Dr. Yildirim: Dibe ku girtîgeh veguherin qada mirinê

Hevserê parlamentera berê ya HDP'ê Gulser Yildirim Dr. Kamûran Yildirim diyar kir ku Covîd-19 ji bo girtiyên siyasî rîskek mezin e û got, "Eger wan li wir bihêlin, wê girtîgeh veguherin qada mirinê."

Pandemiya Covîd-19 bi lez belav dibe, lê li girtîgehên Tirikyeyê ji bo girtiyên siyasî hîn tevdîr nehatiye wergirtin. Xizmên girtî û hikumxwaran bênavber banga berdanê li rejîma AKP-MHP'ê dikin.

Bi taybetî ji xemsariya saziyên dewletê ya li pêşberî girtiyên nexweş nerazî ne. Yek ji girtiyên siyasî parlamentrea berê ya HDP'ê Gulser Yildirim e ku ji 4ê Mijdara 2016'an ve li Girtîgeha Kandirayê girtî ye. Hevserê wê Dr. Kamûran Yildirim li ser rewşa hevsera axwe ji ANF'ê re axivî.

Serokê berê yê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Kamûran Yildirim ku niha wezîfeya Serokatiya Baskê Hekîmên Pratîsyen a Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) dike, bi bîr xist ku hevsera wî 3 serdeman parlamenteriya Mêrdînê kir. Dr. Yildirim anî ziman ku hevsera wî tevî ku cezayekî misoger lê nehatie birîn 4 sal in li Girtîgeha Kandirayê tê hiştin.

'BILA RAYEDAR WEZÎFEYA XWE PÊK BÎNIN'

Dr. Kamûran bal kişand ser pandemiya Covîd-19 a li cîhanê belav bûye û got, "Ev vîrûs dibe sedema mirina gelek mirovan. Jiyana mirovên li girtîgehan di metirsiyê de ye. Ji ber ku şert û mercên girtîgehan ji bo şewba Covîd rewşeke metirsîdar e. Hem hatin û çûna derve gelekî zêde ye, hem jî dema ku bi yekî ket di demeke kurt de dikare belav bibe. Lewma pêvajoya darizandinê ya girtiyan divê tavilê li derve bidome. Ji xwe ceza li hevsera min bê birîn jî herî zêde wê 9 sal be û di rewşa heyî de jî divê niha li derve be. Gelek mehkûmên siyasî jî di heman rewşê de ne. Ez, xizmekî girtiyekê dixwazim bang li Meclîsê, Birêz Serokkomar û Wezîrê Edaletê û rayedaran hemûyan bikim; tavilê wezîfeya xwe pêk bînin, rêbazekê peyda bikin ku girtiyên siyasî derkevin."

'ZERAR LI GIRTIYAN BIBE EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Dr. Yildirim diyar kir, ku divê girtiyên siyasî li derveyî tevdîran neyên hiştin û got, "Eger li derveyî tevdîran bên hiştin wê girtîgeh veguherin qadên mirin. Berpirsyariya vê yekê jî giran e. Bi navê xizmekî girtiyekê vekirî dibêjim; eger zerar li girtiyan bibe em ê bi her rê û rêbazên hiqûqî hesabê vê bipirsin. Bi dîtina mi hesabê vê jî wê gelekî giran be. Lewma em bi rengekî aqilane tevbigerin û xwedî li mirovên xwe yên li hundir derkevin. Dixwazim bang li gelê me jî bikim; yekane sûcê van mirovan xwedîderketina li deng û îradeya we ye. Berdela vê didin. Ji ber vê yekê em bêdeng nemînin."