Dozeke din li Emîne Şenyaşar hate vekirin

Li hemberî Emîne Şenyaşar a ku li Rihayê ji bo xizmên xwe daxwaza edaletê dike, bi îdîaya ku heqaret li wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye dozeke din hate vekirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Çalakiya nobedê 9'ê Adarê dest pê kir û keta roja 294'an. Li dijî Emîne Şenyaşar li 6'emîn Dadgeha Ceza ya Esliye ya Enqereyê dozeke din hate vekirin.

Bi îdîaya ku "heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" îdîaname li dij Emîne Şenyaşar hate amadekirin. Di îdîanameyê de wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz weke gilîkar cih girt.

Emîne Şenyaşar 16'ê Îlonê li ber edliyeyê wiha axivî bû: "Ev Halîl (Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz) faîzxur e, diz e, bila li pey vî dizî bikevin, wê bibînin bê çend kes kuştiye'. Ev gotinên Emîne Şenyaşar ji aliyê dadgeriya Tirk ve sûc hate dîtin.

Di îdîanameyê de gotinên Emîne Şenyaşar weke "biçûkxistinê" hate nîşandan.

Di heman îdîanameyê de hate gotin ku Îbrahîm Halîl Yildiz ji ber ku wekîl e gotinên Şenyaşar "heqareta li wezîfedarekî cemaweriyê ye."

6'emîn Dadgeha Ceza ya Esliye ya Rojava ya Enqereyê jî îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê qebûl kir û biryar da ku Şenyaşar li gorî ûsilê bê darizandin.

Beriya niha li Emîne Şenyaşar bi îdîaya ku heqaret li Îbrahîm Yildiz û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kiriye li Dadgeha Ceza ya Esliye ya Rihayê doz hatibûn vekirin û ev doz kiribûn yek.