‘Divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan‘

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 30‘emîn de berdewam dike.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 30‘emînde berdewam dike. Serdana sazî û malbatên girtiyan didome. Îro endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê serdana nobetê kirin.

Li ser navê malbatên girtiyan Aslihan Tîmûr axivî û got: "ÎHD, her tim ji bo girtiyan di nav xebatan de bûn. Her tim li ba malbatan bûn û em li vir carek din bang dikin ku divê em piştevaniya ji bo nobetê mezin bikin. Em bang li malbatan dikin bila piştgiriyê bidin çalakiya me."

‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST WERIN BERDAN‘

Serokê ÎHD'a Wanê parêzer Mehmet Karataş jî di serdanê de axivî. Karataş anî ziman ku daxwazên malbatan daxwazên mirovî ne û got:“ Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Tehliyenekirina wan girtiyên nexweş li dijî mafên mirovan e. Daxwazên malbatan daxwazên me ne. Em ê piştevaniya xwe ji bo çalakiyê bidomînin."