'Divê mêr di bîrdoziya rizgariya jinê de xwe biguherîne'

Coş û kelecana 8’ê Adarê li Qadên Parastinê yên Medyayê didome. Ne tenê gerilayên YJA Star, di heman deme de gerilayên HPG’ê jî vê rojê ji nêz de dişopînin, vê coş û kelecanê par ve dikin.

Coş û kelecana 8’ê Adarê li Qadên Parastinê yên Medyayê didome. Ne tenê gerilayên YJA Star, di heman deme de gerillayên HPG’ê jî vê rojê ji nêz de dişopînin, vê coş û kelecanê par ve dikin. Şervanên azadiyê Hûseyîn Dicle û Cîger Herekol bi vesileya rojê hestên xwe bi me re parvekirin. Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku ‘Rêber APO, Rizgariya jinê û guharina mêr mîna bîrdoziyekê daye pêşiya me. Çawa ku jin ne azad e, zilam jî ne azad e. Divê zilam jî di çarçoweya paradigmaya birdoziya rizgariya jinê de xwe biguherîne.’

Şervanê azadiyê Hûseyîn Dîcle da zanîn ku wê civak bi berxwedaniya jinê azad bibe û got; “Di serî de ez vê rojê li hemû jinên cîhanê yên karker, têkoşer û berxwedêr pîroz dikim. Roja 8’ ê Adarê di dîroka têkoşîna jinê de rojekê watedar e.” Dîcle bal kişand ser keda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka jinê di nav civakê de çareser bike. Dîcle wiha nirxand; “Rêber APO bi derketina xwe re li ser pirsgirêkên jin, zilam û jiyanê sekinî. Di derheqê jin û zilaman de gelek şiroveyên kûr kiriye û xistiye rojeva me. Rêber APO weke paradigmayek nû çareseriya pirsgirêka jinê, zilam, jiyanê daye pêşiya me. Gelek Rêber, fîlozof, pêxember derketin û xwestin li ser van pirsgirêkan bisekinin, lê nekarîne wekî Rêber APO rastiyên heyî bike malê civakê û dîrokê.”

‘DIVÊ ZILAM BI PARADÎGMAYA BÎRDOZIYA JINÊ XWE BIGUHERÎNE’

Dîcle got Ocalan dixwaze di kesayeta jinê de civakeke nû bide avakirin û got ji ber wê yekê jî guhartin û veguhartina zilam jî hatiye armanckirin. Dîcle wiha pêde çû; “Rêber APO, Rizgariya jinê û guharina mêr mîna bîrdoziyekê daye pêşiya me. Çawa ku jin ne azad e, zilam jî ne azad e. Divê zilam jî di çarçoweya paradigmaya birdoziya rizgariya jinê de xwe biguherîne. Herdû zayend jî pêwîst e xwe azad bike. Mirov dibîne ku dema zilam di serdestiya xwe de israr dike, nahêle jiyanek azad û wekhev bê avakirin.”

Şervanê HPG Hûseyîn Dîcle bal kişande ser guherîn û veguherîna zilam û got; “Rêber APO di keseyeta xwe de rêya guhartinê ji bo me jî daye vekirin. Bi mezinbûna tevgera jinê re mirov dikare bêje guhartin di me de jî bi xwe re anî. Di bingeha felsefeya Rêber APO de guhartin hene. Her ku jin hebûna xwe dide avakirin, mêr jî di kesayeta xwe de guhartin dide avakirin. Di çanda şoreşgeran de jî guhartin tiştekî bingehin e û divê çêbibe. Em divê xwe ji bo lêgerîna jiyana azad vebikin.” Dîcle bal kişand ser ku Ocalan têgîna “hevjiyana azad” jî xistiye rojeva jin û zilaman û anî ser ziman ku li vir nayê gotin jiyana azad, tê gotin hevjiyana azad, tê gotin ku her du zayend pêwîst e bikaribe bi hevdu re azad jiyana bike.

