Dîroka ji 12 hezar salî dikin qurbanê bendava 50 salî

Berdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya HDP'ê Mehmet Ûçar ku ji bo Heskîfê lîstikek nivîsandiye got, dîroka ji 12 hezar salî dikin qurbanê bendava ji 50 salî.

Bendava Ilisû ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê avakirin gefê li Heskîfa kevnare ya 12 hezar salî dixwe. Tevî nerazîbûna ji gelek deverên dinyayê tê hîn jî talana xweza û dîrokê didome.

Berdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Mehmet Ûçar ji bo balê bikişîne ser mijarê lîstikek bi navê 'Heskîf' nivîsand.

Lîstika ku ji 80 deqeyî pêk tê ji aliyê Alî Yildirim ve li Salona Şano ya Bariş Manço hate pêşkêşkirin. Ji lîstikê jî dîmenên ji pênc deqeyan hatin amadekirin û li medya civakî hatin weşandin.

Ûçar diyar kir ku asîmîlasyona çanda Kurd bi demê re veguheriye hilweşîna dîrokê û got, "Asîmîlasyon di tinekirina çandê de astek e, lê belê meseleya bingehîn modernîteya kapîtalîst e." Ûçar bêdengiya der barê Heskîfê de rexne kir.

Ûçar bal kişand ser girîngiya çandî ya Heskîfê û got, tevî ku dîroka ji 12 hezar salî bi hêsanî bê bilêvkirin jî ji aliyê kronolojîk ve dema mirov binirxînin dîrok digihêje heta Med, Persan.

Ûçar destnîşan kir, tiştekî tirsnak e ku mîrateya dîrokî ya mezin dikin qurbanê bendaveke 50 salî.

Ûçar der barê bandora lîstikê de jî got, "Bêguman wê bandorê bike, lê belê bandoreke xwe ya topyekûn wê nebe. Em ê bibînin ku hêza xwe ya ji bo guhertina vê yekê heye yan na."