Dogan: Berxwedan bi ser ket, krîz giran bû

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan diyar kir ku desthilatdariya Tirk her tişt li gorî şer amade kiriye, lê belê di şer de têk çûye û got, "Berxwedan bi ser ket, krîza aboriyê giran bû. Li her qadê wê têk biçe."

Endamê Komîteya Perwerdeê ya PKK’ê Mahîr Dogan beşdarî Radyoya Dengê Welat bû û di çarçoveya şerê taybet de tekîldarî kiryarên rojane yên ku ji aliyê hêzên dagirker ve rûdidin, bûyer û polîtîkayên dewleta Tirk ya dagirker, tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayê li hember girtiyên azadiyê, di çarçoveya şerê taybet de êrîşên li hember ciwanan û herî dawî salvegera şehadeta pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nirxand.

Mahîr Dogan got, ‘’Berxwedana Rêber Apo hemû kiryarên dewleta dagirker pûç kir. Di heman demê de berxwedana Rêber Apo helwestên dost û dijminan tevan zelal kir, li tevahî cîhanê jî kî bi dagirkeriyê re ne, kî azadîxwaz e, helwesta hemû kesan zelal kir.”

‘BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ PÊL BI PÊL LI TEVAHÎ CÎHANÊ BELAV BÛYE’

Mahîr Dogan tecrîda giran ya li ser Rêber Apo nirxand û got, “Ev 23 sal in tecrîtek mutlaq li ser Rêber Apo tê meşandin. Bêguman ev tecrît bê sebeb nîn e. Armanca vê tecrîdê bêdengkirina Rêbertî û gelê Kurd e. Di destpêka sedsalê ya damezrandina Komara Tirkiyeyê, ango di sala 1924’an de di Destûra Bingehîn de tinekirin û bêqanûnhiştina gelê Kurd hat diyarkirin. Lê gelê Kurd ev tişt qebûl nekir. Di 1925’an bi Şêx Saîd re serî hat rakirin. Ji wê demê heta niha bê navber êrîş didomin. Heya avabûna PKK’ê jî di astekî de vê biryara xwe bi ser xistin.”

Mahîr Dogan bal kişand ser berxwedana PKK’ê û wiha pêde çû; “Bi avabûna PKK’ê re, Rêber Apo deng û êşa gelê Kurd gihand tevahî cîhanê. Lewra Rêbertiya me bû hedef û ev 23 sal in tecrîtek mutlaq li ser wî tê meşandin. Bi faşîzma AKP û MHP’ê xwestin dewleta qirker ji nû ve ava bikin. Lê ji ber berxwedana Rêber Apo nikarin encamê werbigirin. Îsyana ku bi pêşengtiya Rêber Apo dest pê kir, îro encamên mezin bi dest xistiye. Îsyanên Kurdan yên berê herêmî diman, ango teng diman lê di roja me ya îro de ev têkoşîn bûye malê hemû cîhanê. Pê re girêdayî hewildana bêdengkirina Rêber Apo û gelê Kurd her ku diçe bê encam dimîne. Tişta ji vê were fêhm kirin çi ye, hewildanê dewleta Tirk êdî li kevirêkî ku nayê parçekirin rast hatiye. Ev berxwedan pêl bi pêl li tevahî cîhanê belav bûye. Di sala nû de wê ev berxwedan zêdetir belav bibe. Berxwedana Rêber Apo hemû kiryarên dewleta dagirker pûç kir, di heman demê de berxwedana Rêber Apo helwestên dost û dijmin tevan zelal kir. Li tevahî cîhanê jî kî bi dagirkeriyê re ne, kî azadîxwaz e hemû kes diyar kir. Di sala nû de êdî divê helwesta her kesî jî zelal bibe. Helwesta gelek partiyên Kurd, sazî û dezgehên wan çi ye, wê ew jî zelal bibin. Armanca vê tecrîtê bê encam dimîne û ev berxwedan dibe malê hemû gelê Kurd û bi vî rengî hemû polîtîkayên hêzên dagirker tên pûçkirin.’’

