'Divê partiyên Başûr nekevin xefika Tirkiyeyê'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir, ku kontrolkirina Mîsakî Mîlî her tim xeyala neteweperestên Tirkiyeyê ye û partiyên Başûr hişyar kir, ku nekevin xefika dewleta Tirk.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyyat Ceylan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û desteka Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya ji bo Tirkiyeyê nirxand.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ DESKETIYÊN KURDAN IN'

Ceylan anî ziman ku di xeyalên desthilatdariya netewperestên dewleta Tirkiyeyê de herdemê xeta sînor ên weke Mîsak-î Mîlî bi nav dikin dixwazin kontrol bikin. Ceylan da zanîn sînorên xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê herdem di xeyalanên dewleta dagirker ya Tirkiyeyê de ye û wiha axivî: “Dewleta dagirker ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest nexe, ji her alî ve êrîş dike. Xaka pîroz ya Kurdistanê weke xaka xwe dibîne û di çarçoveya dagirkirinê de êrîşî destkeftiyên Kurdan dike. Tirkiye, li Sûriye, Îdlib, Helebê dixwaze bi rêya çeteyên OSO, rêveberiyên herêmî têxe dibin kontrola xwe. Li gel vê jî dixwaze xeta Mûsil, Kerkûk û Şengalê têxe dibin banê serweriya xwe. Plansaziya Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona Xakûrkê de gelek berfireh e. Tirkiye dixwaze divê operasyonê de Îran û Irakqê jî li gel xwe bigre û bi hevre êrîşî Kurdan bikin.” 

‘ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DI HEDEFA TIRKIYÊ DE YE’

Ceylan destnîşan kir ku ji bo di lênsûka hikûmeta AKP’ê de çareserî tuneye, pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatibû destpêkirin xirab kir û wiha pêde çû: “Di sala 2014-2015’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd hate destpêkirin. Lê ji ber ku di lênûska AKP’ê de tu çareserî tunebû, pêvajo xirab kir û dawî li rewşa aram ya Tirkiyê anî. Tirkiyê bi rê û rêbazên biçûk xwest Kurdan bixapîne, divê lîstika xwe de bi serneket û bi tundî êrîşî qada jiyanê ya Kurdan kirin. Ev çar sal e bi hemû dijwariya xwe êrîş didomin. Li Bakur bi tu awayî ev êrîş ne rawestane. Piştî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê êdî Tirkiyeyê berê xwe da wir û êrîşî destkeftiyên Rojava kir. Ji bo ku li Bakur pirsgirêk nehatiye çareserkirin, li kijan parçeyê din yê Kurdistanê destkeftî hebe, Tirkiye êrîş dike. Îro êrîşa li dijî xaka Başûrê Kurdistanê jî yek ji van êrîşan e. Bi tu awayî ji Rojava guleyek ber bi aliyê sînor ve nehatiye, AKP li pey hincetên çêkerin ku êrîşî Kurdan bike.” 

‘DIVÊ PARTIYÊN BAŞÛR NEKEVIN XEFKA TIRKIYÊ’

Ceylan derbirî ku operasyona Xakurkê ne operasyoneke ji rêzê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca operasyonê girtina tepeyekî, çûyîna wir, koordînekirina şer û berbelavkirina şer e. Tirkiye dixwaze mudaxileyî yekîtiya Kurdan bike. Dixwaze di şerê di navbera Kurdan, şerê birakujiyê de rola xwe bilîze. Pêşengiya vê yekê dike. Piştî Efrîn û Kerkûkê niha jî dixwaze li Başûrê Kurdistanê operasyona Pençeyê bike. Tirkiye dixwaze li 4 perçeyên Kurdistanê Kurdan bera hevdu bide. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, Tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê. Di 4 salan de dewletê pêvajoya şer gur kir û niha jî dixwaze bi hêzên herêmî re vê ber bi merheleyeke din ve bibe. Armanca sereke ya vê yekê, ew e ku birîna Kurdan kûrtir bike, yekitiya wan ji holê rabike.”

‘TENÊ BI PEYAMEKE OCALAN WELAT ARAM DIBE’

Ceylan da xuyakirin ku tenê bi peyameke Ocalan welat aram dibe û ev tişt got: “Kurdistanî tiştek cuda ji hikûmetê naxwaz in. Tenê tişta dihat xwestin ku dewlet li gor hiqûq û qanûnên xwe tevbigere. Lê mixabin di vî warî de jî dewlet ket nav pêkanînên kêfî û şer. Ne li gor qanûnên xwe tevgeriya. Bi têkoşîna di vî warî de, bi berxwedana dilên azadiyê û dayikên lacikspî hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk hatin. Piştî salên dûr û dirêj hevdîtin pêk hatin. Ev bi saya têkoşînê pêk hatiye. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Divê dewlet Tirk baş zanibe. Ji bo gelê Kurd xwedî pozîsyoneke watedar e. Jixwe dewletê ev yek bi pratîka xwe jî îspat kiriye. Bixwe tesîra Ocalan a li ser gelê Kurd qebûl kiriye. Her cara ku birêz Ocalan ji dewrê hatiye derxistin alozî rû daye. Lê peyameke birêz Ocalan bi tenê jî welat aram dike. Gelên Kurdistanê li hêviya peyvek û gotinek ya Birêz Ocalan e. 40 sal e, Ocalan ji bo aramî û aştiya vî welatî dixebite. Bi salan e bang dike û dibêje, ez ji bo çareseriyê amade me û dikarim rewşa şer ji holê rakim. Divê dewlet li banga Ocalan rabe û ji bo çareseriyê bikeve dewrê.”

‘BÛYERÊN BI QEWIME NY Û IRAQ BERPIRSYAR E’

Ceylan bertek nîşanî ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me yê li Mexmûrê di sala 1994’an de ji Bakur koçkirine basûrê Kurdistanê. Piştî 8 wargehan di sala di sala 1998’an de li Mexmûrê bi cih bûne. Ev 20 sal e li Mexmûrê jiyana xwe didomînin. Li Kurdistanê yên ku herî zorî û zehmetî kişandine gelê me yê Mexmûrê ye. Ji Amedê em silav û rêzên xwe ji ked û berxwedana wan re dişînin. Zêdetirî 20 roj in ambargoyek li ser wargehê heye û wargeh dibin dorpêçê de ye. Berpirsyarê destpêkê NY û hikûmeta Iraqê ye. Tirkiye çendin caran wargehê bombebaran dikin û heta niha çendin welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Em YN vedixwînin ku li peywîra xwe xwedî derkevin. Li aliyê din di fermiyetê de Mexmûr girêdayî Iraqê ye û gelek caran Tirkiyê xaka wan tacîzkir û li ser xaka wan bombe li welatiyên penabera barandin. Divê Iraq bêdengiya xwe bişkîne û xwedî li penaberan derbikeve. Ger ku PDK û YNK bibêjin em birane bila xwedî li birayê xwe derkevin, ne ku ambargoyê dane û rê li çûyîn û hatine bigrin. Derfetên debariya jiyanê her ku diçe kêm dibe, rewşa tendirustiya gel xirabe. Du dayikên du canî zarokên xwe winda kirin. Divê demildest ambargo li ser wargehê rabe û NY û Iraq li wargehê xwedî derkeve.”