Dor hatiye şerê bi rêbaza Sparta!

Di Cenga Heftanînê de yên destpêkê ketin hembêza xakê, xeta berxwedanê nîşan dan. Her kesî dît ku serketin bi çi rengî pêk tê. Cenga Heftanînê mehekê tijî dike û her tişt nû dest pê dike. Dor hatiye şerê bi rêbaza Sparta.

Cenga Heftanînê 23'ê Tebaxa 2019'an dest pê kir. Herî dawî artêşa TC a dagirker di 16'ê Hezîrana 2020'an de bi operasyoneke mezin li Heftanînê dest bi êrişê kir. Ji hingî ve gerîla bi berxwedaneke mezin derbên giran li dagirkeran dixin. Baş e, li Heftanînê çi diqewime?

Heftanînê bi rengekî mezin li ber xwe dide. ne çiyayên Kurdistanê ne jî Kurdistaniyan cara yekemîn bû ku bi sedan ciwanên bedew ên berxwedêr didît. Gerîlayên ku bi xwîna xwe çiya bilind kirin, bêhtir wate dan çiyê û afirandin, ne cara yekê bû ku derdiketin ser dika dîrokê.

Baweriya gerîla ya bi berxwedan û serketina berxwedanê, dike ku her kes têbikoşe. Mirov tî û birçî bimîne jî şer dike. Dema ku baweriya we ya ku di oxira wê de canê xwe feda dike xurt bike, hingî canê mirovan naêşe. Gerîlayên ku xwedî baweriyeke wiha ne li Heftanînê destanan diafirînin. Xuya ye wê şer demeke dirêj bidome, ev pêngav wê bidome û bandorê li tevahiya Başûrê Kurdistanê bike. Ya gerîla wê li sibeheke şoreşê hişyar bibe, ya jî wê Kurdistan bi xaka xwe ya ji xwînê sorbûyî dîrokê binivîsîne. Dagirkerî û berxwedana li dijî wê mehekê li pey xwe dihêle.

EV DER HEFTANÎN E

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû piştî hevdîtina bi rayedarên hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, bi Tirkmenan re rûnişt. Piştre di 12'ê Hezîrana 2020'an de Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan bi hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê re bi dizî hevdîtin kir. Dûre jî şopdarên Îbrahîman û Nemrûdan ketin cengê. Beriya vê li qada Qendîlê Zînî Wertê xistin rojevê. Gelo ev hemû hewldanek ji bo mijûlkirinê bû? Piştî 12'ê Hezîranê, di 15'ê Hezîranê de li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kirin. Ya rast berxwedanê ne 16'ê Hezîranê, lê di 23'ê Tebaxa 2019'an de dest pê kir. Lê belê artêşa Tirk ku nekarî pêşî li çalakiyên gerîla bigire û tevî teknîka xwe jî bêçare ma di 16'ê Hezîranê de bi hemû hêza xwe careke din xwest şensê xwe biceribîne û êriş bir ser Heftanînê.

Li Heftanînê jî şevekê pêncî caran bombe li qada Xantûrê hate barandin. Li Xantûrê ti windahî nebû. Çar caran xwestin leşkerên xwe bi piştgiriya helîkopterên Kobra deynin, lê her carê derb xwarin û neçar man vekişin. Li her girê ku xwestin leşkeran deynin windahiyên giran dan û li her girî dirûşma "Ev der Heftanîn e" bilind bû.

Gerîla li ser hev derb lê dan. Welê li artêşa Tirk a dagirker hat ku ne ji ÎHA û SÎHA'yan be nikare serê xwe bilind bike.

DEWLETA TIRK BI PIŞTGIRIYA HEVKAR Û KONTRAYAN ÊRIŞ DIKE

Gelê şer tenê di navbera dagirkerên Tirk û gerîlayan de diqewime? Na. Dewleta Tirk bi piştgiriya hevkarên xwe, kontrayan û hêzên navneteweyî êrişî Heftanînê dike. Li ketin û derketina Heftanînê bi navê mûxafizên sînor ên Iraqê pêşmergeyên PDK'ê hatin bicihkirin. Her çend hate gotin ku mûxafizên sînor ên Iraqê ji bo pêşîgirtina li pêşdeçûna dagirkerên Tirk li herêmên Şabanike, Derkare, Bosele, Kêre û Seqirê hatine bicihkirin jî, bi kepçeyan çêkirina rê û çeperan bûn cihê fikaran. Her wiha dem bi dem hevdîtin bi dewleta Tirk re kirin, ku vê yekê gumanên li ser zêdetir kir. Hikumeta Başûr jî mîna her carê berjewendiyên xwe danî pêşiya berjewendiyên gelê Kurdistanê. 

TI TEKNÎK LI HEMBERÎ ÎRADEYA GERÎLA NIKARE BI SER BIKEVE

Gerîlayên HPG û YJA Starê bûn şopdarên pratîka jinûve avabûnê. Vê biharê, jinûve avabûn bi giranî li Heftanînê pêk tê. Ji moral heta îradeyê û daxwaza têkoşînê her tişt niha li Heftanînê ye. Li Heftanînê dilsoziya bi azadiyê tê nîşandan. Ya ku vê dilsoziyê diafirîne jî baweriya bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ye. Li gel vê yekê rastiya şer bû sedem ku gerîla guherîn û nûbûnê pêk bînin.

Devera ku taktîk û rêba lê hatiye rûniştandin bêguman qada şer e. Qadên stratejîk e ku her cara dagirkeran hewl dan hêzên xwe deynin wan deveran derb xwarin. Qada Xantûrê ye ku bi bilindahiya xwe li ser Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê serwer e. Li Bektorya ku Metîna û Heftanînê bi hev ve girê dide, li qadên Şehîd Adar, Şehîd Bêrîvan, Dûbişkê û Şeşdarayê şer giran e. Dagirker heta niha bi teknîkeke giran û bi dayina windahiyên giran xwe gihandine qadên Şehîd Adar, Qesroke, Tepê Koordîne, Şeşdara, Şehîd Hamza, Xantûrê. Li van qadan hemûyan gerîla û dagirker di nava hev de ne û şer dikin.

Di Cenga Heftanînê de yên ku destpêkê ketin hembêza xakê xeta berxwedanê diyar kirin. Nîşanî her kesî dan ku serketin bi çi rengî dibe.

Eger dagirkerên Tirk niha xwe gihandibe ser hin giran ev yek bi dayina windahiyên giran kiriye. Ev yek hîn jî dewam dike. Xuya ye wê demeke dirêj bidome. Heta niha zêdeyî 200 dagirker hatine kuştin. Nêzî 18 gerîla şehîd bûne. Çiya ti carî dest ji wan berxwedêran bernade yên ku di oxira wan de canê xwe dane. Her tim berê xwe dide xwediyên xwe, yanî gerîla!

Cenga Heftanînê mehekê li pey xwe dihêle. Yanî nû dest pê dike. Niha dor hatiye şerê bi rêbaza Sparta. Cenga Heftanînê nû dest pê dike!