'Divê têkoşîn êdî ji bo azadiya Birêz Ocalan be'

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li hucreya yekkesî tê hiştin û got, "Di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Civakên Kurd û Tirk bi tecrîdê hatine dorpêçkirin."

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê axivî.

Remziye Tosûn anî ziman ku Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve 22 sal in di hucreya yek kesî de, di bin tecrîda giran de ye û wiha axivî: "Helwesta dewletê ya li dijî Birêz Ocalan, bandorê li hiqûq, demokrasî û pirsgirêka Kurd dike. Di şexsê Birêz Ocalan gelên Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Civaka Kurd û Tirk bi tecrîdê hatiye dorpêçkirin. Em behsa pêvajoyekê dikin ku bandorên wê yên siyasî, polîtîk û civakî hene. Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê tê naskirin û fikrên wî li ser axa Rojhilata Navîn şîn dibe. Bi milyonan Kurd wî weke îrade û Rêberê xwe dibîne. Fikir û ramanê Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e û mirovahî qîmetê pê dide. Ji bo vê yekê jî dewlet tecrîdê kûr dike. Helwestên têkildarî Birêz Ocalan, divê derî civakê neyên nirxandin. Helwesta dewletê, bandorê li gelên Tirkiyeyê jî dike. Pêvajoya niha, pêvajoyeke ku azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin. Ne gengaze ku bêyî Îmraliyê ev pêvajo bi awayekî serbixwe bên nirxandin."

'POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINÊ DIKE'

Remziye Tosûn destnîşan kir ku çavê bi milyonan Kurdî li peyvek û gotinek ji Îmraliyê ye û wiha pê de çû: "Dewlet dixwaze bi tecrîdê têkiliya Birêz Ocalan ji civakê qut bike. Lê çav û guhê bi milyonan Kurdî li peyvek û dengek ku ji Îmraliyê ye. Tecrîd tenê ne li ser Kurdan e, her aliyê civaka Tirkiyeyê di bin tecrîdê ye. Bi taybetî jî tecrîd li dijî jinê tê meşandin. Bi tecrîda li Îmraliyê re komkujiyên li dijî jinê kete asta herî jor. Her wiha li Kurdisanê jî bi tecrîdê ve girêdayî şerekî taybet li dijî civaka Kurd tê meşandin. 22 sal in tecrîd berdewam dike, lê ji sala 2015'an û vir ve tecrîda mutleq ketiye dewreyek din û pêkanînên taybet ketin meriyetê. Her ku tecrîd kûr bû, civak jî hate dorpêçkirin. Di dema rêveberiyên xweser de dewletê bi plan xwest ji her aliyan ve îradeya Kurdan bişkîne û dîwarekê di nava Kurdan û Birêz Ocalan de lê bike. Lê ev ne gengaze ku bikarin têkiliya civakê û Birêz Ocalan ji hev qut bikin."

'DIVÊ JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎN WERE BILINDKIRIN'

Remziye Tosûn da zanîn ku azadiya civakê bi azadiya Ocalan re gengaz e û wiha dom kir: "Divê piştî 23’ê salan Birêz Ocalan azad bibe. Divê têkoşîn ne tenê ji bo şikanda tecrîdê were xurtkirin. Divê ji bo azadbûna Birêz Ocalan têkoşîn bê bilindkirin. Birêz Ocalan dibêje, 'Heta jin azad nebe, civak azad nabe'. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re tê xwestin ku têkoşîna jinê tecrîd bikin û bifetisînin. Herî zêde divê jin li dijî tecrîdê bitêkoşe û li ber xwe bide. Azadiya jinê bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Birêz Ocalan sedema aramî û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e." 

'MÛXATAB OCALAN E'

Parlamenter Remziye Tosûn destnîşan kir ku telefona herî dawî li ser fikar û bertekên zêde yên gel hat kirin û wiha got: "Destûra ji bo axaftina bi telefonê nîşan dide ku dewlet çiqasî ketiye zorê. Dewlet hem ji bo xwe ji zorê xelas bike, hem jî rastiyê ji raya giştî veşêre û bertekan kêm bike destûr da vê axaftina telefonê. Gotinên Birêz Ocalan ên bi rêya telefonê ji birayên xwe re gotin, gotinên pir mafdar û heq in. Birêz Ocalan, xwest dewlet dest ji van hewldanên veşartinê berde û li gorî qanûna înfaza ceza ya Neteweyên Yekbûyî ya standart tevbigere. Ev daxwazên Birêz Ocalan pir mafdar û heq in. Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan ji holê rabe û Birêz Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Eger pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser nebe wê Tirkiye gelek tiştan winda bike. Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Tifaqa faşîst, ji bo ku pergala xwe ava bike Birêz Ocalan tecrîd dike. Qala reforman dikin. Heke ji dil bin bila tecrîda ser Birêz Ocalan rakin."

ÇALAKIYÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Remziye Tosûn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî û wiha got: "Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo çareserkirina xitimandinekê, rêbazek e. Yanî divê bê qebûlkirin ku bandoreke nebaş li jiyana mirovan dike. Lê belê heya niha dewletê û rayedaran ji bo vê gavek neavêtine. Dewlet divê bi berpirsiyarî nêzî sozên xwe bibe, lê belê pir eşkere ye ku bi awayekî berpirsiyarî tevnagere. Hema bibêje pêvajoyeke ku tu siyasetmedarên Kurd û muxalif nehatibin girtin tine ne. Lewma tişta dawî ya ku girtî bikin grevên birçîbûnê ne. Heger mafên te hemû hatibin binpêkirin û giliyên te esas neyên girtin, ancax xwe bi grevên birçîbûnê bînin ziman. Ji ber vê ye, em çalakiyên greva birçîbûnê wekî encama xitimandineke civakî dinirxînin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û tecîda li ser Birêz Ocalan ji holê rabe. Tecrîd dermirovahî û derexlaqî ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye."