Dîwar li dijî Kurdan tê lêkirin

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kûrt anî ziman ku dîwarê bi fînansmana Yekîtiya Ewropayê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin, ne li dijî penaberan, lê li dijî Kurdan e.

Dewleta Tirk bi bahaneya penaberan li her du aliyên sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dîwar lê dike û dixwaze Kurdan ji hev qut bike.

Tirkiyeyê di destpêka sala 2021'ê de li ser xeta sînorê bi Îranê re ya li Wan û Colemêrgê dest bi lêkirina dîwar kir. TOKÎ'yê ji dîwarê bi dirêjahiya 64 kîlometreyî yê li Wanê 45 kîlometre, li Colemêrgê jî ji dîwarê bi dirêjahiya 28 kîlometreyî 16 kîlometre temam kiriye.

Qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku karê lêkirina dîwar ji ber zivistanê hatiye rawestandin û wê biharê ji nû ve dest pê bike. Bîlmez got, "Niha tenê dîwar hate lêkirin. Wê têl li ser wî dîwarî bê bicihkirin. Li ser sînor bi 200 kîlometreyî xendek hatin kolandin. Bicihkirina têlên tûj, 217 kûle û 2 qereqolan her wiha veguhastina yekîneyên me yên ji derve dewam dike."

Piştî van daxuyaniyên qeyûm Bîlmez 3 penaberên Efgan ketin xendekan û jiyana xwe ji dest dan. Di nava du mehan de 5 penaberên Efgan ên karîbûn ji sînor derbas bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hatin danîn. Penaberên ku leşkerên Îranê jî destûr nedan wan ku derbas bibin, li ser sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

DÎWAR BI PEREYÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ TÊ LÊKIRIN

Di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de li ser mijara penaberan lihevkirinek heye. Yekîtiya Ewropa di berdêla astengkirina derbasbûna penaberan de pereyekî zêde da Tirkiyeyê û her wiha pereyê lêkirina dîwar jî dide. Tirkiye ku derbasbûna penaberan ji xwe re dike bahane, bi vî rengî têkiliya navbera Kurdên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dibire.

POLÎTÎKAYA LI SER PENABERAN HIQÛQÎ NÎNE

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kûrt got, "Bajarê Wanê ji ber ku li ser sînorê Îranê ye, ji Efganistanê gelek koçberan werdigire. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de penaberên ku dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin dikevin nava trajediyeke mezin. Herî dawî dayikek ji aliyê leşkeran ve li ser sînor hate danîn û jiyana xwe ji dest da. Ji bo penaberên tên Tirkiyeyê jî statuyeke qanûnî nîne. Dema ku di ser Wanê re derbasî cihên weke Stenbol, Enqereyê dibin jî li êrişên nijadperestiyê rast tên. Polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser penaberan qanûnî û hiqûqî nîne, mafê jiyanê yê penaberan binpê dike. Destdirêjî û destavêtin li ser sînor li jinan tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku di mijara penaberan de li Tirkiyeyê ti guhertin û sererastkirin nîne."

HERDU ALIYÊN SÎNOR JI HEV TÊNE QUTKIRIN

Kûrt bla kişand ser lêkirina dîwar li ser sînor û got, "Tirkiye bi pereyê ji Yekîtiya Ewropayê werdigire vî dîwarî çêdike. Ji bo mirovên ku xizmên hev in ji hev qut bikin vê dike. Ji berê ve mirov li ser sînor bazirganiyê dikin. Ev yek di heman demê de çavkaniya debarê bû, lê niha pêşî li vê bazirganiyê tê kirin û mirovên li ser sînor di nava birçîbûnê de têne hiştin. Bi hewldaneke bi vî rengî, ne ji bo pêşîgirtina li hatine penaberan, lê belê ji bo qutkirina têkiliya navbera mirovên me yên li wê herêmê dîwar tê lêkirin."