Dr. Serbilind: Korona versiyona malbata vîrûsê ya vê sedsalê ye

Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku li hemberî şewba vîrûsa koronayê li qadên gerîlayan jî tevdîr hatiye stendin û got ku “Korona versiyona malbata vîrûsê ya vê sedsalê ye. Zanyaran dizanibûn ku di her sedsalê de dikarin vîruseke wisa derkeve holê.”

Dr. Serbilind Dersim ê ku li çiyayên Kurdistanê him gerîlla ye û him jî bijîşk e, qala bandorên biyolojîk, civakî û polîtîk ên vîrûsa koronayê kir. Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku derketina holê ya vîrusan ne nû ye û got ku “Vîruseke ku di salên 1914’an de di nav pisîk û ajalên dirinde de derketiye holê, cara pêşîn di sala 1963’an de hatiye tespîtkirin. Yek ji van vîrusan ku herî zêde zanîn jî vîrusa Sarsê ye. Sars di salên 2002-2003’an de li Çînê derketiye holê û bûye sedema mirina gelek kesan. Wê demê li 37 welatan belav bûbû. Li Siûdî Erebistanê jî vîruseke bi navê ‘Mers’ derket holê. Mers ne bi qasî Sarsê be jî gelek kes pê bimirin. Vîrusa Sarsê dema zêde belav bûbû zanyaran diyar dikirin ku ev vîrus nehatiye qelandin û di demên pêş de dibe ku dîsa derkeve holê. Ne rast e ku ev vîrus tu paşxaneya wan tune û ji nişka ve derketine holê. Korona versiyona malbata vîrusê ya vê sedsalê ye. Zanyaran dizanibûn ku di her sedsalê de dikare vîruseke wisa derkeve holê.”

TIRKIYE HEMÛ VEBERHÊNANA XWE LI ŞER DIKE

Dr. Serbilind qala polîtîkaya tendirustiyê ya Tirkiyeyê kir û got ku “Tu carî polîtîkayeke rast a tendirustiyê ya Tirkiyeyê çênebû. Tu carî tendirustiya mirovan ji xwe re nekirin tişta sereke. Her dem veberhênana xwe li şer û desthilatdariyê kir. Îro Erdogan ne meaşekî xwe, meaşê xwe yê 7 mehan bide jî, nikare baca ku ji gel diziye dîsa bide. Erdogan ji dêvila ku wê qesrên hezar odeyî ava bike, veberhênan li tendirustiya civakê, xebatkarên tendirustiyê, kedkar, karker û teqawitbûnan bikira wê îro bêtir karibûna wekî civak li dijî şewba Covîd-19’ê têbikoşiyane.

Hikumeta a niha êdî nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Dora wan teng bûye. Gel jî vî tiştî dizane. Ji ber vê jî divê hesabê baca niha were pirsîn. Civak ji dêvila ku veberhênanê li polîtîkayên desthilatdariyê bike, divê bibe hêza çareserkirinê. Asteke wisa ya civakê heye. Sermesele di demên dawîn de ‘Kampanyaya ez deynê xwe nadim heye’ Ev çalakiyeke watedar a bêîtaetiya sivîl e.”

MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST CIVAKEKE KANSÊRÎ AVA KIR

Dr. Serbilind bal kişand ser gotiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku digot, ‘Modernîteya kapîtalîst civakeke kansêrî ava kir’ û got, “Kansêrîbûna ku Rêbertî qala wê dike, ne kansêrîbûna biyolojîk e, kansêrîbûna civakê ye. Îro civaka ku modernîteya kapîtalîst ew ava kiriye, hevsenga xwezayê xerab kiriye. Dema hevsenga di navbera gund û bajaran de tune bibe, hemû mirov di bajaran de asê mane.

Mirov dema ji jiyana gundan, pergala komunal û xwezayê tên veqetandin, bi awayekî bê tendirust dijîn. Tişta di warê biyolojîk û civakî de tê serê mirovan, mînaka civakeke kanserîbûnê ye ya ku pergala kapîtalîst ew ber bi wir ve kişandine. Tekane çareserî ev e ku divê mirov dev ji şêwejiyana modernîteya kapîtalîst berde û paradîgmaya Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze têxe meriyetê.”

LI HEMBERÎ VÎRÛSA KORONAYÊ LI ÇIYAYAN JÎ TEVDÎR HATE STENDIN

Dr. Serbilind diyar kir ku di nav hêzên gerîlayan de jî li dijî vîrûsa koronayê tevdîr hatiye stendin û got ku, “Bijîşkên li çiyê, me ji bo hêzên xwe yên gerîlayan tevdîr stendin. Ji bo civakê jî em dikarin bibêjin ku ji metreyekê zêdetir nêzî hev nebin, paqijiya destan di serî de divê mirov derdora xwe paqij bikin.

Yek ji tevdîra li hemberî van nexweşiyan ev e ku divê bedena mirov xurt be. Mirov nikare bibêje ku bi paqijî û bi mayina li mal ev vîrus wê ji holê rabe. Lê bi hevgirtina civakî, bi devjêberdana şêwejiyana modernîteya kapîtalîst û di nav civakeke selamet dikarin jiyana xwe bidomînin.”