‘JI BO KURDAN, TAYBET JI BO BERXWEDÊRAN BI TI AWAYÎ QANÛN TUNE’

Mahîr Dogan tekîldarî qetlîamên zindanan wiha got, “Di van demên dawiyê de nêzî heft cenazeyên hevalên me ji zindanê derketin. Serî de heval Garîbe Gezer, herî dawî jî heval Vedat Erkmen û di vê navberê de Abdulrezak Şuyur, Halîl Gûneş û hevalên din hatin qetilkirin. Hinek ji van hevalan bi nexweşî şehît ketin, hinek jî bi plan hatin qetilkirin. Niha her cenazeyek ji zindanê derdikeve tê wateya ceribandina qetlîamê ye. Dewleta Tirk dixwaze li hember gelê Kurd qetlîaman bike. Ev jî herî zêde li girtîgehan tên pêşxistin. Li vir çend peyam ji bo gelê Kurd heye. Yek, çavtirsandin e. Dibêjin ger hûn di xeta azadiyê de israr bikin, wê dawiya we tinekirin be, bi vî rengî dixwazin gelê Kurd bitirsînîn. Dîsa dibêjin hûn ê bi ti awayî xwedî li cenazeyê xwe dernekevin. Ev jî peyamek e. Dibêjin em ê we qetil bikin, hûn ê bi ti awayî bersiva me nedin. Dema cenaze ji girtîgehan derdikevin bi ti awayî nahêlin gel xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Gelek însan rûxmî rapora wan heye, nikarin di zindanê de bimînîn, lê wan bernadin. Ji bo Kurdan taybet ji bo berxwedêran bi ti awayî qanûnt tune.’’

‘DIVÊ TEVAHÎ CIVAK ÇALAKIYÊN BERXWEDANÊ XURT BIKIN’

Mahîr Dogan di berdewamiya nirxandinê xwe de armanca dewleta Tirk nirxand û got “Bi tenê armanceke dewleta Tirk heye, bêdengkirina mutlaq û bêbandorkirina berxwedanê. Yên li ber xwe didin hewildidin tine bikin. Gel li ber xwe dide, hevalên zindanê li ber xwe didin. Bê guman divê ev çalakî xurttir were meşandin û bi encam bin. Gelê Kurd jî li dora girtîgehan di nava berxwedanê de ne. Herî dawî dayîk li Baroya Amedê û Wanê ev 50 roj in çalakiyan dikin. Lê divê ev çalakî li her derê belav bibe, ev çalakî bi nirx û bi wate ye. Bêguman erka berxwedanê tenê ne ya malbatê şehîd û girtiyan e, ya hemû gelê Kurd e. Hemû gelê me divê li dora girtiyên azadiyê bibin xeleq. Divê xelekek ji pola çêbikin. Lewra çalakiyên tên pêşxistin hêja ne, lê ev têr nakin. Divê her kes, jin, zarok, dayik, pîr û ciwan tevahî civak bi her cûre çalakiyan xwedî li girtiyên xwe derkevin. Divê çalakiyên ku teqez bandorê li ser dijmin ava bike, were lidarxistin. Divê asta çalakiyan hîn bilindtir bibe. Ya girîng helwesta gel û ya pêşengên gelê Kurd e.”

‘LI TIRKIYEYÊ DEWLET ÇI DIXWAZE, DOZGER WÊ BIRYARÊ DIDE’

Mahîr Dogan êrîşên li dijî hêzên siyasî yên gelê Kurd wekî polîtîkayên qirkirinê nirxand û got, “Kujerê Denîz Poyraz bi SADAT’ê re di nav peywendiyê de ye. SADAT, DAIŞ’a Tirkan e. Kujerê Denîz Poyraz jî ji aliyê SADAT’ê ve di nav çeteyên Sûriyeyê de hatiye perwerdekirin. Piştre erk dan wî, hat êrîşî avahiya HDP’ê kir. Armanc ev bû ku komkûjiyek mezin pêk bîne, ji ber heman rojê civîna rêveberên HDP’ê hebû. Ev civîn hatibû betalkirin, lewma tenê Denîz Poyraz hebû û hat qetilkirin. Piştre ev kes di demek pir kin de hat girtin, armanc ne ew bû ku bireve. Yek kes danîn holê ku vê qetlîamê bike. Dixwazin bêjin va ye di nav Tirkan de jî kesên netewperest hene û bi ti awayî Kurdan qebûl nakin. Ango qetlîamek bi destê yekkesî pêk anîn û plan jî ya dewleta Tirk e. Hima piştre ew kes birin û hildan parastinê. Peyama vê girîng e. Dewlet him qetlîamê dike, him jî dixe stûyê kesên netewperest. Bi vî rengî dixwazin dinyayê bixapînin. Vana polîtîkayên şerê taybet in. Kiryarên kontrayî ne. Dîsa rojek beriya dadgeha kujerê Denîz Poyraz li Bahçelîevlera Stenbolê êrîş birin ser HDP’ê. Ev êrîş jî vala derket. Dibêjin çeka wî neşixuliye, piştre jî xwestiye bi kêrê êriş bike. Piştre polîs ew birin, çend roj şûnde jî navê wî anîn ziman.”

