Dolzer: Divê her kes rabe ser piyan

Civaknasê Elman û endamê Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Martîn Dolzer serdana greva li Strasboûrgê kir û bang li alîgirê aştî, demokrasî û wekheviyê kir ku rabin ser piyan.

Civaknasê Elman û endamê Parlamenta Eyaleta Hambûrgê yê Partiya Çep (Dîe Lînke) Martîn Dolzer, serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir.

Martîn Dolzer ji ANF'ê re axivî.

Dolzer diyar kir, astengkirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi parêzeran re, ne tiştekî qebûlkirinê ye û got, "Mafê her girtiyekî siyasî ye, yê her însanî ye ku karibe bi parêzerên xwe bibîne. Ev maf ji Birêz Ocalan re nayê dayin. Ev astengî ji ber sedemên siyasî ye û bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye."

Dolzer bal kişand ser 'pêvajoya aştî û çareseriyê' ya ji ali yê AKP'ê ve hate têkbirin û diyar kir, ji ber ku AKP aştiyê naxwaze, Ocalan tecrîd dike.

Dolzer işaret bi erk û wezîfeyên CPT jî kir û got, "CPT ji bo pêşîgirtina li êşkenceyê û astengkirina binpêkirina mafên mirovan divê hewl bide. Li girtîgehên li Tirkiyeyê mafên mirovan tên binpêkirin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan binpêkirina mafên mirovan e."

Martîn Dolzer anî ziman, divê Konseya Ewropayê mijarê bixe rojeva xwe û zorê bide Tirkiyeyê ji bo dawî li tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan bîne û wiha dewam kir: "Ji bo rizgarkirina jiyana Leyla Guven divê her tişt bê kirin, ji ber ku grevên birçîbûnê piştî roja 50'î dikevin asteke metirsîdar. Piştî roja 73'an, rewş êdî ji aliyê jiyanê ve metirsîdar e. Lewma divê siyasetmedar hemû yên berpirsyar di her kêliyê de îmkanên xwe bi kar bînin û bi hikumeta Erdogan re hevdîtinan bikin. Zextê bikin kuk hurmetê ji mafên mirovan re nîşan bidin."

Dolzer got, ne ya qebûlkirinê ye ku mirov neçar bimînin bi beden û jiyana xwe mafên xwe yên bingehîn biparêzin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê her kesên alîgirê humanîzm, demokrasî, aştî û mafên mirovan divê bi her awayî rabin ser piyan. Yên haya xwe ji rewşê heye (greva birçîbûnê) divê li derdora xwe, li kargehan, li dibistanê bikevin nava liv û tevgerê. Siyasetmedar an jî kesên berpirsyar, parêzvanên mafên mirovan û hwd. girîng e di vê mijarê de bi lezgînî hewl bidin."

Dolzer anî ziman, divê were ragihandin ku ji bo parastina mafên bingehîn ne mecbûr e mirov jiyana xwe ji dest bidin û got, "Eger em mirovên demokrat destûrê bidin vê yekê, divê em ji xwe fedî bikin.

Bi hestên piştevaniyê ez destekê didim vê greva birçîbûnê. Dîe Lînke wê derfetên xwe hemûyan bi kar bîne û ji bo mijarê bixe rojeva parlamentê û civaka sivîl, wê her tiştî bike."