Divê hevkariya PDK'ê were dîtin

Ne tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şingal û Mexmûrê, hevkarê êrişên li dijî Rojava jî PDK ye. Li sînorê Rojava wan bi xwe gengeşeyek derxistin, piştre jî xwestin dinyayê hemû bajon ser serê Rojava. Ev jî delîlê vê rastiya berbiçav e.

Dewleta Tirk ya serkêşê dijminatiya gelê Kurd, li ku derê hebûna azad ya Kurdan hebe, êrişî wê derê dike. Derfetên Tirkiyê hemûyî bi kar tîne û seferber dike; dixwaze her cihê gelê Kurd lê xwedî hebûna azad e, ji holê rake. Ji bo vê rêbazên gef, şantaj û zilmê bi kar tîne. Herî dawî bi rêya zext, şantaj û gefan, li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Mexmûrê ferz kiriye. Rewşa lawaz ya Iraqê û karakterê hevkar yê PDK’ê ji bo kara xwe bi kar tîne, dixwaze van pîlanên xwe wiha pêk bîne. Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk piştî hevdîtinên bi Iraq û PDK’ê re got ew ê gavên pêwîst li dijî ‘teror’ê bavêjin. Tê fêmkirin ku di vê mijarê de bi Iraqê û PDK’ê re ketine nava hinek peymanan. Daxuyaniyên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar tên vê wateyê. 

Xuya ye ku Iraq qebûl jî neke, ji ber bêhêz e, nikare dijberiyeke ciddî nîşan bide. PDK jî di êrişa li dijî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê de dilxwazê hevkariya bi dewleta Tirk re ye. Dijminahiya dewleta Tirk ya li dijî Kurdan, ji bo bêbandorkirina PKK’ê bi kar tîne. Çawa berê ji bo lawazkirin û tasfiyekirina partiyên din yên Kurd dewletên dijminên Kurdan bi kar anî, di tasfiyekirina PKK’ê de jî heman rêbazê bi kar tîne. PDK’ê ev yek kiriye şêwazekî siyasetê.

Di roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo 9’ê Cotmehê de Iraqê û PDK’ê li ser Şengalê peymanek çêkirin. Yek ji aliyên vê peymanê jî dewleta Tirk bû. Lê ji ber ku dixwestin peymanê rewa û meşrû bikin, dewleta Tirk li pişt perdeyê ma. Emerîkayê jî berê gotibû bila Iraq, Tirkiye û hikûmeta Kurdistanê li hev bicivin û li Şengalê kontrolê pêk bînin. Gava ku li ser Şingalê pîlanên mezin çêdikirin van aliyan vîn, nêrîn û daxwazên civaka Êzidî nedîtin û nebihîstin. Ev daxwazên rewa yên gel li pêş çavan negirtin. Yên ku li dijî qirkirinê dengê xwe dernexistin, li hemberî xweserî û xwerêveberiya Êzidiyan ketin nava tifaqên qirêj. Li dinyayê ji vê qirêjtir, bê exlaq, bê wijdan û bê edalettir ti dezgeh tineye. Ev dekûdolaba herî gemar ya li dijî civaka herî mezlûm a dinyayê ye. Ev tifaq bêexlaqî, bêwijdanî û gemara dinyayê çîktazî radixe pêş çavan.  

Niha li Tirkiyê êrişa dagirkirinê ya li dijî Şengalê tê nîqaşkirin. Şengal ku ji sînorên Tirkiyê gelek dûr e. Ev heqîqet dijminatiya Tirkiyê ya li dijî Kurdan eşkere nîşan dide. Di heman demê de rûyê qirêj û kirêt yê siyaseta dinyayê jî nîşan dide. Heke li goşeyeke din a dinyayê êrişeke wiha pêk bê, wê gelek dewletên dinyayê rabin ser piyan û bêjin li wir çi karê te heye. Nimûne destwerdana Çînê ya ji bo Tayvan û Honkongê ku beşek ji wê ne, bi ti awayî nayê qebulkirin. Lê li dijî êrişa dewleta Tirk ya li ser Şingalê dinya bêdeng dimîne. Ev rastî di serî de nîşan dide ku NY rizî ye. Êdî kêm û şaş be jî, nîzamekî hiqûqa navnetewî nemaye. Kî dixwaze êrişên hovane pêk tîne, yên din temaşe dikin. 

