Dîrokeke winda û veşartî: Gundê Mîreliyan

Sala 1994'an ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin. Yek ji van jî gundê Mîreliyan ê navçeya Farqînê ye. Her bohsteke axa vî gundî xwedî dîrokeke veşartî ye.

Di salên 1989 – 1994’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdistanê hatin şewitandin û talankirin. Yek ji van gundan jî gundê Mîreliyan ê navçeya Farqînê ya Amedê ye. Li ser vê axa bi bereket gelek şaristanî derbas bûne û hîna ji şûnwarên wan li vir xuya dike. Li derdora gund hîna di serdema Asûriyan de bi keda destan girên biçûk ji bo kombûyîn û civînan hatiye lêkirin. Di wextên kritik û ji bo niqaşkirina pirsgirêkan, gundewarên derdor li ser van giran kom dibin û li hev dicivin. Her wiha berî komkujiya Ermeniya ya di sa 1915’an de niştecihê vî gundî tevahî Ermenî bûne û heta berî du salan jî berhemên Asûrî û Ermeniyan ji vir hatiye derxistin. 

Gundê Mîreliyan ji Farqînê 23 kîlometre û ji navenda Amedê jî 65 kîlometre dur e. Berî mehekê ev gund bi mirina masiyan ketibû rojevê û ji bo amadekirina nûçeyek der barê mirina masiyan de me berê xwe da vî gundî, lê wexta ku em ketin gund em rastî dîrokek têr û tijî hatin û me xwest bi vê nûçeyê vî gundî bi xwîner û aboneyên xwe bidin naskirin. 

Mîreliyan berî sala 1915’an de gundê Ermeniyan bûye û bi qirkirina Ermeniyan re gundî hatine qetilkirin û gelek ji wan jî ji qirkirinê xelas bûne û li Farqîn û Amedê bicîh bûne. Ev gund ne tenê di sala 1915’an de hatiye wêrankirin û di sala 1994’an de jî bûye hedefa dewleta dagirker ya Tirk. Welatiyên gundê Mîreliyan di sala 1994’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Piştî vê yekê gundî neçar man koç bikin. Gelek ji wan koçî navenda Farqîn, Amedê û metropolên Tirkan kirin. Welatiyên gund piştî çendîn salan vegeriyan li ser gundê xwe û ji nûve gundê xwe avakirin.

Ji navenda Amedê ji bo ku em biçin vî gundê qedirbilind bibînin dikevin li ser rê. Di rêwîtiyê de deşta ku kirasê zer li xwe kiriye û darên bi rengê kesk xwe pêçandiye me pêşwazî dike. Ji Amedê heta Farqînê zevî tevahî genim lê hatiye çandin û car caran jî keriyên sewalan jî di nava zeviyan de diçêrin xuya dike. Li gundê Mîreliyan keyayê berê yê bi navê Seyfettîn Gunbatan ê 68 salî me pêşwazî dike û der barê gund de agahiyan dide. Di nava gund de apê Seyfettîn Gunbatan kûçe bi kûçe, patîka û girên di serdema Asûriyan de bi dest hatine çêkirin digerîne û derbarê wan de agahiyan dide me. Di nava gund de dema em digerin Apê Seyfettîn axorekî hilweşiyayî nîşan dide û dibêje, ‘li gorî mezinên me ji me re digotin, wextê qirkirina Ermeniyan de mirovekî Ermenî di vê axorê de xwe vedişêre û ji aliyê leşkeran ve tê ferqkirin û ji bo wî bikujin êrîşî wî dikin. Lê dema ku kemara zêr li pişta wî ferq dikin, kemerê jêdigrin û wî bi saxî teslîmî gundiyan dikin û dibêjin ha ji were fileyê we hûn çi pê dikin bikin. Lê gundyan ew bi saxî berda û jê xwestin gund biterikîne.”

