Doh li Şengalê bû, îro jî li Bradostê ye

Gerîlaya YJA-STAR'ê Cizîr êrîşên dewleta Tirk ên li ser qada Bradostê bi bîr xist û got; "Em Hêzên Parastina Gel in. Em ê li her devera Kurdistanê gel û xaka Kurdistanê biparêzin."

Gerîlaya YJA-STAR'ê Evîndar Cizîr piştî biryara HPG'ê ya 1'ê Nîsana 2018'an di nav komên HPG'ê de ji Şengalê vekişiya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Cizîr a ku niha li qada Bradostê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di çeperan de li ber xwe dide, ji ajansa me re axivî.

Cizîr, ji bo pêvajoya xwe ya çûyîna Şengalê ragihand ku 2015'an bi pêşniyara xwe derbasî Şengalê bûye û wiha domand; "Ji ber ku sala 2014'an êrîş li ser Şengalê çêbibû û Rêber Apo xwestibû ku em Şengalê biparêzin, min nêzîkatiyek wisa raber kir. Serokatî wekî xeyalê xwe, rûniştina bi gelê Şengalê re îfade dike. Dema ku êrîş li ser Şengalê çêbû, ji bo pêkanîna vî xeyalê Serokatî û parastina civaka me ya Êzidî, bi van hestan ez çûm Şengalê. Dema em çûn Şengalê şer berfireh bibû. Berxwedanek mezin hebû. Mirov gelek hest di nava hev de dijiyan. Gel jî ji ber fermanan li hemberî her hêzê bi fikar nêz dibû. Bêguman min mane dida vê rewşê. Ji ber ku her tim ferman bi serê wan ve rabû. Yên ku bi gotinên parazvan nêzî wan bûne, ew her qir kirine. Li vir di her warî de têkoşînek mezin hate kirin. Min li vir hîs dikir ku em Serokatî bi gel didin nasîn. Li gor vê em tevdigeriyan. Her çiqasî kêm jî mabe, nasînek min a vê civaka me û her wiha xwedanasînek me çêbû."

Gerîlaya YJA-STAR'ê Cizîr hestên xwe yên dema ku ji Şengalê vedikişiyan wiha bilêv kir; "Dema ku rêxistinê biryara vekişandina ji Şengalê da ji bo min bi êş bû. Ji ber ku li vir me têkoşînek mezin dabû. Şehadetên me, bedelên me dayî hebûn. Nasîna min a gel çêbibû. Li milekî hatina çiyayên xwe yên azad keyfxweşî dida. Lê veqetîna ji gel, ji Şengalê hestekî giran bû. Wan hestan, bi taybetî dema ku xwe diavêtin ber erebeyan, mirov nikare bi gotinan îfade bike. Pir giran e. Lê dîsa jî piştrast bûm. Ji ber ku hêzên Şengalê ava bibûn. Hem di warê siyasî hem jî leşkerî de êdî dikarîbûn xwe bi rê ve bibin."

'MÎNA ŞENGALÊ EM Ê BRADOSTÊ JÎ BIPARÊZIN'

Gerîlaya YJA-STAR'ê Evîndar Cizîr destnîşan kir, ew erka ku li Şengalê hewl daye pêk bîne wê li herêma Bradostê bidomîne û wisa axivî; "Navê me Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ye. Em ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê şer dikin. Em ê li her deverA Kurdistanê gel û xaka Kurdistanê biparêzin. Ji Şengalê hatina min a vir ji bo min kêfxweşiyek e. Ew erka ku me li Şengalê hewl da pêk bînin, em ê li vir bidomînin. Min xwest li vî cihê ku hevala Bêrîtan têkoşiya ye şer bikim. Li vir êrîşek dagirkeriyê û xiyanetê hebû. Êrîş, li ser qada Bradostê ye. Gelê Bradostê baweriya xwe ti carî bi noker û dagirkeran neaniye. Pişta xwe daye PKK'ê. Hêviyê xwe bi PKK'ê ve girê daye. Hêjayî her tiştî ye ku tu karibî gelê xwe li hemberî her cure êrîşan biparêzî."

Cizîr anî ziman ku dewleta Tirk li vê qadê tevahî rêgezên şer bin pê kiriye, bi balafiran êrîşî gelê herêmê dike û wiha dawî li qiseya xwe anî; "Em ê gelê xwe biparêzin. Êrîşa tê ser bişkînin û xaka ku gelê me li ser e rizgar bikin. Ev xaka Kurdistanê ji bo parastina gelê ku li ser dijî, girîng e. Di serketinê de em ji xwe bawer in. Em ê li dijî vî dijminî, li dijî vê qirkirinê gelê xwe biparêzin. Ji bo pêşîgirtina li qirkirina gel, astengkirina dagirkeriya li vê xakê, em ê li ber xwe bidin. Teqez e ku serketin wê ya gelê me be, ya me be."