'Divê em ji bo bidestxistina piraniya wekîlan bixebitin'

Serokê Şaxê Amedê yê PSAKD'ê parêzer Kolûman diyar kir ku ji bo piraniya wekîlên li meclîsê bi dest bixin divê ev li hev bicivin û got, wê bi partiya ku daxwazên Elewiyan qebûl dike bimeşin.

Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) parêzer Cafer Kolûman li ser sedemên hilbijartina ferzkirî û daxwazên Elewiyan ji ANF'ê re axivî.

'SEDEMA BIRYARA HILBIJARTINÊ, KRÎZ E'

Parêzer Kolûman got, "Eger li cihekî hilbijartin tê ferzkirin, wê çaxê li wê derê krîz heye" û işaret bi krîza siyasî û aborî ya ji ber hikumetê kir. Kolûman diyar kir, biryara pêkanîna hilbijartinê di çarçoveya planekê de hatiye dayin û bi taktîkeke siyasî jî hatiye nixumandin: "Bi dîtina min, 'Tifaqa Şer' a AKP û MHP'ê biryara li ser hilbijartina ferzkirî berê girtibûn û nû xistine meriyetê. Her tiştî di çarçoveya planekê de dikin. Ji bo pêşî li krîzêb siyasî, aborî û krîza nava xwe bigirin, vê dikin. Bi rêya hilbijartina ferzkirî ji wan hebû ku wê mûxalefetê bixin xefikê."

HEWLDANÊN JI BO HIŞTINA HDP'Ê LI BINDÊ BENDÊ

Parêzer Kolûman bal kişand ser Rewşa Awarte ku avantajê dide tifaqa AKP-MHP'ê û wiha dewam kir: "Bi girtina hevserok û wekîlan, bi betalkirina parlamenteriya wan re xwestin HDP'ê di binê bendê bihêlin û bi vî rengî çav berdan dengê Kurdan. Ev hemû jî bi navê Rewşa Awarte kirin. Ji ber biryarnameyên Rewşa Awarte gelek mirov ji karê xwe bûn, êş û zehmetî kişandin. Qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin. Saziyên çapemeniyê, komele û rêxistinên civakî yên sivîl hatin girtin. Gel xizan û hewcedar kirin. bi vî rengî xwestin avantajê bi dest bixin."

BIDESTXISTINA PIRANIYA WEKÎLÊN MECLÎSÊ GIRÎNG E

Kolûman anî ziman, eger eniya mûxalefetê 50+1 ji sedî bi dest bixe, wê Meclîsa ku heta niha tevizî bû ji nû ve bi tesîr bibe û got, "Di 24 Hezîranê de divê em bi rengekî hevgirtî tevbigerin. Ji ber Rewşa Awarte hikumet niha li gelek cihan serdest e. Gelek midûrên emniyetê yên bajaran, walî û qeymeqam îstifa dikin û ji AKP'ê dibin namzet. Ev hemû qeymeqam, walî û midûrên emniyetê li şûna ku bibin karmendên dewletê, weke karmendên AKP'ê heta niha kar kirine."

DAXWAZÊN ELEWIYAN

Parêzer Cafer Kolûman bi bîr xist ku li ti saziyeke dewletê Elewî nayên temsîl kirin, Elewî heta niha gelekî hatine mexdûrkirin û got, "Polîtîkayên asîmîlasyonê ji her alî ve bandor li Elewiyan kirine. Pirsgirêka mala cem a Elewiyan hê çareser nebûye. Daxwaza me ya ji bo rakirina dersa mecbûrî ya olî ji nedîtî ve tên. Kêm maye dersên matematîk û zanistiyên fenê jî li gorî pîvanên olî bidin. Em di nava xeterî û tirsê de dijîn. Kîjan partî temînatê bide ku wê Elewî li ser bingeha welatîbûna azad bi xwişk û biratiyê bi her kesî re, bi cewher, ziman û rengê xwe bijîn, em ê li cem wê partiyê cih bigirin."