Dîzaî kuştina sivîlan a bi destê dewleta Tirk rewa dike!

Berdevkê Hikûmeta Başûr Sefîn Dîzaî ji bo kuştina sivîlan a bi destê dewleta  Tirk rewa bike kete dewrê.

Berdevkê Hikûmeta Başûr Sefîn Dîzaî ji bo ku êrîşên dagirker û komkuj ên dewleta  Tirk rewa bike, ji bo ku kuştina sivîlan a li Amediyê ya bi destê dewleta Tirk meşrû bike di dewrê de ye.

Dîzaî ji bo ku bombekirina jîgehên sivîl ên Amediyê ya ji hêla dewleta Tİrk ve û 2 jê pêşmerge  û 3 sivîlan rewa bike dîsa kete dewerê. Dîzaî piştî daxuyaniyên sosret ên Konsoloê Hewlêrê yê Tirkiyê, daxuyaniyeke bi sûcdarkirina PKK'ê da.

Piştî bombekirina dewleta Tirk endamê şerê taybet Hakan Karaçay, Konsolosê Hewlêrê derxistin ser televizyona K24'ê û hê dema ku cenazeyên du pêşmerge û sê sivîlan li erdê, daxuyaniyek da û îdîa kir ku artêşa Tirk naxwaze ziyanê bide sivîlan.

TÊ XWESTIN JI BO BOMBEKIRINÊ HINCETAN ÇÊBIKIN

Dîzaî jî bi îdîaya, ''PKK hincetê çêdike ku Tirkiye hin deverên Başûrê Kurdistanê bombe bike'' û bi vê hewl da ku êrîşên dagirker û komkuj ên Tirkiyê rewa bike.

Dîzaî bi vê jî nema û got ji bo ku PKK ji herêmê vekişe gelek caran 'hiyarî' dane lê PKK'ê guh nedaya vê.