ZILAM JÎ DIGUHERE

Şervanê azadiyê Ciger Herekol jî 8’ê Adarê li hemû dayikên Kurd, jina Kurd, jinên cihanê û yên di çeperan de têkoşîna azadiyê didin pîroz kir û got; “8’ê Adarê bi rojekê re bi sînor hiştin, tengkirin ne rast e. Hemû roj divê bibin ya jinê. Di şexsê têkoşerên jina Kurd de 8’ê Adarê mirov dikare bibêje her roj tê pîrozkirin.” Herekol anî ser ziman ku bi projeya Serokê Gelan Abdullah Ocalan ya ji bo azadkirina jinê, azadkirina zilam û civakê heya cihekî guherîn bi xwe re aniye. Herekol wiha nirxand; “Asta civaka me gihîştiye guherînê heyî cihekî nîşan dide. Beriya 40 salî ya beriya têkoşîna PKK û Rêber Apo nêzikatiyên zilam di hinek alî de hatiye guhertin. Nêzîkatiya malbatî, nêzîkatiye li hember jinê di hinek milan de hatiye guhertin. Encax xwesteka guhertinê dikare guhertinê bilêz ava bike. Veguherîna zilam ji bo sîstema kapîtalîst, sîstema baviksalar bê derbaskirin û şûna wê sîstema civaka ekolojik demokratîk bê pêşxistin girîng e.” Herekol anî ser ziman ku ya mihûm rast analîzkirina pirsgirêka jinê, civak û zilam e û got di herdu zayendan de kesayetên azad pêşxistin mijara sereke ye. Herekol da zanîn ku; “Bi projeya Serokatî ya rizgariya jinê û guherîn û veguherîna zilam ew şikl, erkên ji berkirî yên hatibûn dayîn di herdu zayendan de jî serûbin bûye. Bi rast analîzkirinê re û bi birdozî nirxandina mijarê re nêzîkatiyên zilamtî û jinîtiya klasik de guhartîn çêdibin. Ne di asta tê xwestin de be jî heya cihekî de guhartin di zilam de jî çêbûye.”

Herekol anî ser ziman ku cara yekem dema têgîna “kuştina zilam” bihîst ji ber ku watedayînekî birdozî nebû teng hatiye şîrovekirin û wiha berdewam kir; “min jî dema cara yekem bihîst têgîn klasik nirxand û nakokî bi min re çêbûn. Watedayîna rast piştre çêbû . Piştî min parazname xwend min famkir kû Rebertî behsa guherîna raman û zîhniyetê dike. Min fam kir ku zilamtiya hatiye fêrkirin pêwîst e di mejî de bê tinekirin. Ji ber ku ew zilamtî, civakê, jiyanê, xwezayê, jinê her roj dikuşt, ne tinê fîzîkî, di ramanê de jî.”

Herekol nirxandina xwe wiha berdewam kir; “Dema Rêber Apo got ‘hevjiyana azad’ wateya wê pir kûr bû. Hevjiyana azad ne tenê di navbera jin û mêrekî de ye. Hevjiyana azad di hemû beşên jiyanê de hevparkirin e. Rêber Apo jî hevjiyana azad weke jiyana sosyalîstî pênase dike. Hemû desthilatdariyên zilam di şexsê xwe de paqij kirin bi xwe re sosyalîzmê tîne.” Herekol di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser ku li Tirkiyê di pêşengiya hûkimeta AKP û Erdogan de zilamtî bihêztir dibe û got; “Pergala desthilatdar êrîşî pergala demokratîk a û sîstema hevserokatî dike. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê êrîşî HDP, êrîşî saziyên jin, êrîşî pergalên ku li hember desthilatdariya zilam têdikoşe kirin. Qeyyûmên sîstema hevserokatiya şaredariyên bakur desteser kirin jî ji bo mudaxalekirina têkoşîna jinê ye. Dema desthilatdari êrîşî welatekî dike destpêke jin, ziman û çand dixe armanc. Em ê jî her tim li hember desthilatdariya zilam a ku êrîşî civakê dikin şer bikin.”