‘Divê demildest tecrîd bi dawî bibe‘

Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de didome. Rêvebera TUHAY-DER'ê Edibe Babur serdana çalakiyê kir û anî ziman ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Îro rêveberên Komeleyên Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) a Wanê serdana çalakiyê kirin. 

‘DIVÊ RAYEDAR AGAHIYÊN ZELAL BIDIN‘

Rêvebera berê ya TUHAY-DER'ê Soylemez Keskin bal kişand ser têkoşîna girtiyan a li dijî tecrîdê û gotin: "Divê derbarê girtiyên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, rayedar agahiyeke zelal bidin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya nobetê bidin."

‘TEVRÎD LI HER DERÊ BELAV BÛYE

Rêvebera TUHAY-DER'ê Edibe Babur jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Em bang li Wezareta Dadê dikin. Li hindûr girtî û em jî li dervê di nav tecrîdê de nin. Em daxwaz dikin ku tecrîd bê rakirin û diyalog bê destpêkirin."