bi rastî jî li dij bin divê li ber hevalbendên DAÎŞ'ê, li dijî yên xwedî heman zîhniyet, çalakî û jiyana DAÎŞ'ê ne, rabin. Ev yek jî eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê ye. Naxwe gotinên li dijî DAÎŞ'ê nayê ti wateyê.

JI BO HILANÎNA TOLA DAÎŞ'Ê ÊRIŞ DIKIN

DAÎŞ'ê di 20'ê Çileyê de êrişî Hesekê kir, lê têk çû. Desthilatdariya AKP-MHP'ê 1'ê Sibatê êrişî Mexmûr û Şengalê kir. Piştî 11 rojan. DAÎŞ têk çû, lewma êriş kir. Eger DAÎŞ bi ser ketibûya, dewleta Tirk jî wê bi ser ketibûya. Ji ber ku nebû, êriş kir. Tolê ji yên ku DAÎŞ têk birin hiltîne. Êrişî van her sê qadan dike ku di sala 2014'an de pêşî li DAÎŞ'ê girtin û DAÎŞ têk birin. Tola 'we çima DAÎŞ têk birin' hiltînin. Ev eşkere ye. Êrişên dewleta Tirk bi rastî jî êrişên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê ye. Ji qirkirina Kurdan jî wêdetir e. Dibêjin; Kurd li ku hebin ez ê êriş bikim û li gorî xwe tune bikim.

PDK'Ê WEKE PAÇIKÊ BINÊ LINGÊ XWE BI KAR TÎNIN

Di vir de PDK'ê jî mîna paçikê li binê lingê xwe bi kar tînin. Li ku derê wê êriş li dijî Kurdan bê kirin, tu dibîne ku rêveberên PDK'ê li wir xuya dikin. Gelo Nêçirvan Barzanî qet ji Kurdîtiyê tiştek negirtiye, fêhm nekiriye? Gelo qet nizane ku ev gel wê hesab jê bipirse? Gelo dewleta Tirk ewqasî xurt e? Gelo Kurd ewqasî bêqîmet e? Kî vê dikare qebûl bike? Ev eşkere bûye. Di vê mijarê de naxwazim zêde tiştekî bibêjim.

NÎQAŞA LI SER LI SIVÎLAN XISTIN

Xusûseke din ku dixwazim bêjim ev e; yên ku li ber êrişan radibin û rexne dikin, li ser êrişa li dijî sivîlan nîqaşê dikin. Bêguman divê li sivîlan neyê xistin, baş e gelo êrişa li ser yên ne sivîl rewa ye? Mantiqê vê çi ye? Çi mafê wan heye? Çi mafê artêşa Tirk heye, ku li hêzên parastinê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li hêzên parastinê yên Mexmûrê, li hêzên parastinê yên Şengalê bixe? Nîqaş divê bi rengekî rast bê kirin. Bila gotinên ji dev derdikeve bê bihîstin. Qaşo li ber êrişan radibin, lê bi vî rengî li ber radibin. Ev rabûna li ber, helwesteke riziyayî ye. Ew jî dibêjin; ev sivîl nîne lê leşker e; ez li leşkerên ku kincên sivîl li xwe kirine dixim. Tu rabe wê bêje, ew ê jî hêsanî kirasî jê re amade bike. Divê ev nêzîkatî bê rexnekirin û mehkûmkirin. Em xetê rast destnîşan bikin. Êrişên tên kirin hemû êrişên qirker faşîst e. Hêrî zêde êrişên li ser hêzên rêxistinbûyî, berxwedêr û azadiyê, êrişên hovane û nemerdane ne. Ew hêz nirxên herî hêja ne. Divê xwedî li wan derkevin. Bêyî xwedîderketina li wan nepêkane ku li tiştekî din xwedî bê derketin.

'HÎN BÊHTIR RÊXISTINÎ, HÎN BÊHTIR BERXWEDAN'

Gelê Kurd li her derê nerazîbûneke mezin nîşan da. Nerazîbûn divê kêm nebe, dewam bike. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya van êrişan, bi îxbara PDK'ê re cih û kesan tespît bike, bi teknîkê lê bide, wan qetil bike û gel bitirsîne. Ev eşkere ye. Wê demê pêşeng jî divê xwe hîn baştir biparêzin. Gel jî dersê jê derxîne. Rêxistinî û berxwedan divê hîn bi zanebûn û bi rêbazên afirîner be.

Xelkê Mexmûrê rê nade. Êrişên bi vî rengî bi dehan caran hatin kirin. Ew gel gelê Botanê ye. Xelkê Şengalê îradeya azadiyê dît û nas kiriye. Xelkê Rojava jî bi heman rengî. Ti ji êrişan nekarî îradeya vî gelî bişikîne. Li ber xwe da, wê li ber xwe bide."