Doza Xwerêberiyê ya Nisêbînê: Tecrîd hate şermezarkirin

Dema danişîna Doza Xwerêberiyê ya Nisêbînê girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, xwe neparastin. Girtiyan pişta xwe dane serokê dadgehê.

Danişîna 4'an a 53 kesên ku dema êrîşên qirser ên li ser berxwedana Xwerêberiyê ya Nisêbînê hatibûn destgîrkrin, di roja duyan de diome. Ji girtîgehên cuda girtî anîne Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê. Ji malbatên girtiyan tenê hiştin ku 19 kes tevlî danişînê bibin, her wiha Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk jî dema danişînê hazir bû. Dema danişînê ablûkayeke jidiyayî ya hêzên çekdar a dewleta Tirk hebû.

'DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE TECRÎD LI SER GELAN TÊ DANÎN'

Pêşî ji girtiyan Bawer Başak bi Kurdî parastina xwe kir, bal kişande ser tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got ew tecrîda li ser Ocalan şermezar dike, diyar kir ku ew ji ber protestokirina tecrîdê parastina xwe taloqî sibe dike. Serokê dadgehê bêyî ku Başak a xwe bibêje Başak bêdeng kir, Başak piştre got:

''Ez biryara DMME'yê ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ew biryar ne mirovî ye. Biryareke siyasî ye û berdewama komployê ye.  Di şexsê Rêbertî de tecrîd li ser hemû gelên cîhanê tê anîn û li ser Wî ev tecrîd tê domandin. Ez vê şermezar dikim û ji bo vê jî parastina xwe nakim.''

PIŞTA XWE DA ŞANDEYA DADGEHÊ
Piştî Başak, girtî Omer Karataş axivî. Karataş got, ''Ez tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ji bo vê jî ez ê parastina xwe nekim''.

Piştre Karataş pişta xwe da serokê dadgehê ku îdîanameya derbarê wî de dixwend. Di maweya parastinê de Karataş ê ku pişta xwe dayî şandeya dadgehê, piştî ku şandeyê gotina xwe qedand li cihê xwe rûnişt.