Mahîr Dogan diyar kir ku kujerê Denîz Poyraz tê parastin û wiha berdewam kir, “Di dadgeha kujerê Denîz Poyraz de me dît ku kujer tê parastin. Li Tirkiyeyê helwesta dozger helwesta dewletê ye. Dozger vê çalakiyê wek ya yekkesî nîşan da. Lê bi vî rengî kûjer parast û nehişt ku pişt vê bûyerê were lêkolînkirin. Berî 20 rojan dîsa li Îzmîrê tiştekî sosret çêbû. 3 ciwanên bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne, hatin şewitandin. Rûxmî kesên xwedî vê kiryarê li xwe mikurhatin, lê polîsên dewleta Tirk dibêjin na tiştekî wisa nîne, ew der şewitîye, ew jî bi wan re şewitîne. Ger hin kesên bihestiyar nebûna, wê ser vê bûyerê jî bihata girtin. Dewleta Tirk bi van kiryaran peyaman dide. Bi vî rengî dixwaze HDP’ê, gelê Kurd, pêşengên siyasî bitirsîne. Ji ber wê êrîşên xwe tund dikin. Bi berxwedana gelê Kurd û hêzên demokratîk ev êrîş pûç dibin. Di van rojên dawiyê de li hember dewletê bertekên dijwar tên holê. Di sala 2022’an de wê ev çalakî bi awayên cihê geş bibin. Dewleta Tirk ji vêya pir ditirse. Xof û tirsek ketiye dilê wan. Ji berxwedana gelê Kurd pir ditirsin. Ji Kurdê azad, ji Kurdê berxwedêr pir ditirsin. Dixwazin bêdeng bikin, nikarin bêdeng bikin, dixwazin bidin sekinandin nikarin bidin seknandin. Ji ber vê jî heta dawiyê êrîş dikin. Bêguman bersiva vêya çi ye, çawa ku heta niha berxwedan çêbû, ji vê rojê pê ve jî wê ev berxwedan kûrttir û berfirehtir bibe. Emê vêya di sala 2022’an de bi pêşengiya hêzên berxwedêr, hêzên demokrasî û azadiyê hîn zêdetir bibînîn.”

‘CIVAK BI CIWANAN VE ZINDÎ YE’

Mahîr Dogan êrîşa li hember ciwanan ya li Kobanê jî nirxand û bal kişand ser polîtakayên şerê taybet ya dewleta Tirk û got, “Hêzên qirker û dagirker herî zêde ji ciwanan ditirsin. Ji ber baş dizanin yê ku çarenûsa vê şoreşê diyar bike, ciwan in. Dewleta Tirk ji vêya ditirse. Ditirsin ku ciwan rabin ser xwe, ditirsin ku ciwan vê berxwedanê ber bi encamê ve bibin. Êrîşên xwe jî piralî didin meşandin. Ji ber dewleta Tirk baş dizane ku têkoşîna azadiyê di pêşengtiya ciwanên Kurd de her diçe gûr û geş dibe. Bi qestî ciwanên li Kobanê dan. Gelek car êrîşî Kobanê kir, lê vê carê êrîşî ciwanên şoreşger kirin. Îro ciwan xwedî li paşeroja xwe, dîroka xwe û civaka xwe derdikevin. Lewma ciwan dibin hedef. Ev şoreş çawa ku şoreşa jinê ye, heman demê ya ciwana ye jî. Ev demek e sazî û dezgehên KDP’ê jî ciwanên Kurd yên şoreşger dikin hedef û ji dewleta Tirk re jî wek hedef nîşan didin. Ji ber ciwan pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikin. Li hember vêya ciwanên şoreşger li ber xwe didin. Civak bi ciwanan zindî ye. ji ber wê zêde bi ser ciwanan de diçin. Ciwan çiqas pêşengtiya xwe xurt bikin, wê polîtîkayên dijmin zêdetir pûç bikin. Niha şûna wan penc ciwanan divê bi sedan ciwan tevlî refên azadiyê bibin. Di van demên dawiyê de ciwan pêl bi pêl tevlî refên azadiyê dibin û ev jî ji bo wan bersivek herî xurt e.”

