Dîsa bang li Emîne Şenyaşar kirin ku îfadeyê bide

Ev 11 car in bang li Yadê Emîne Şenyaşar dikin ku biçe îfadeya xwe bide. Şenyaşar bi gotina, ''Kê hevserê min û du kurê min kuştin?'' bersiv da pirsên dozger.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin di roja 288'an de didome. Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li "Goşeyê edaletê yê malbata Şenyaşar" ê ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Piştî demeke kurt polis hatin cem malbatê û bi hinceta "heqaret li peywirdarê cemaweriyê" kiriye ji bo ku îfadeyê bide dozgeriyê cara 11'emîn Emîne Şenyaşar vexwendin edliyeyê. 
 
Diyar bû ku ji ber gotinên wê yên di roja 241'an de ku bi seromê hatibû ber edliyeyê û di roja 245'an de ku zêdetirî 100 dayikên aştiyê hatibûn serdana wê Emîne Şenyaşar vexwendine îfadeyê. 
 
Kurê Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vexwendina îfadeyê ya dayika xwe da û got ku wê  bersiva "Kê hevserê min û 2 kurên min kuştin?" bide hemû pirsên li dozgeriyê jê bên pirsîn. Dayik û kurê xwe ji bo îfade dayînê bi parêzerên xwe re derbasî edliyeyê bûn. 
 
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî Waliyê Rihayê Abduûllah Erîn, Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba etîket kir û ev parvekirin kir: "Em qerasandina li ber Edliyeya Rihayê tercîhê rûniştina li malê ya di bin zilmê de dikin. Bila ev jî şerma qalkirina hiqûq û edaletê ya li Tirkiyeyê be."