Doç. Aytar: Dîplomasiya Rojava serketî ye

Doç. Dr. Osman Aytar ragihand, ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vir ve karekî serketî yê dîplomatîk meşandiye.

Hîndekarê Dibistana Bilind a Swêd-Malardalen Doç. Dr. Osman Aytar ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava Kurd li her deverê ketin nava liv û tevgerê û piştgiriyeke berfireh li dijî dagirkeriyê wergirtin.

Aytar got, "Rêxistin û partiyên Kurdan ên li Swêdê ku 30-40 sal in nikarin li hev kom bibin, ji bo Rojava li hev kom bûn û platformek ava kirin. Ev yek ji bo Kurdan tiştekî nû bû û gelekî girîng bû." Aytar destnîşan kir ku ev yek ji ber serketina Rojava ye.

Aytar ragihand ku yên bi rengekî rexnekirinê nêzî QSD, YPG û YPJ'ê dibûn jî piştgirî dan Rojava, her kes li gel Rojava tevgeriyan û got, "Li Rojava gavên girîng hatin avêtin. Wezîra Karên Derve Ann Lînde ji bo dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bike tevlî xwepêşandana piştgiriya bi Kurdan re bû. Tevlî galaya piştevaniya Rojava bû û di axaftina xwe de got 'Ez çiyayê Kurda me'. Bi rengekî eşkere peyam da dewleta Tirk. Nûnerên ji Rojava tên bi hêsanî dikarin li parlamentê bi parlamenteran bi wezîran re hevdîtinan bikin. Ev hemû ji bo Kurdan rewşeke erênî ye."

Aytar destnîşan kir ku piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hêzên Kurdan têkiliyên navneteweyî xistin dewrê, bi vî rengî nehiştin ku komkujiyên mezin pêk werin û got, "Hêzên Tirk ên li wê deverê dagirker in. Li deverên dagir kirine Ereban bi cih bikin jî wê neçar bimînin ku piştî demekê vekişin."

AMED TIRSA DILÊ TIRKIYEYÊ YE

Aytar destnîşan kir ku tirsa dilê Tirkiyeyê Amede, ne Rojava ye û got, "Ya ku dewleta Tirk ditirsîne gavên erênî yên li Rojava nîne, ya ku dewleta Tirk ditirsîne bandora vê yekê li Amed, Wan, Colemêrgê yanî li Bakurê Kurdistanê ye. Tevî ku her kes zane ji Rojava kevirek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye avêtin, Tirkiye derewan dike ku êriş lê hatiye kirin. Dibêje ku gef li berjewendiyên wan ên neteweyî tê xwarin. Tirsa mezin a Tirkiye û Erdogan Amed û Bakurê Kurdistanê ye."

Aytar bal kişand ser girîngiya meşandina têkiliyên dîplomatîk ên Rojava bi Rûsya, DYE, Çîn û gelek welatan û got, "Tirkiye ku xwedî duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê ye dike nake daxwazên xwe nikare bi kesî bide qebûlkirin. Ev yek jî ji bo Rojava û Kurdan serketineke girînge."