‘Divê têkoşînek hevpar li dijî DAÎŞ’ê bê kirin’

Di rûniştina duyem a panelê de panelîstan bal kişand ser têkoşîneke yekgirtî ya li dijî DAÎŞ’ê û texrîbata DAÎŞ’ê li Iraq û Şengalê hatin kirin.

Rûniştina duyemîn a Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ saet 13:00’an dest pê kir.

Di panelê de bal kişandin ser têkoşîna yekîtiyeke navneteweyî ya Kurd a li dijî DAÎŞ’ê û texrîbatên bi DAÎŞ’ê re li herêmê pêk hatine. Her wiha bal kişand ser rewş û çarenûsa Êzidiyan û vegera wan a li ser herêmên xwe.

Di rûniştina duyemîn de Newzed Salih panela duyemîn bi rê ve bir.

Di panela duyemîn de Mamosteyê Zanko Nîkola Eşref Şalî, Siyasetmedarê Iraq Eshed Ebadî û Berpirsa Civakî Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Seîd Xelef mijarê dinirxînin.

Nîkola Eşref Şal, li ser Kongreya Netewî û yekîtiya netewî ya di nava Kurdan de û têkoşîna hevpar bê kirin, axivî. Şal diyar kir ku divê di her warî de alîkarî û piştevaniya Rêveberiya Xweser bê kirin. Di mijara têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de yekîtiya netewî pir girîng e.

Siyasetmedarê Iraq Eshed Ebadî jî qala êrîşên DAÎŞ’ê ya li ser Iraqê û texrîbata bi xwe re anî ki û got: “Ev mijar pêwîstî bi nîqaş û têkoşîneke xurt heye bê kirin. Divê nêzîkatiyek baş ji bo girtiyên DAÎŞ’ê bê kirin û baldarî li ser kar bê kirin.

Hikûmeta Iraqê heta astekê kariye têkoşînek xurt li ber DAÎŞ’ê bike. Ziyanek mezin li DAÎŞ’ê daye.  Ji ber DAÎŞ’ê ziyaneke mezin di gelek waran de li Iraqê bûye. Ziyan gihiştiye binesazî, perwerde û avadaniyê bûye.  Li Iraqê qûrbaniyeke mezin hatiye dayîn. Nêzî 40 hezar sivîl hatine qetilkirin.”

Ferîde Seîd Xelef jî qala êrîşên DAÎŞ’ê yên li Şengalê û qûrbaniyên Êzidî kir. Xelef diyar kir ku herî zêde Êzidî bûn qûrbaniyên vê divê têkoşîneke xurt ji bo vegera Şengal û dîlên Êzidî bê kirin.

Panel bi pirs û bersivên panelîstan didome.

Tê payîn ku di dawiya komxebatê de encamname bê xwendin.