Dirêjtirîn qedexeya derketina derve ya dinyayê

Li 6 taxên Sûrê qedexeya derketina derve ev 1 sal û 8 meh û 21  roj in didome. 1 ji 3’yan a navçeyê ji hêla hêzên dewleta Tirk ve hate hilweşandin.

Qedexeya derketina derva ya 28’ê Mijdara 2015’an Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûra Amedê hatibû ragihandin ev 1 sal û 8 meh û 21 roj in didome.

Taybetmendiyeke qedexeyê ew e ku dirêjtirîn qedexeya derketina derve ya dinyayê ye. Qedexeyê piştî kuştina Serokê Baroya Amedê ya li ber Mînareya Çarling dest pê kiribû.

Li gorî biryara camewerîkirina bi  lezginî ku di Rojnameya Fermî de weşiyayî li Sûrê 6 hezar û 300 parsêl kirin qada camewerî.

Li gel hemû hewldanên talan û kavilkirina cihên dîrokî yên Sûrê jî 1 ji 3 parên Sûrê hate hilweşandin. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji Sûrê nêzî 40 hezar mirovî koç kiriye.

Dewleta Tirk dêr, mizgeft, qonax, hemam û bi hezaran cihê dîrokî tine kir. Hê jî qedexeye ku mirov bikaribe têkeve cihê ku hilweşandin lê didome. Çend avahiyên ku li ser piyan mane jî polîsan û tîmên taybet ji xwe re kirine qereqol. Li Sûrê, li gel her tiştî jî bi hezaran kes malên xwe neterikandine.

Gelek esnafên navçeyên jî ji neçarî dirabeyên xwe anîne xwarê.