'Divê hikumetên Skandînavyayê û CPT bikevin nava liv û tevgerê'

Aktîvîstê Norwêcî Tord Viktor Joensen ku li Stockholmê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye, bêdengiya dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê rexne kir.

Bang li hikumetên Skandînavyayê û CPT kir, ku li beramberî tecrîdê û grevên birçîbûnê bes bêdeng bimînin.

Joensen helbestvanê Norwêcî Arnulf Overland mînak nîşan da ku digot; 'dema hinek biêşe divê mirov bêdeng nemîne' û bal kişand ser helwesta Overland a berî û piştî Şerê Dinyayê yê Duyemîn li dijî binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên Naziyê. Piştî ku Naziyan Norwêc dagir kirin, Overland hatibû girtin û ew şandibûn kampa komkirinê.

Joensen got, "Helbestvanê Norwêcî Arnulf Overland digot, 'Dema ku hinek êşê bikişîne, wê demê nerazîbûna xwe nîşan bide. Bi ya mirovan nekin, li beramberî neheqiyê bêdeng nemînin. Weke mirovekî li ber zilma ku li yekî hate kirin, rabe." Joensen destnîşan kir, jinedîtî hatine grevên birçîbûnê ne ya qebûlkirinê ye, ku ji aliyê bi hezaran girtiyan ve tê meşandin û li ber mirinê ne.

'JI BO RÊ LI BER AŞTIYÊ BÊ VEKIRIN DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Joensen anî ziman, felsefe û îdeolojiya Ocalan rê li ber afirandina civakeke demokratîk û wekhev, jiyana bi hev re ya gelên ji bawerî û etnîkên cuda vedike û got, "Ji bo pêşî li aştî û demokrasiyê vebe dibe tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe."

Joensen ragihand, gelê Kurd ê li dijî bêedaletiyê têdikoşe, ji bo mafên û demokrasiya rasteqîn li ber xwe dide û got, "Mafê gelê Kurd e ku mîna gelên din hemûyan karibe çand û zimanê xwe biparêze û bi pêş ve bibe."

Joensen bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û anî ziman, Kurd bi hişmendî û berpirsyariya hawirdorparêziyê, çandiniya ekolojîk dikin û sîstemeke ku gel hemû bi rengekî wekhev lê bijîn afirandiye. Joensen got, Kurdan bi bandora felsefe û paradîgmaya Abdullah Ocalan ev sîstem ava kirine.

ABORIYA NORWÊCÊ BI PÎŞESAZIYA ÇEKAN VE GIRÊDAYÎ YE

Joensen rexne li polîtîkaya Norwêcê ya firotina çekan kir û bi bîr xist, aboriya Norwêcê bi giranî bi pîşesaziya çekan ve girêdayî ye, Norwêc a ku nifûsa xwe 5 milyon kes e, li dinyayê di nava welatên herî zêde çekan difiroşin de di rêza 5'emîn de ye.

Joensen got, "Divê em li dij derkevin ku ji bo aramiya me mirovên welatên din bên kuştin. Divê em ji gel re qala vê yekê bikin û gel agahdar bikin. Divê gelê Norwêcê hişyar bibe û zextê li hikumet û siyasetmedarên Norwêcê bike."

ÇEKÊN NORWÊCÊ YÊN JI BO TIRKIYEYÊ TÊN FIROTIN DIKEVIN DESTÊ DAÎŞ'Ê

Joensen bi bîr xist, li gorî qanûnên Norwêcê qedexe ye ku ji welatên di nava şer de ne çek bê firotin, lê tevî vê yekê jî hikumet bi rengekî neqanûnî çekan difiroşe û got, "Tevî vê yekê Norwêc û welatên din ên NATO'yê çekan difiroşin Tirkiyeyê. Siyasetmedar jî ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe li vê nakin."

Joensen bal kişand ser xemsariya medyayê ku cih nade firotina çekan û got, "Em hîn bûn ku çekên Norwêcê firotine Tirkiyeyê ketine destê DAÎŞ'ê û li dijî Kurdan hatine bikaranîn. Lê belê parlament û medya vê mijarê qet nanirxînin." Joensen nerazîbûn nîşanî medya û siyasetmedaran da ku rastiyan vedişêrin.

ERDOGAN JI ROJAVA DITIRSE

Joensen destnîşan kir, Erdogan ji ber ku dîktatorek e ji têkoşîna gleê Kurd û sîstema xweser a li Rojava ditirse û got, "Ji ber ku li Rojava mirovên ji bawerî û etnîkên cuda bi hev re dijîn, ditirse ku ev yek bandorê li gelê li Bakurê Kurdistanê bike. Ji ber ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan nîne. Dîktatoriyek ava kiriye ku li ser her tiştî ew biryarê dide. Mirov ji ber nîjad, netewe û baweriya xwe tên cudakirin, li dijî hev tên rakirin. Her ku diaxive nefretê li nava gel belav dike. Naxwaze ku gel sîstema demokratîk û wekhev a li Norwêcê bibîne. Li pişt êrîşkariya wî ya li dijî Rojava, tirsa wî heye."