Doza Kaya dîsa hate taloqkirin

Rûniştina doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya ê girtî pêk hat. Bekir Kaya yê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû, anî ziman di encama wezîferdarkirina qeyûman de ew hatiye girtin. Doz taloqî 21’ê Îlona 2018’an hate kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya yê ji 8’ê Mijdara 2016’an ve hatiye girtin, îro jî derket pêşberî dadgehê. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr li gel rojnamevan û parêzer tevlî rûniştina dozê bûn.

Bekir Kaya bi rêya SEBGÎS’ê tevlî rûniştina doza li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bû, anî ziman ku sûcdariyên li ser tê sepandin qebûl nake.

Kaya wiha got: “Rapor ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin. Bi nêzîkartiyeke neyarî hatiye amadekirin. Ji Googleyê belge hatine berhevkirin. Hincetên madî hatiye derxistin. DMME’yê aniye ziman. Ne mimkûne ku ez vê bipejirîninm. Ji ber wezîfedarkirina qeyûmna ez niha li vir im. Daxwaz ji dadgehê dikim ku darazeke serbixwe û bê alî be. Ez ji ber siyasetê li vir im.”

Doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya yê ji 8’ê Mijdara 2016’an ve hatiye girtin û ev 21 meh in di Girtîgeha Sîlîvrî de tê ragirtin, ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê ve taloqî 21’ê Îlona 2018’an hate kirin.