Ev yek eşkere ye, PDK şirîkê êrişên dewleta Tirk yên li ser Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Jixwe PDK yekser êrişî herêmên Şingal, Mexmûr û Medyayê dike û dorpêç dike. Yekane piştgir û destegîrê eşkere yê PDK’ê dewleta Tirk e. PDK hem daxwazên dewleta Tirk pêk tîne, hem jî ji ber êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şingal û Mexmûrê keyfxweş e. Ev têkilî û polîtîka ewqas zelal e ku zarok jî dikarin fêm bikin. 

Rayedarên PKK’ê di her firsendê de dibêjin bi federasyona Başûr re ti pirsgirêka me tineye; ti fikir û polîtîkayek me ya em bi PDK’ê re şer bikin tineye. Tevî vê jî, PDK ji bo têkiliya xwe ya qirêj ya bi Tirkiyê re binuximîne propagandaya reş û derewan dike, hewl dide têgehiştinek wisa çêke, wekî PKK êrişî wê dike. Herêmên Parastina Medyayê dorpêç dike, Mexmûrê dorpêç dike û ambargoyê pêk tîne, li ser sînorê Rojava ji serî heta binî xendek, qereqol û hêzên leşkerî bi cih dike. Ew dîwarên ku Tirkiyê di navbera sînorên Kurdistanê de lê kirî, PDK jî lê dike. Yê ku Herêmên Parastina Medyayê, Rojava, Şingal û Mexmûrê dorpêç dike PDK ye. Qedexeya ketin û derketina Kurdan li aliyekî deynin, nahêlin rojnamevan jî bikevin van herêman, asteng dikin. Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk û MÎT’çiyên kujer re vekirî ye. Ew li her devera Başûrê Kurdistanê digerin, dikarin bikevin her derê û derkevin; lê ji ber qedexe û astengên PDK’ê Kurdek nikare biçe Şingal, Mexmûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê! 

Ji ber vê sebebê Hûlûsî Akar ji hevdîtina li Iraq û Başûr razî û kêfxweş vegeriya. PDK çawa ku rê dide dewleta Tirk êrişî her deverê bike, bi zexta li ser Iraqê jî hewl didin berê êrişên Iraqê bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şingalê. Heke ev helwesta PDK’ê tine be, ne Iraq ne jî Tirkiye nikarin êrişî van herêman bikin. Divê gelê Kurd û raya giştî bizane ku eger êrişek li dijî Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk were, şirîk û hevkarê vê êrişê PDK ye. Divê êdî gelê Kurd vê rastiyê eşkere bibîne. Heke gelê Kurd û raya giştî vê rastiyê nebîne, nikare pêşî li van êrişan bigire. Kurdên ku yekîtiya neteweyî dixwazin di serî de divê li ber van polîtîkayên PDK’ê rabin. Ji berê ve ew zihniyeta ku yekîtiya neteweyî asteng dike, ev polîtîka û ev pêkanîn bi xwe ne.

Ne tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şingal û Mexmûrê, hevkarê êrişên li dijî Rojava jî PDK ye. Li sînorê Rojava wan bi xwe gengeşeyek derxistin, piştre jî xwestin dinyayê hemû bajon ser serê Rojava. Ev jî delîlê vê rastiya berbiçav e.

Eşkere ye, dijminên Kurdan van hevkarên di nava Kurdan de bi kar tînin, dixwazin bi vî rengî têkoşîna Kurdan ya hebûn û azadiyê tine bikin. Vaye trajediya Kurdan ya sedan sale dewam dike, ev e. Lê êdî netewebûneke Kurdan û raya giştî ya Kurdan heye. Di rewşek wiha ya netewebûna Kurdan de, divê ti hêzeke Kurd bi dijminan re hevkariyê neke; divê ti hêzeke Kurd li dijî hêza din ya Kurd neyê bikaranîn. Divê raya giştî ya Kurd dest li van rewşên nebaş werde. An na dê ev trajedî dewam bike. 

Bi wê hêviyê ku gelê Kurd hemû, raya giştî ya Kurd li dijî serkêşê dijminatiya Kurdan dewleta tirk, bergirî û parastineke bihêz nîşan bide.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA