Doza pirtûkxaneya Şemzînanê: Êrişkaran beraat kirin

Li Şemzînanê efserên Tirk ên bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku bi bombeyan êrişî Pirtûkxaneya Ûmûtê kiribûn, beraat kirin.

Efserên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku piştî êrişa bombeyî ya li Pirtûkxaneya Ûmût a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li ser sûc hatibûn girtin, ji doza jê dihatin darizandin beraat kirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 1’emîn hate kirin. Bersûc tevlî rûniştinê nebûn.

Xwediyê pirtûkxaneya Ûmûtê Seferî Yilmaz û gelek parêzer tevlî rûniştina dozê bûn.

Seferî Yilmaz diyar kir ku ev beraateke alîgîr e û got “Ji ber bombeyê hê jî di guhê min de nexweşî heye. Piştî teqînê min bera dû Veysel Ateş da û kete wesayîta 60 metre dûr. Me ev kes li ser sûc zeft kir. Alî Kaya bagaja wesayîtê vekir û xwest bi kaleşnîkovê gule li gel bireşîne lê gel ew asteng kir. Ev êrişkar li ser sûc hatin zeftkirin û sûcdar teslîmî dewletê hatin kirin. Ligel ku her tişt li ber çavan e, ev beraata êrişkaran tê wateya ku ev biryareke alîgir e.”

Heyeta dadgehê biryara beraata efserên Tirk ên bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê bi navê Veysel Ateş da.

Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo leşkerên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz ên ku bombe avêtibîn, gotibû “Ez wan nas dikim, kesên baş in.”