'Dixwazin li Kurdistanê şênkahiyê nehêlin'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bal kişand ser şewata daristanên li Kurdistanê ku ji ber operasyonên leşkerî rû didin û got, dixwazin şênkahiya li Kurdistanê bi dawî bikin û herêmê bikin mîna çolekê.

Piştî ku rejîma Enqereyê dawî li pêvajoya 'hevdîtin' an jî 'çareseriyê' anî û dest bi şer kir, xwezaya Kurdistanê bi rêk û pêk tê talankirin û şewitandin.

Bi taybetî herêmên ku operasyon lê tên meşandin û derdora qereqolên leşkeran daristan tên şewitandin.

Ne tenê dar her wiha bi hezaran zindî jî ji ber şewatê ji holê radibin. Dewleta Tirk ji bo vemirandina şewatê ne tiştekî dike ne jî dihêle ku gel vemirîne.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir, ku di sala 2017'an de li Tirkiyeyê qadeke daristanî ya ji 119 hezar û 92 hektarî şewitiye.

Îmîr got, "Em zanin ku şewata li herêma me ji aliyê kê ve û ji bo çi tê derxistin." Îmîr destnîşan kir ku şewat ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi îdîaya 'ewlekariyê' tê derxistin û got, "Carna bi topeke ji qereqolekê tê avêtin, carna piştî operasyonê bi şewitandina qadê, carna jî bi êrîşên balafirên şer daristan tên şewitandin."

Îmîr anî ziman ku şewat di çarçoveya plana 'têkbirinê' de rû didin û got, "Tê xwestin ku şênkahiya li herêmê ji holê rakin û bikin mîna çolekê. Şewat hem gefê li jiyana mirovan dixwe hem jî dibe sedem ku mirov koç bikin. Her wiha gefê li zindiyên li daristanan dixwe. Li devereke din a dinyayê ya jî li bajarekî rojavayê Tirkiyeyê dema şewatek rû dide hem ji hewayê hem jî ji bejahî ve hewl tê dayin ku bê vemirandin. Ajans hemû bi sernavê 'kezeba me şewitî' nûçeyan diweşînin. Lê belê dema ku li herêmê şewat rû dide ji bo vemirandinê kes tiştekî nake. Kesên ku dixwazin şewatê vemirînin jî sûcdar radigihînin."

Îmîr anî ziman ku şewata bi zanebûn tê derxistin xeta îdeolojîk a dewletê nîşan dide û destnîşan kir, li her qadê faşîzm serdest e.

Îmîr got, "Di vê pêvajoyê de ku di asta herî bilind de mafên mirovan tê binpêkirin, dewlet rûyê xwe yê zordar bi dijberiya xwe ya li xwezayê nîşan dide. Em ê jî vê êrîşkariya dewletê li her deverê teşhîr bikin."