‘BERXWEDAN BI SERKET, QRÎZA ABORIYÊ ÇÊBÛ’

Mahîr Dogan tekîldarî çalakiyên gerîlayê azadiya Kurdistanê jî wiha got, “Çalakiyên bi bandor yên gerîla di vê dema dawiyê de çêbûn. Xwestin di çapemeniya xwe de vêya veşêrin. Êdî astek gerîlatiya profesyonel derketiye holê. Êdî arteşa dagirker nikare li hember tempoya gerîla li ber xwe bide. Lewra xwe ji gelek qadên gerîla paş de kişandin. Di vî şerî de dewleta Tirk bi awayek zelal bin ket. Tişta dixwast bi dest bixe, encam negirt. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîzan di polîtîkayên xwe yê leşkerî de li hember gerîlayê azadiyê têk çûn. Hikûmeta AKP-MHP’ê pişta xwe bi vî şerî ve germ kiribûn. Li gor xwe hesap û plan kiribûn. Hewildan bi êrîş û teknîka xwe re gerîla tine bikin, li aliyê din dixwestin hêza berxwedanê ji holê rabikin û li ser vêya, armanca wan ya çûyîna hilbijartinê hebû. Dewleta Tirk her tiştê xwe li gor şer eyar kiribûn. Lê ji ber di şer de binkeftin niha di krîza aboriyê de ne. Krîza aborî çi ye, encamê berxwedanê ye. Berxwedan bi ser ket, qrîz kûr bû. Dewleta Tirk a ku bin ket di sala 2022’an de wê li her derê bin keve, teqez wê polîtîkayê wan li paş bimîne. Dewleta Tirk, hikûmeta AKP-MHP’ê wê derbên giran bixwin, pêre jî wê KDP jî derbên giran bixwe. Yên ku bi ser dikevingerîla ne. Gelê Kurd di vî şerî de bi ser dikeve, serkeftin bi pêşengtiya gerîla dibe ya gelê Kurd.’

‘DI ROJA EWIL DE YÊ BERSIVA RAST DA, RÊBER APO BÛ’

Mahîr Dogan salvegera qetilkirina pêşenga PKK’ê Sakîne cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anî û tekîldarî vê qetlîamê wiha got, “Beriya niha 9 salan MIT’a Tirk li navenda Ewropayê Parîsê heval Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan qetil kir. Dewleta Tirk bi vê qetlîamê peyama ya esasî dabû. Xwestin bêjin hûn ê bi ti awayî negihêjin mafê xwe û hûn ê azad nebin. Pêre girêdayî hûn li ku derê dibin bila bibin, ji we re mafê jiyanê nîne. Wê demê dewleta Tirk bi Rêber Apo re diyalog datanî. Lê aliyê din jî nîyeta xwe ya esasî danîbûn holê. Jixwe pêvajoya 2015’an ya 24’ê Tîrmehê bi êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dan despêkirin, bi qetilkirina heval Sara û her dû hevalên wê ve ev peyam dabûn. Rêber Apo wê demê got, ‘Ev êrîş berdewama terteleya Dersimê ye, li hember van êrîşan ez ê bi xwedîderketina xeta Sakîneyê û bi polîtîkayên hîn xurttir bersiva we bidim.’ Polîtîka, ji milekî ve pêşdebirina têkoşîna azadî û demokrasiyê, milê din de jî bilindkirina têkoşîn û xeta berxwedanê bû. Rêber Apo heya roja me ya îro di vê xetê de berdewam dike. Rêber Apo wê demê peyama wan fêhm kir, wate da û bi vî rengî bersiv da. Ji milekî ve têkoşîna azadiya gelê Kurd bilind kir, milê din de jî xeta berxwedanê bilind kir. Di roja ewil de yê bersiva rast da, Rêber Apo bû. Heya roja me ya îro gel di vê xetê de têdikoşe û li ber xwe dide. Ji niha ve hesap ji hêzên dagirker hatiye xwestin. Qasî em têkoşînê gur dikin, ewqasî bersiva qetlîamê wan didin. Tola Sara, Fîdan û Leylayan bi vî rengî tê girtin. Armanca me ya bingehîn, tolgirtina ji polîtîqayê wan e. Roja ku me tecrît bi dawî kir, roja ku me azadî bi dest xist em ê wê rojê tola şehîdên xwe hilînîn û ji kujerên Sakîneyan hesap bipirsin. Em dikarin bi vî rengî têkoşînê bi azadiyê re tacîdar bikin. Hem bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna azadiyê, hem jî kûrkirina xeta berxwedanê wê bibe rêya me ya ronahiyê.”