QIRKIRIN Û VALAKIRINA MÎRELIYAN

Keyayê berê yê gund Seyfettîn Gunbatan der barê gund jî van agahiyan dide: “Li gorî ku mezinên me ji me re gotine, Mîreliyan berê gundê Ermeniyan bûye. Berî qirkirina Ermeniyan li vî gundî du malên misilmanan ên ji mala Hecî Reşîd Axa li vir bicih dibin û Ermenî xanî didin wan û ji bo bikarin li vî gundî bijîn bi wan re dibin alîkar. Lê di dema qirkirina Ermeniyan de destpêkê ev herdû malên misilmanan bi hevkariya dewletê êrîşî li ser Ermeniyan dikin. Piştî qikirinê tevahiya gund dikeve destê misilmanan. Ligel gundê Mîreliyan 33 gund dewlet dide mala Hecî Reşîd Axa. Bi demê re bi avakirin Komara Tirkiyeyê re hemû gundên herêmê têne valekirin û tenê Mîreliyan dimîne. Hecî Reşîd Axa diçe ligel dewletê û dibêje, ‘Ger ku hûn bi xwazin Mîreliyan velebikin, li gund rageşiyekê derxînin wê wêdemê gundî her yek li cihekê ve biçe û wê gund were valekirin.” 

‘JI QIRKINÊ TENÊ SÊ MAL RIZGAR BÛNE’

Gunbatan anî ziman ku di dema qirkirina Ermeniyan de tenê sê malên Ermeniyan ji qirkirinê rizgar bûne û wiha pê de çû: “Li gorî mezinên me dibêjin, ‘di dema qirkirinê de tenê sê malên Ermeniyan ji vir xelas bûne’. Ew jî ji bo xwe ji qirkirinê xelas bikin bûne misilman û her wiha bi demê re jî çûyîne hecê. Kesên ku bi saxî xelas bûne, li Farqîn û Amedê bicîh bûne. Bi destê dewletê Ermenî li ser vê axê hatine qirkirin. Li gund şûnwarê dêrekê hebû û herî dawî di sala 1966’an makîneya kar avêtinê û ji binî ew şûp ji holê rakirin.”

BERHEMÊN ASÛRÎ Û ERMENIYAN

Gunbatan dibêje, niha hejmara kesên niha li gund dijî herî kêm 700 kesin û zêdetirî 100 malbatin. Gunbatan anî ziman ku debariya xelkê gund bi çandinî û sewalkariyê ve derbas dibe û wiha dom kir: “Çavkaniya debariyê ya gundê Mîreliyan timî çandînî û sewalkarî bûye. Di demê Ermeniyan de jî wiha bûye, lê Ermenî di warê hunera destan de gelek pêşketî bûne û karê hesînkariyê jî dikirin. Mîreliyan xwedî dîrokekî têr û tijî ye. Lê binêre ev girên derdorî gund tevahî di dema Asûriyan de bi keda destan hatine lêkirin. Di wan serdeman de ji bo kombûyîn û civînan lêkirine. Tiştên der barê gunde li ser vî girî niqaşkirin û biryar girtine. Her girekî wiha dîroke. Berî du salan jî di dema kulana girde berhemên Asûriyan hatine derxistin. Her wiha di nava gund de jî gelek caran berhemên Ermeniyan hatine dîtin û derxistin. Li her bohstekî vê axê dîrok e.” 

MIRINA MASIYAN

Gunbatan, li ser mirina masiyan ya di Nawala Çelebiyan de jî agahî da û wiha got: “Serkaniya newalê ji çiyayê Elbatê diherike û li ber gundê me de derbas dibe. Newalekî duyemîn heye û ew jî ji gundê Bilokê dihereke û ji gund wêdetir dihereke li ser Newala Çelebiyan. Ev herdu newal xwe digihîne zêdetirî 20 gundan û diherike li ser Çemê Dîcleyê. Li her derê welatê me HES û Bendav hatine çêkirin. Li herêmê ji ber Bendava Farqînê her cihek ziwa bûye û Newala Çelebiyan ji her ku diçe ziwa dibe. HES û Bendavên li herêmê têne çêkirin bandorek mezin li ser newalan û çem dike. 

Di 50 salên dawiyê de cara duyemîn e ku masî wisa bi komî dimrin û li ser avê dikevin. Beriya 20 salan jî ji ber qirêjiya fabrîqeya titûnê ku berdabûn ser çem dîmeneke wiha derketibû holê. Niha jî gorî gotinan dibêjin, ‘dermanê ku li zeviyan dikin bandor li masiyan kiriye. Her wiha tê gotin ku depoya derman li ser newalê paqijkirine û piştre masî mirar bûne.’ Lê her wiha HES û Bendav jî bandorek mezin li ser zindiyên dibin avê de dike.”